Gelo, çend xulek pêwîst in
Li kêleka hefteyan..?
Li gel heft semayên mirinê, em
xulekekê deynin, an hezaran..?
Çend xulek pêwîst in...
Yek, dido, sisê, hezar, çend hezar...?!
Ma çend xulek, dê jiyanê vegerînin
..?.
An mirinê bikujin..?
Cîhan gilover e...
Asîman pan e...
Xulek jî biçûk in...
Têra kûştina mirinê nakin.
Dema mirin tê, xulek wenda dibin.
Çav têne girtin.
Baskên bedew li ber bê diçin.
Carna temenên xulekan jî, kurt dibin,
Dema hefte dimîne hefte.
Û her hefte dimîne hefte.
Û teşiya semaya mirinê,
Nifiran li xulekan dike.
kerba bedewiyê dirijînin
Nav tîrêjên tavek e gerim.
Ma dê jiyan bendewarê çend xulekan
be...?!
Û mirin dê bi çend xulekan koçber
bibe...?!
Ger bizanîbana ku xulek derman in...
Dê tenê semaya xulikan bikiribana
cejna jiyanê, ya dilên wan ba...!!?
Tenê ji bo ku ba baskên bedew
nexwarana.
çiyayê Qendîl
Gulan a 2007
Nergizismayil@hotmail.com
|