|
 |
|
Selamo |
|
"Tût" bû "Teşqele",
berhema Selamo bû mesele
|
Rizoyê Xerzî
09. 06. 2007
www.diyarname.com/
Di çarçoveya 7’emîn Festîvala Çand
û Hunerê ya Amedê de ku ji alî Şaredariya Bajarê Mezin a
Amedê ve tê lidarxistin, me xwest gotûbêjeke ligel
şanoger Selamo çêbikin û wî dilê me nehişt û got; “temam
birê min”.
Dema navê Selamo tê gotin, şanogerî, qerf û henek û
helbestên ku li ser bingeha qerfî hatine avakirin tên
bîra mirov. Şanoger Selamo ji bilî bernameya Şaneşîn ya
Roj TV, di radyoya Dengê Mezepotamya de jî bernameyeke
bi navê teşqele amade dike.
Li Amedê civakek azad heye
Wekî destpêk min xwest ku ez hestên şanoger Selamo nas
bikim, nexasim ev cara yekem e ku li Amedê li pêşberî
temaşevanên xwe li ser dikê disekine. Şanoger Selamo li
ser vê pirsê wiha bersiva min da:
“Belê rast e, piştî 15 salan ev cara yekem e ku ez têm
welêt û cara yekemîn e ku bi rengekî zindî ez û
temaşevanên xwe yên Amedê em ji nêz ve hev dibînin.
Bêguman dibe ku niha ez nikaribim hemû hestên xwe bînim
ziman ji ber ku ez hê di vê xewna xweşik de dijîm. Dema
ku ez ber bi welêt ve bi rê ketim saweke mezin li ser
min hebû, min digot gelo piştî 15 salan ezê çawa bi gel
re bikevim nava têkiliyê, çi guhertin çêbûne, lê dema ez
derbas bûm û bi gelê Amedê re ketim nava têkiliyan, min
ew saw û tirsa xwe ji bîr kir. Amed ji derve wekî
bajarekî bindest û dîl tê xuyakirin lê dema ku mirov
dikeve nava Amedê û bi gel re dikeve nava têkiliyan
mirov tê de civakek azad dibîne .
Min xwest hin nameyan bidim
Ez bi xwe li stand-upa Selamo amade bûm, ew Selamoyê ku
min di Roj Tv de nas dikir û hin teşqeleyên wî yê
radyoyê guhdarî dikir hêviyên gelekî mezin di hundirê
min de diafirandin û cihekî xwe yê taybet di komediya
kurdî de dida naskirin, piştî ku stand-upa xwe ya
yekemîn pêşkêş kir hinekî ew hêviyên min şikestin û min
xwest ez sedema vê guhertinê nas bikim. Li derve min bi
gelek temaşevanan re ev mesele gotûbêj kir lê ev yek di
bersivan de balkêş bû, piraniya temaşevanan digotin me
bawer dikir ku Selamo wiha bêtir me bikenîne lê asta ku
derkete holê ji asta Selamo ya tv û radyoyê nizimtir bû…
Li ser vê mijarê min xwest ku bersiva Selamo jî bibînim,
Selamo ev yek wiha şirove kir: “Pêşî mesela ku min
çiqasî temaşevan kenandibin an na ew ji bo min ne gelekî
problem e ji ber ku ez nehatime tenê wan bikenînim, min
dixwest ku ez hin nameyan jî bidim, stand-up nayê wê
wateyê ku ez ji serî heta dawî temaşevanan bikenînim ji
bo min di nava wê saetê de ger min 4-5 caran temaşevan
kenandibe bes e û di nav re min xwest ez hin rexne û
nameyên xwe jî bigihînim wan, heke ji serî heta dawî ken
be ew dibe karê qeşmerokan û hunera stand-up vedigerîne
dimên destpêkê dema ku qeşmerok hebûn û mirov tenê
dikenandin, ji xwe ev rengê hunerê di bingeha xwe de ji
wir hatiye lê kirasekî bajarvaniyê lê hatiye kirin. Heke
mesele tenê ken be hûn dikarin mirovekî ne şanoger jî
bînin yekî amûdî, an stilîlî an jî dêrikî bînin dê we ji
serî heta dawî bikenîne.”
Selamo wiha berdewam kir: “Ew ji aliyekî, ji aliyekî din
ve nabe ku em tv, radyo û dikê bidin berhev. Di radyo û
tv’yê de derdora 3 salan tecrûbeyeke min çêbûye.
hhhhHeke di tv de kamereyek li pêşberî min be, li ser
dikê 200-300 kamera li pêşberî min bûn, kamerayên pir
hestiyar yên ku her gotinek min û her tevgerek min bi 2
çavên dijwar dişopandin. Bi gotineke din her temaşevanek
wekî sawa kamerayekê ne. Lê tevî wiha jî min xwe rihet
his dikir, ez nizanim çima ji we re wiha dihat xuyakirin
ku ez ne rihet tevdigerim, bê guman di performanasa
duyemîn de min xwe bêtir rihet hîs kir.”
Ji ber Yilmaz Erdogan dev ji “Tût”ê berda
Te navê “Teşqele” li projeya xwe kiribû, ev nav ji ku
hat û çima te ev reng ji xwe re hilbijart . Selamo li
ser vê pirsê bersiveke pir balkêş da min û min nas kir
ku projeya wî ya ku ji bo festîvala Amedê amade kiribû
ne ev bû: “Projeya ku min ji bo vê festivalê amade
kiribû bi navê “Tût” bû lê di rojên dawî de ez neçar mam
ku wê projeya xwe pêşkêş nekim û li şûna wê, projeyekê
bi navê teşqele pêşkêş bikim ku navê bernameya me ya
radyoyê ye. Sedema têkçûna projeya “Tût” ew bû ku di wê
demê de şanoger Yilmaz Erdogan ev gotina tût gelekî di
xelekek xwe ya rêzeşanoya xwe (Bir Demet Tiyatro) de
bikar anî. Bê guman ez fikirîm ku piştî vê yekê ez
kirasê xwe jî biqetînim wê temaşevan bêjin ev “tût” a
Yilmaz Erdogan e tevî ku (tûta min ) amade kiribû di
radyoya Dengê Mezopotamya de hatibû pêşkêşkirin yanî
heke ihtîmala diziyê hebe, dibe Yilmaz Erdogan li
radyoyê guhdarî kiribe û ew tût ji min dizî be, lê dîsa
jî heke min ew projeya Tût li vir pêşkêş kiribûya ez dê
bi diziyê bihatama tawanbarkirin. Kesekî ne digot dibe
ku Erdogan li radiyoyê guhdar kiribe lê her kesî dê
bigota Selamo jê diziye.”
Wekî min di destpêkê de got Selamo piştî seatekê ji
performansa xwe ya yekemîn careke din derkete ser dikê
lê vê carê ew Selamo çû yek din hat. Bi rastî ji nû ve
hinekî bêhna min fireh bû û min di dilê xwe de got “aha
Selamo ev e”. Yanî kesê ku tenê ew di seansa destpêkê de
dîtin dê Selamo bi rengekî naskiribin ku dûrî rastiya
şanoger Selamo ye lê yên ku cara duyemîn yanî piştî
saetekê di performansa duyemîn de ew dîtibe dê kêfxweş û
bi rengekî hêjayî Selamo dîtibin.
Tiştekî din ku min û Selamo li ser lihev nekir ew bû ku
Selamo piştî performansa xwe giha wê baweriyê ku êdî ew
dê giraniyê bide ser helbestên xwe yên teşqele ji ber ku
ji alî temaşevanan ve hatin hezkirin lê li gor min heke
giraniyê bide ser şêwazê xwe yê henekan û rexneyên ku bi
rengekî komedî pêşkêş dike dê karê wî hêjatir bike, li
gor min ew şêweyê lihevanînan gotinan ku Selamo navê wan
dike helbestên teşqele asta Selamo û vê hunerê kêm dike.
Tevî ku nivîskarekî azadiya welat di nivîsa xwe de bi
rengekî pir tûj êrîşî şanoger Selamo kiribû bê ku
sedeman nîşan bide û binirxîne, mixabin piraniya
rexnevaniya me wiha ye, me rexne wekî êrîş û sixêfan fam
kiriye, dema ku em tiştekî dixwazin binirxînin em
dibêjin xweş e yan nexweş e bê ku em sedema xweşî yan
nexweşiya wê bidin xuyakirin. Lê ez texmîn dikim ku we
piştî hin bersivên Selamo dîtin, hûn jî dê sedemên
bingehîn yên ku Selamo bi rengekî ji rastiya xwe kêmtir
nîşan dan bizanibin û sedema herî sereke li gor min ew
bû ku di dema dawî de şanogerê me projeya xwe ya ku baş
li ser xebitîbû (Tût) pêşkêş nekir û li şûna wê (teşqele
) bicih kir.
|