2009-09-23

               

kurdi@tirej.net

 

 

 

 

 

Tu Xewna Çendê yî...?!.

Nergiz Ismayil

 


Baskên şikestî li ber bê dihejîn.
Tîpên bêrîkirinê li ber bayê aso dilerizîn.
Belgeyan, rûkê dîtinê şîn kirin.
ev volkan bêhûde ye.
Li me kiriye perda xeman.
Stêrkên hêvîdar, esîman wenda nakin.
Mirin, bêdeng diherike...
Û ev dil nakeve ber hişmendiya wê.
Êdî bihna asîman û buhara hêviyan, keştiya pêşeroja min digerîne.
Hîna ev can e...
Canek e li binê oqyanosan li masiyê xwe digere.
Giyanê, ez fêrî Jiyana li nav bedewiya zinarên ku dikenin, kirime.
Û girnijîn, ji navika çiya dizê.
Êdî hemû dîmenên van xirbeyan...
Derdên min dikewînin.
Wiha kiriye, ku xudawend jî,
matmayî û lal man.
Katjimêrên avê, sar û gerim ditevizin.
Û hevrikiyên tiblên ewar in.
Pala xwe didin bêrîkirinên xembar.
Nema guh didim efsaneyên derewîn.
Her deng, nema bi kêrî çolên dilê min tên.
Min bi dilopên xuhdana aniya xwe, gul şîn kirine.
Navê wê, çola qêrînê ye.
Ma bîrhatin, mirovan ji bîr dikin?.
Ew dara fêr bibû navê tîpên me, ji bîr nake...
Û dilê xudawendê hêviyan bihêle...?.
Tenê ez û tu tawanbar in.
Lewra ax ne kavilên xav in.
Ne kundên bêçav in.
Ev şev, bendewarên çi ne...?!.
ew hest ji gerê qerimîne.
Mîna hejariya keziyên payîzê…
Darên qaçê hejar bûne.
ji wê xwenê ...
Di wê romana nenivîsî de...
Tu xewna çenda yî...?!.
Tu çavên çenda yî, ku dê di hevdîtina dawî de xwe bikûjin...?!.
Tu yê çemê çendîn bî...
bêyî ku biherikî, tu yê bimiçiqî...?!.
Barê pirsa giran î.
Di şevên zivistanê de...
Tîna agir jî gerim nake dêliyên tiriyan.
Û xweşik nake bejna çinarê.
Va ye, sekeratên hinaseyên xwe dijmêrim.
Va ye, vegerim rojên dawî yên jîna xwe.
Sebir û aramiya Eyûb jî westiyaye.
Û gewriyên çûkan awazan dicûn.
Teyr û firnde, nema tên dîtin
Û hêlînên xwe, nav beştên xaniyên axê de nema çêdikin.
War û şûnwar bi tenê mane.
Tenê sîpelkên gilolîka berfa reş...
Hêêdî.....hêêdî dihelin.
Û li paş xwe pişkujên vîna xwe dihelînin.
Min tenê xewna pêncê ji kirasê şevê re hiştiye.
Nizanim, ji strana saza te re, ez ê aşûpa çendan bim...?!.
ji avjeniya evîna te re, ez ê zeriya çendê bim...?!.
Nizanim .....
nizanim...

 



Çiyayên Qendîlê
15/6/2007


nergizismayil@hotmail.com

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.