|
DI PÊNGAV Û
PÊWÎSTIYÊN DÎROKÎ DE, YA HERÎ GRÎNG
BIRYARDAYÎN E!
Hesen Huseyîn Denîz
Dilop bi dilop
razandin bedenên xwe
Ser rêka bêmirinê, di 14ê Tîrmehê de
Çar canên ciwan
Di navbera çar dîwaran de
Ne mal, ne milk, ne berjewendî
Daxwaza wan bû tenê jiyaneke bi
azadî
Ne zilm, ne zordarî, ne dijberî
Dixwestin bijîn bi hev re gel tev bi
aştî
Sal 82, faşîzma 12ê îlonê
Li zindana Diyarbekrê
Di nav derabeyên zengirtî de
Çar çirûskên tovên nûjiyanê
Dijminek xedar, devbixwîn û zilmdar
Îşkence, lêdan, înkar û tinekar
Ne rêk, ne çare, ne derman
Her der reş û tarî, her der asê û
girtî
Bêdengiyek berya mirinê
Tofanek berya erdhejê
Zindiyên mirî, miriyên kujêr
Sayên har, du ling û çar ling
Pêwîstî hebû bi vînek jîndar
Bi berxwedanek vîndar
Bi rabûnek serhildar
Bi tolhildariyek kurdewar
Çar can, çar canan
Çar kelehên berxwedan
Vîna azadxwaziya gelan
Bo felata rûmetê biryar dan
Nîvê serkeftinê ye biryardayîn
Di dema hêvî diqede de
Dibe çrûska jiyanê
Soz û biryardayîn a berxwedanê
Xeyrî, Kemal, Akîf, Elî
Dilop bi dilop laşê xwe kirin zindî
Bi firîna warê bêmiriniyê
Bûn germahî û coşa dilê vî gelî
Li ser rêka wan bû lehî
Serhildan û berxwedana gelê Medî
Hilweşiyan dîwar û derabeyên kevnare
Jiyanek bi rûmet destpê kir li
Kurdistana me
.
DI PÊNGAV Û PÊWÎSTIYÊN DÎROKÎ DE,
YA HERÎ GRÎNG BIRYARDAYÎN E!
Di dîroka mirovahiyê de gelek
rûpelên bi êş û jan hene. Dagirkerî
û desthilatiyan gelek zilm û zordarî
li ser mirov û gelan meşandine. Roj
bûye, xwîn wekî lehiyê herikiye û
çem û robar sor bûne. Roj bûye cih û
war tev li zar û zêçên tê de dijîn
hatine sotin û li cihên wan kelehên
zilmê saz kirine. Hinekan dîwarên
bilind û stûr ava kirine, bi
derabeyên hesin kirine zîndan û
mirov tê de heps kirine; hinekan jî
welat tev kirine zîndan û welatî tev
kirine hepsî…
Di dîroka gelê kurd û tirk de roja
12ê Îlonê herdem van rûpelên têrxwîn
û qirêj ên dîroka deshilatdarî û
dagirkeriyê tîne bîra mirov. Bi
hatina 12ê Îlonê re Kurdistan kirin
zîndaneke servekirî; lê dîsa jî kîna
dilê wana hênik nebû û li Diyarbekrê
di zindanê de zindaneke din saz
kirin. Xwestin di vê zîndanê de
kurdbûnê teslîm bigrin û bi xwe
bidin xiyanetkirin. Xwestin
serkeftina li vir bi ser bixin,
bikin bingehê serkeftina li tevahiya
Kurdistanê bidest bixin.
Di sala 1980yî de, ji aliyê
serokartêşê tirk ê wê demê Kenan
Ewren ve, cûntayek leşkerî, dest
danî ser meclîsa Tirkiyê û şiyandarî
bidest xwe xist. Li Kurdistanê ji
qeymeqamtî û şaredariyan bigir,
tevahiya saziyên dewletê ketin bin
rêvebiriya leşkeran. Ji aliyê artêşa
tirk ve Kurdistan ji nû ve hat
dagirkirin. Operasyonên girtin û
kuştina kurdan heta her gundî hatin
berfirehkirin. Di encama vê pêla
dijkurdayetî de, bi hezaran mirovên
kurd ên di her temenî de dîl hatin
girtin. Gelek ji vana di odeyên
lêpirsînan, ên xwedî derfet û mercên
pir xerab de, di lêdan û îşkenceyên
bê hempa re hatin borandin. Di
encama van kiryarên xerab de, bi
sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan
ku hê jî kes ne aqûbeta wan dizane,
ne jî gorên wan dinase. Yên ji van
odeyên lêpirsînan filitîn, bi
rewşeke nîvmirî anîn zîndana
Diyarbekrê. Li vê derê di bin
fermandariya Esat Oktay Yildiran de,
polîtîka û pêkanînên teslîmgirtinê
li ser girtiyan bi hemû rêk û
rêbazên hovane meşandin.
Ji bo ev rêbazên hovane ji aliyê
nifşê kurd ê ew roj nejiyane ve were
zanîn, tenê saetek dema ji wê
zîndanê dixwazim raxînim ber çavan:
“…Serê Sibata sala 1982an bû; piştî
pêncî û şeş rojên me yên di odeyên
Lêpirsînxaneya Mêrdînê ya ku ji
govên pez vegerandibûn cihê lêmayînê
qediyan şûn re dest û çavên me girê
dabûn û berê me dabûn zîndana
Diyarbekrê. Ji xwe di wan 56 rojan
de bi şev û roj çavên me girtî û
destên me girêdayî bûn. Rojê kêm kêm
du sê saetan dora îşkenceyê dihat me.
Dema hijmara me kêm dibû ev du sê
saet hildikişiya û dema hijmara me
zêde dibû dadiket. Bi sipî û
dûpişkan re cara yekem li wê derê
naskirina me çêbibû. Dema em
gihiştin zîndana Diyarbekrê jî hê
şûna gezên wana dixuriyan…
Bi ketina salona hucreyan a zîndana
Diyarbekrê, qerdiyanan destên me û
çavên me vekirin. Demeke kin wiha
dinya li ber çavên me tarî bû. Pişt
re hêdî bi hêdî her tiştek li cihê
xwe rûnişt. Dîwarên spî, lempeyên
ronahiyên wan tûj, erda şil,
derabeyên hesin, qerdiyanên dest bi
jop! Li pey derabeyan reşahiyên bê
liv û tevger!
Dema çavên me girtî bûn ji
qîrdayînên qerdiyanan me ji xwe re
digot, gelo çima dengê vana ewqasî
qebe ye! Dema çavên me vebûn, me dît
ku her yek ji wana qasî nihîtekî
girs û bilind bûn. Hinekan jop,
hinekan darên stûr ên 5X10 cm.
hilgirtibûn dest xwe. Em dorpêç
kirin û xwestin em cilên xwe deynin.
Gotin ku wê me saxtî bikin. Yên
nexwestin cilên binî deynin, bi dar
û jopan laşên wan sor û şîn kirin.
Piştî her kes şilfîtazî bû, leşkerek
ku şûşeyekî neftê û darikekî serê wî
pembo lê pêçayî hat. Pembo di şûşeyê
neftê(îspîrto) de dakir, bi heste
agir berdayê û yek bi yek bin çengên
me şewitandin. Bi kizirîna muyan re
agir digihişt goşt û di cih de janê
dida ser kezeba te. Ger yekî
bixwesta qîr bidaya, di cih de jop û
pehîn bi ser de dibariyan. Yên ku
diranên xwe digivaştin û nedixwestin
bi qîrdayînê kêfa dijmin bînin, agir
zêdetir di bin çengê wî de dihiştin
ku jana dide zêdetir be û pêwîst
bimîne deng derxîne…
Piştî vê cilên me danîbûn erdê tev
di nava ava li erdê gol bûye de dan
û pişt re zor dan me ku em xwe li
nava wê avê dirêj bikin. Dema em li
nava avê dirêj bûn, bi potînan
hilkişiyan ser pişta me û xwestin em
xwe bi erdê re bixijiqînin. Pê re jî
bi dar û jopan bi awayekî rasthatinî
li her derê laşê me didan. Dawî
leşker tev ji lêdanê westiyan û berê
me dan hucreyan. Derî vekirin û her
hucreyekê sê-çarek ji me dehfandin
hundirê wê. Hundirê hucreyan ji xwe
berê mişt dagirtî bûn. Bi ketina me
re di hundir de, li ser lingan jî rê
nemabû. Girtiyên berê xwe bi ser hev
de qijilandin ku rêka me çêbibe.
Dema em ketin hundirê hucreyê, me
dît ku qasî bi ser pêlavê bikeve
hundirê wê tije av e. Lê em di wir
de fêr bûn ku ew av û ava li salonê
me xwe li ser dirêj kir û bi erdê re
xijiqand, ava ji destavan derdiket
der ve bû. Qerdiyanan bi zanistî
destav xitimandibûn ku ava tev li
pîsiyê derkeve hundirê hucreyan û ji
wir were salonê. Wê şevê heta sibehê
em wiha li ser lingan di nava wê
pîsiyê de man. Roja din û roja din
jî halê me ew hal bû…”
Di zindana Diyarbekrê de yek mafê
girtiyan hebû; înkarkirina nijada
xwe û dûrketina ji mirovbûna xwe.
Çawa ku rayedarên Tirkiyê di her
demê de kurdbûnê wekî tawanekî herî
mezin dibînin û tenê rêka tirkbûnê
li ber mirovan vekirî dihêlin; di
zindanê de ev polîtîka bi îşkence û
lêdan xwestin derbasî pratîkê bikin.
Ji her kurdê girtî re digotin, ‘Hûn
Apocîn ne!’ û dest bi îşkenceyê
dikirin.
Mirovên girtî bi mehan dernexistin
dadgehê, hinekan bi salan ruyê
dadgehê nedîtin. Dema derdixistin
dadgehê, digotin, ‘Gerek hûn sûcê li
ser we înkar nekin! Hûn nebêjin em
kurd in! Hûnê bêjin em tirk in û em
poşman in! Ger hûn wiha nebêjin,
zanibin ku wê cendekê we were
zindanê!’
Di hucre û qawîşan de bi darê zorê
sirûdên nijadperestî yên tirkî bi
girtiyan didan xwendin. Yên
nexwendana derdixistin salonê û bi
dehan qerdiyanên wekî nihîtan
diketin ser bedenê wî yê ji tî û
birçîbûnê ji hal de ketiye. Di
hundirê nîvsaetekê de cendekê wî
nîvmirî dixijikandin hundirê hucre
yan qawîşan…
Piştî berxwedana Mazlûm Doxan a di
21ê Newrozê de, di şeva 18-19ê
Gulanê de çar canên bedew laşên xwe
dabûn ber agir û bibûn xeleka duwem
a berxwedanê. Niha pêwîstî bi
servekirina xelekeke din hebû. Lê ji
bo vê pêwîstî bi biryardayîneke xurt
hebû. Him bi çalakiya Mazlûm, him bi
ya Çaran peyama berxwedanê hatibû
dayîn, lê dijmin qet gavek tenê jî
ber bi mirovahiyê ve neavêtibû û
nehiştibû pêla berxwedanan deng bide
derve. Ji bo vê pêwîstî bi
çalakiyeke domdar a ku bikaribe
dengê xwe bide tevahiya zîndanê û
derve hebû. Divîbû vê carê çalakî
domdar baya ku bandoreke berfireh
çêbikraya. Ev jî bi razandina laşê
xwe ya ser rêka mirina bêmiriniyê
dikarîbû bi ser biketa!
Bi vê armancê mîlîtanên PKKê Xeyrî
Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Elî
Çîçek û çend hevalên xwe biryara
destpêkirina Rojiya Mirinê didin.
Heta ku jiyana xwe ji dest didin wê
zad di qirika wan re neçe xwarê! Yan
wê dijmin îşkenceyê rake û mafê
xweparastinê ji wan re binase; yan
wê heta mirinê biçin û bi pey wan re
nifşeke din û yeke din were…
Di derketina dadgehê de vê biryara
xwe ji heyeta dadgehê û raya giştî
re eşkere dikin. Dema vedigerin
zîndanê vê mizgîniyê bi peyva, ‘Em
bi ser ketin!’ radigihînin hevalên
xwe. Ji ber ku dizanin biryardayîna
çalakiyeke wiha bi tena xwe
serkeftineke herî mezin e. Di pêngav
û pêwîstiyên dîrokî de, ya herî
grîng biryardayîn e! Biryardayîneke
ji dil û xurt nîvenîv serkeftin e û
qasî serkeftinê bi nirx e.
Serkeftina çalakiyê girêdayî
xurtbûna biryarê ye. Di rewşên wiha
de bêbiryarmayîn ji xwe mirin bi xwe
ye!
Çalakiya di roja 14ê Tîrmeha 1982an
de dan destpêkirin bi biryarîbûneke
mezin heta meha Îlonê domiya. Ji
hefteya yekem a Îlonê şûn re
şehadeta lehengên Çardehê Tîrmehê
destpê kir. Tevî hemû hewildanên
Esat Oktay yên teslîmgirtin,
poşmankirin û vegerandina ji ser
biryara çalakiyê, çalakgerên 14ê
Tîrmehê bêhnekê tenê jî di biryara
xwe de sistayî nejiyan û her zêdetir
xurt kirin.
Di vê pêvajoya rojiyê de, bi taybetî
di hefteyên destpêkê de, her roj
sifreyên ser tije xwarinên cûrbicûr
ên bêhnxweş anîn danîn ber deriyê
hucreyên rojîgiran ku vîna wana
bişkînin. Dem bi dem ew bê av, bê
çixare hiştin ku tengav bikin. Dem
bi dem ew bê xew hiştin ku lawaz
bixin. Bi propaganda psîkolojîk
xwestin wana sist bikin. Lê
dagirkeriya tirk bi ti awayî bi ser
neket. Roja ku bedenên rojîgiran
rakirin nexweşxaneyê jî, dermankirin
nepejirandin û di biryara xwe de bi
heterî (israr) tevgeriyan.
Dawî bi şehîdbûna her çar çalakgerên
leheng dagirkeriya tirk pêwîst ma,
bi çalakgerên din ên hê di rojiyê de
ne re, li ser maseyê rûnê û şertên
wana bipejirîne. Ev çalakî ji
aliyekî ve ji wan kesên ku dibêjin;
‘Dewleta Tirk bi PKKê re li ser
maseyê narûnê!’ re wekî dersekê ye;
ji ber ku di zîndana Diyarbekrê de
pêwîst ma rûnê û şertên girtiyan jî
bipejirîne. Li ser rûpelê her du
aliyan destxet kirin ku careke din
li girtiyan îşkence neyê kirin û
girtî li dadgehan bikaribin
parastina xwe ya siyasî bikin.
Li ser vê peymanê çalakiya 14ê
Tîrmehê destpê kiribû bi dawî bû;
serkeftin a girtiyên azadiyê û ya
gelê kurd bû. Dijmin di polîtîkaya
xwe ya tirkkirinê de bi bin diket û
kurd careke din di xwedîderketina li
nasnameya xwe de bi ser diketin.
Çalakiya 14ê Tîrmehê di hundirê
zîndanê de jî bû çavkaniyeke wêr û
biryarîbûna berxwedanê ku tevahiya
dîlên di zindanê de jê hêz bigrin û
di salvegera wê de serî hildin û bi
tevahî polîtîka û pêkanînên qirêj,
dijmirovî û xwînxwarî yên dewleta
tirk têk bibin. Esat Oktay jî piştî
vê têkçûnê ji ser erkê hat girtin,
cihê wî hat guhertin û li Stenbolê
bi awayekî nasnameya xwe veşêre
jiyana xwe domand ta ku mîlîtanên
PKKê di hundirê otobusekê de gule
reşandin ser mejiyê wî û tola
girtiyên Zîndana Diyarbekrê û gelê
kurd vedan…
Îroj gelê kurd li ser rêka
çalakgerên zîndana Diyarbekrê ên
canên xwe dilop bi dilop razandin
ser agir û mirina ji bo zindîbûna bê
dawî, ber bi azadî û serkeftinê ve
dimeşe û ev meşa gelê kurd heta
bigihêje bidestxistina tevahiya hêvî,
daxwaz û xeyalên çalakgerên zindana
Diyarbekrê yên xelek xelek dest dan
hev, wê bê navber bidome. Serkeftin
wê bibe ya gelên mazlûm û ya gelê
kurd ku ji tevahiya gelan mazlûmtir
e.
|