kurdi@tirej.net

2009-09-23

 

                 
 
 

 

 

 

 
 

 

Şevçiraya umrê min

Omer Dilsoz




1
Şîreta Dapîra Min

Xweziyan neçînin bo dilê beyar
Beyar her beyar e
Kurdûnde ye
Çilmisî ye,
bê feyde ye
Çu carê te venahewîne
Ji ber ku
Tiştekî bide we li nik tuneye

Zincîrên xwe naevêje her benderê
Her bender ne ewle ye
Li hinan wargeh tuneye
Bextê wan di nava zik û berzikî de
Wijdana wan di cujdanê de
Qewl û qerara wan pûşê li bênderê
Xeleya li banî ye
Bager ji kîjan rexî lêxe
Pê re ye

2
Jena Dilê Min

Ez bi ber pêjna jenê
Şevçiraya dilê xwe vêdixim
Li kaniya çavên te dadinişim
Wekî derwêşekî mewlewî
Parsekê evîneke destnedayî me
Pak î paqij
Saf î zelal
Û
Çirayê dilê min bi çirûska hîvtava te dilerize

Xweziyan bo te dilê te diçînim
Dizanim ne beyar e
Zincîran li bendera wê datînim
Dizanim dê bibim stare
Şevçiraya dilê xwe li wir vêdixim
Dizanim ji bo min qesr û war e

2007-06-25



 

 

 

 

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.