pêla nermiya
kenê bêdengiya
hevirîşimî
di paşila min de
palde
di çavên zeytûnî de
tîrêjên şadiyê govend girtin
fêkiyê salê nêzîkê kir
bextewariya cîhanê
li derya hêviyan
kom kir
muxila rojê
ardê zêrîn
li teşta xeyalan waşand
ken
şevbûhêrkên xwedawendên evînê
li dilê min civand
tevina pîrhevokê
ya li jiyana zindî mirî
efnik girt
li çaranûsê xwe siwar kir
dirand
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.