|
 |
|
Mizgîn Tahir |
Zimanê kurdî nêzî
operayê ye
06 Pûsper 2007
AMED - Di warê muzîka kurdî de her roj pêşketin
çêdibe. Berê kurd tenê bi muzîka dengbêjiyê dihatin
nasîn. Lê di nava salên dawî de ji hîphapê bigire heta
operayê, ji reqsa modern bigire, heta arpê kurd di her
warî de bi pêş dikevin. Jin jî di vî warî de pêşketina
xwe diselmînin. Yek ji van kesan jî Mizgîn Tahir e. Lê
ew şêwaza operaya xwe ji operata kurd Diyana Wekîl
cudatir çêdike.
Operat Tahir ji başûrê rojavayê Kurdistanê li Tirbespiyê
ji dayik bûye, li Zanîngeha Şamê beşa operayê xwendiye.
Li başûrê rojavayê Kurdistanê gelek zehmetî kişandiye.
Ji ber ku zimanê kurdî li wir qedexe ye, mecbûr maye ku
xebatên xwe yên hunerî bi dizî çêbike. Ji ber ku dewleta
Sûriyeyê nahêle bi kurdî konser bên dayîn, ew mecbûr
dimîne ku konserên xwe yên li Sûriyeyê di ofîs û
navendên welatên Ewropayê de bide. Zêdetir di nûnergehên
Fransa û Îtalyayê de konserên operayê dide. Li ser pirsa
me ya ‘gelo kurd ji operayê tahm digirin an na’
bersiveke wiha dide: “Opera teknîkeke deng e. Bi riya
deng mirov operayê dike. Bi dengê li pêş tê karkirin. Ev
tişt di muzîka kurdî de, di stranên dengbêjan de heye.
Li temamê dinyayê, di temamê stranan de tiştekî wiha
tune ye. Ev taybetî tenê di destan û stranên dengbêjan
de hene. Ji ber vê yekê kurd ne xerîbê vî dengî ne. Divê
mirov kurdan xeşîm nebîne. Dema ku mirov bi zimanê kurdî
bistirê û opera bike, divê xelkê kurd tahmekê jê bigirin.”
BI DENGBÊJIYÊ OPERA DIKE
Li gorî Mizgîn Tahir, di dengbêjiyê de, di deng û zimanê
kurdî de çirûskên operayê hene û bi kurdî opera gelek
xweş tê kirin. Ji ber vê yekê jî operaya Mozart bi
zimanê kurdî werger kiriye û dibêje. Ji ber ku zimanê
kurdî nêzî operayê ye, dema ku dest bi vê hunerê kiriye
qet neketiye nava tirs û fikaran. Wê bawer kiriye ku dê
kurd eleqeyeke mezin nîşanî operayê bidin. Bi van hest û
ramanan bi şev û roj xebitiye. Niha dixwaze destana Memê
Alan û Siyabend û Xecê li gorî operayê çêbike û bixwîne.
Her wiha ew gelek kilamên dengbêjiyê, bi dengê operayê
dibêje. Yek ji van kilaman jî ‘Heyran Jaro’ ye. Mizgîn
Tahir li ser pirsa ‘nêzikahiya kurdan a li hemberî
operayê çi ye’ bersiveke wiha da: “Baweriya min gelek bi
miletê me heye. Çimkî miletê me di jiyana xwe de distirê.
Rûdinê distirê, radibe distirê, dergûşa xwe dihejîne
distirê, dimeşe distirê. Ji ber vê yekê ez netirsiyam.
Ku mirov bi zimanê gelê kurd hunera xwe bike, wê kurd
qedr û qîmeteke mezin bidin vê hunerê.” Opera li welatên
mîna Almanyayê û gelek welatên Ewropayê zêdetir ji aliyê
arîstokrat û dewlemendan ve dihate guhdarkirin. Ji ber
vê yekê hinekî ji civakê dûr bû û hîtabî civakê nedikir.
Hunermend Tahir li ser pirsa ‘gelo dê operaya kurdî
hîtabî kê bike’ wiha axivî: “Rast e kesên ku li van
welatan li operayê guhdar dikin taybet bûn. Lê piştre
şiklê operayê guherî. Êdî jan û kesera dilê mirovan bi
operayê hate gotin. Dema ku mirov êşa gel di operayê de
bibêje, gel guhdar dike.” Mizgîn Tahir dema li Amedê
derkete ser dikê, rastî eleqeyeke mezin hat. Kurdên ku
cara yekemîn li operayê guhdar kirin, li ber deng û
awaza Mizgîn Tahir mest bûn. Ji ber vê yekê çepikên
mezin ji Mizgîn Tahir re lêxistin. Çimkî wê bi zimanê
kurdî kilam gotin û bi şêwazeke kurdewar derkete pêşberî
amediyan.
‘TEQLÎD PIR TALÛKE YE’
Li ser muzîka kurdî gelek nîqaşên cuda hene. Gelek kes
şêwaz û terzên nûjen wekî teqlîda ewropiyan dibîne. Ji
ber vê yekê ev terz gelek tên rexnekirin. Lê hin kes
muzîka nûjen na, muzîka ku hunermendên kurd dikin rexne
dikin. Li gorî hin kesan hunera nûjen bê kirin jî divê
çavkanî, şêwaz, deng û awazê vê muzîkê kurdewar be.
Mizgîn Tahir, li ser vê mijarê wiha got: “Hunera nûjen
pêwîst e. Em ê bingeha xwe ji çavkaniyên kurdan bigirin.
Ez li dijî teqlîd û kopîkirinê me. Ev yek pir bi talûke
ye. Tiştê ku dixwazim bibêjim em ê li wan guhdar bikin,
wan nas bikin lê hunera xwe li ser esasê ziman û çanda
kurdan ava bikin. Em ê wek wan bibêjin, lê em ê bi riya
deng û şêwazê ji wan cuda bin.”
MIHEMED ŞÊXO TESÎR LÊKIR
Bi gotina operata kurd, Mihemed Şêxo, Mihemet Ezîz, Seîd
Yûsif û Reşîd Sofî tesîreke pir mezin li ser civaka kurd
kirine. Ew jî yek ji van kesan e ku di bin tesîra van
navdaran de maye. Li gorî gotina Tahir, van dengbêjên
kurd bi kilamên xwe dilê kurdan hênik kiriye û nehiştine
ku kurd berê xwe bidin tahmeke din. Çimkî wan bi tahmeke
kurdewar ji meraq û keserên kurdan re bûne derman. Ji
ber vê divê hemû hunermend û rewşenbîrên kurd ji
dengbêjî û klasîka kurdan îstifade bikin û baş bizanibin.
Çimkî çavkanî û jêderka huner û edebiyata kurdî klasîk
in. Ew stûna hunera kevin û bingeha hunera nûjen in.
MAŞALLAH DEKAK
www.azadiyawelat.com
|