|
Xerîbî Li Warê Evînê
Nergiz Ismayil
Li kolanên peyvan, bûme xerîb.
Awir dil têşînin.
Cerg, perçe perçe dikin.
Awirên ku dîtina te diramûsin.
Awirên ku sixêfan bi şekir dikin.
Li warê evîna me...
Çi bi serê min hatiye...!?.
Warê min, min xerîb dike.
Ne peyv dilê min xweş dikin.
Tenê ez û vê pênûsê sêwî ne.
ka ew dengê
Ez vedigerandim buhiştê...?!.
Ka ew evîna hêlîna çûkan.
Belê... nan û goşt xwarin.
Lewra dil xerîb e.
Giyan xerîb e.
Giyan dê tînê bistirê
Û çîrokên bi êş bibêje.
Ma wateya jiyanê çi ye...??
Vî warî berê xwe guheriye.
giyana helbestê ji bîr kiriye.
Tenê hessinê jiyanê bûye vîn.
Lê kanî stûna giyan...?!.
Bi ser vê odeya bêdeng de...
Tenê pirsan dibarînim.
Bi gora miriyekî xemilandî bi
wêneyên zindiyan
li laşê xwe dipêçim.
Her derê wê lalîkên xwarinê ne.
Lê kanî ava giyan...kanî...?
Ji vê axê...
guljînan jî barkirine.
Ew dostên min bûn.
Ka bayê hênik...?
Ka gulên dildaran.
Çavan digerînim...
Miraza dilê xwe nabînim...
Siya min jî xeyidî ye.
Aaaax...
peykerên vê hewşê sar in.
Hestî qeffilîne.
Awiran ditirsînin.
Xerîb im ez...
Ji te xerîb im.
Ji warê xwe xerîb im.
Nikarim rakevim.
Ez li kuderê mame...?!.
Kanî axa şitla min...?!.
Gelo ew wekî min reben e...?
pepoleyan jî nema dibînim.
Tenê wêneyên xewnên min ên razayî,
mane.
Xerîbî mirinek biçûk e
Lê jana wê dijwar e.
Qamişlo
nergizismayil@hotmail.com
|