|
 |
|
Nêrgiz Ismayil |
Pexşan
Tenê ax dizane….
Wisa
ez ê bikaribim bêrîkirinên dijwar binivîsînm.
Ango, tayê peyvan ji kûderê bidizim, da bikaribim
wê çîroka nehatye nivîsanidin binivsînim.
va ye careke din pelkê darên kizwanê dikenin, û di
gel xweşikbûna bejna çinarê sema dikin.
Em nehatine jibîrkirin, û çîrokên me wenda nebûne.
Ger hêza pênûsê nemîne, da bîne zimên evîna me, dê ev
zinar, lat û çiya behsa wan dilên me yên wêrek
bikin.
Em ê ne bi tenê bin. dê Mem û zîn serî rakin, û behsa
diriyên gulan bikin, û gulên ku awirên me ji xwe
re kirbûn peyv û misk, dê bi her kerwanekî de dakin,
û bilîlînin.
Em ê her li hev bigerin.
Em ê her bimrin û biqîrin, her bijîn û bigernijin.
û dê mîna qeraxêyên lêvêyên çeman, em ê belgeyên gûza
û bihîvan bibêjin: bere bayê bêrîkirina me, ji bilî
van kavilên bextên me, ji tu kesî re behsa min û te neke.
Û mizgeftên minare razayî, ji bilî xakê, bere navên
me neyne bîra helbesvanan. dê tenê binivîsîne, dema
herdû can, di nav xwînê de diqiçqiçîn, û di nav
vîzvîza gulleyan de digevizîn.
Ev çiya, fêrbûne çawan ew jî li pey şopa me bin, mîna
em li wan digerin. pirsên me jî, li ser şopa rêkan
dimînin.
Carna, min dgot: belkî li bajarê sêwîtiya te bibînim.
lê, mixabin, çI bikim, min tu ne li vî warî, li
wî bajarî jî dîtî…!!
Çima xewa te nayê…?! xewnê ji min re got: çavên te
hêsran dikin. ma tu yê çîroka çend hêsiran, binax
bikî, û dengê çend avan vemrînî…!!?.
hemû rûyên westiyayî çîrokan dinvîsînin û çîroka te
jî, hîna li herikîna xwe digere.
Bes ji kovan û keseran re keziyên fincana qehwê bixemlîne!
Bes li nav çeman pirsan bixenqîne! ma nayê bîra te..
gelek caran pencereya zindana min vekirî dima, lê
dema tu dihatî, girtî bû…?!
çima dereng dihatî…?!
Ger tu hatî, xemgîn mebe. bila dilê te strana me bibêje.
strana welatekî girî û dilekî şewitî, wê demê, bi
tîrêjên kazîwayê re, dê pencere ji min re bêje, û dirêj,
behsa te bike. dê behsa mêvandarya te ya xemgîn bike.
Va ye, ji axê re, vê çîroka ji xwîn û mijê dihûnim û
dibêjm. ew jî, dikene, bi hezaran çîrokên şewitî,
ser sînga min dişewtîne, û dil, li nav hîman
qerimîne. de tu jî bikene, bibêje û bila dilê te
neşewite…. Xakeke lal e, û hîna xwîna wê dikele.
Carna, li paş daran digirî. carna jî, bi qîrînî dikene.
mixabin, di herdû bîstikan de, tu dengê wê nabihîsî.
em bêriya dawetên xewnên xwe dikin, lewra, qîmetê
dawetan jî nema ye. êdî xewn nema ji dawetan hez dikin.
bi vê darê ve, min termê evîneke lal daliqand, û hêviya
çîrokek e xweşik jê re kir.
behsa dilê te yê biçûk, ji çiya re dikim.
behsa çavên te, ji axê re dikim.
behsa tiliyên te ji darê re dikim.
behsa bilûra evîna şewitî, ji çûk, şalûl û bilbilan
re dikim.
ji pirprîkan re, behsa wê çîroka bedew dikim. nizanim,
ne ez dereng hatim bajarê te, ne jî tu dereng hatî
buhara min…?
çiyayê Qendîl / gulana 2007
nergizismayil@hotmail.com
______________
|