|
WIHA
NABE, XALÊ CEMÎL…
ÇÎROK – Serpêhatiya Keçeke Kurd-
Hesen Huseyîn Denîz
Xalê Cemîl bi berbangê re rabû,
derket der ve, destava xwe pêk anî û
vegeriya hat govê. Devê govê vekir û
rê da pez ku derkeve. Pişt re deng
li kurê xwe kir ku rabe û pez bibe
çêrê.
- Ehmedo, rabe bû nîvro! Mala te
xera nebe lawo, tê bi vê xewê xwe
bikujî. Rabe pez bibe çêrê, ezê jî
dakevim gundê jêrê bê ka ji te re
qîzekê nebînim lawo; wiha ev mal bê
jin nameşe.
Ev nêzî şeş mehan bû ku jina wî ji
sedema êşa zirav jiyana xwe ji dest
dabû, ew û kurê wî yê yazdeh salî
Ehmed bi tena xwe mabûn. Ji ber ku
temenê wî derbas bibû êdî jin pê
qayil nedibûn. Li van nêzîkan jinebî
jî tinebûn ku yekê bîne. Karê malê
tev di stuyê wî de mabû. Êmdana
sêsed pezî, du keran û çêlekekê ne
hêsan bû. Kurê wî tenê bi kêrî çûna
ber pez dihat. Paqijî, çêkirina
xwarina malê, kar û marê pez tev di
stuyê wî de mabû. Li kêleka vana
tevan bêjinbûnê jî agir berdida ser
dilê wî. Dema dibû êvar û diket nava
nivînan, destê xwe her li valatiyê
dipeland û tezînokên cemidî ji nava
pişta wî ber bi sukra wî ve
hildikişiyan. Dema pîreka wî sax bû
ti caran pişta wî wiha necemidîbû.
Kêmek mabû ji çûna wî ya gorê re, lê
hîn li ser xwe bû û niyeta wî tinebû
zû bi zû ruhê xwe bide destê ezraîl.
Ger bi dest ketiba û jinebiyeke
ciwan ji xwe re anîbaya, dikarîbû
careke din vegeriyaba ciwantiya xwe
jî.
Bi dengê kurê xwe ji xeyalan
veciniqî. Kurik qîr da pez û da
pêşya xwe. Xalê Cemîl vegeriya ser
kurik û got:
- Nan û pêxwarinî di bin mekebê de
ye, bixe tûrikê xwe ku tu birçî
nemînî. Dibe ku ez dereng werim.
Dema tu hatî pez bixe govê û av û
êmê wê deyne ber. Ezê biçim ji te re
li qîzekê bigerim. Min bihîstiye ku
li gundê jêrê qîzeke bedew heye.
Dibêjin qasî hêstirekê xurt e. Tenê
ew dikare kar û barê vê malê rake…
Kurê wî gotina bavê xwe di dev de
hişt û got:
- Bavo, tu dizanî ez hîn zaro me. Ma
ez çi ji jinê têdigihêjim? A baş tu
ji xwe re yekê bîne, ne ji min re!
- Huş be kurê kerê! Ez jinê ji malê
re tînim. Wê kî li vê malê û li vî
pezî binêre? Ne tu hîn nikarî serê
xwe bişoyî? Qe ne wê têr serê te
bişo û reşikên tije serê te bikuje!
Du-sê salên din tê bîr bibî û ji min
re dua bikî ku min tu zewicandiyî.
Dê zêde xwe mijûl neke û careke din
jî bi edeba xwe zanibe. Mezinên
mirov çawa biecibînin mirov bi ya
wana dike, ne ku gotinan di ber wan
re radigihine!
Ehmed derbasî hundir bû. Nan û
pêxwarinî ji binê mekebê derxist, di
tûrikê xwe yê şivantiyê de bi cih
kir û pez da pêşya xwe berê xwe da
qelaçê Bagokê…
Piştî çûna kurê xwe, Xalê Cemîl hat
hundir û papor pêxist, tasek av germ
kir û pê ruyê xwe kur kir. Li ber
neynikê li xwe nêrî û qermîçokên
ruyê xwe bi destê xwe rast kirin.
Şehê xwe ji bêrîka xwe derxist û
porê xwe yê gewr şeh kir. Careke din
li xwe nêrî û di dilê xwe de keniya,
got:
- Keça kerê ji êşa zirav nemiribaya
niha deh qîz hazir bûn ku li ber min
bigerin. Min deh kavir û ev çêleka
belek daba kê wê qîza xwe bidaya min
û li ber min bigeriyaba. Lê niha tev
dibêjin; ‘Sitê ji derdê Xalê Cemîl
re mir; ne êşa zirav, êşa Xalê Cemîl
lê ket. Dê Xwedê mezin e!…
Rabû ser xwe û cilê xwe yê eydaniyê
li xwe kir. Cilê reşî pitikên spî tê
de, li ser bejna wî ya dirêjî stûr
wekî bedlê memûrekî rûnişt. Careke
din li ber neynikê li xwe nêrî û vê
carê xwe tam eciband. Bi vî halê xwe,
xwe bi deh qeymeqaman nedida.
Derî li pey xwe xilqand, mifte danî
jorê navbera dar û beran û xwe ji
qelaç ber bi deştê ve berda.
Gundên li deştê yek bi yek nas dikir.
Ev sê meh bûn dostên xwe xistibûn
tevgerê ku ji kurê wî re qîzeke
bedew û zîrek bibînin. Dawî dostekî
wî gotibû; ‘Li gundê Bêrê qîza Elîkê
Toro heye: Qîzeke dirêjî zirav e û
zend û bendên wê wekî sînga mirîşkê
gewr û dagirtî ne. Ji xweşikbûna wê
re tu şerm dikî lê binêrî û ji
jîrbûn û zîrekbûna wê re tu bi bayê
bezê jî nikarî xwe bigihiniyê. Ji
niha ve karê malê tev ew dike û
alîkariya cînaran jî dike. Bavê wê
li bajêr di qumarê de mal û milkê
xwe tev winda kiriye û di binê
deynan de difetise. Ger qismeteke
baş û dewlemend ji qîza wî re
derkeve nabêje, ‘Na’ û di cih de wê
bide.’
Ev salox tam ketibû serê Xalê Cemîl
û berê xwe rast dabû gundê Bêrê,
mala Elîkê Toro.
Elîkê Toro zilamekî cira wî nexweş
bû û zêde bi qumarê dileyist. Dema
jê vedixwarin hiş di serî de nedima
û kî dihat pêşyê bi wana re pev
diçinî. Ger kesekî pevbiçine
nedîtiba, dihat malê û kerbê xwe di
serê jin û zarokên xwe re derdixist.
Jina wî ji tirsa wî re goşt lê
hiliyabû û lepek hestî mabû. Kurekî
wî hebû ew jî bi ser bavê xwe de
çibû û ji sibê heta êvarî li nava
kolanan tolazî dikirin. Lê keça wî
suphan ji xwedê re, te digot qey ne
ji wî ye û ne qîza wê malê ye;
qîzeke heta dawî bedew û sergiran bû.
Di nava gund de hesreta xort û
zilaman bû ku ji xwe re bêhnekê li
xweşikbûna wê temaşe bikin. Porê wê
yê sorî hinekirî heta dûvikê pişta
wê dadiket û keziyên wê yên xwe
berdidan ser hinarkên ruyê wê dilê
xortan disot. Ruyekî gewrî girover ê
têrxwîn û çavên girsî zeytûnî yên
xemgînî li ser bûn. Dema li yekî
dinêrî mirov digot qey bi çavên xwe
diaxive û dilore; wiha xwediyê çavên
biriqandî û şile bû. Diranên wê ji
birinca Qerecdaxê spîtir û
lihevhatîtir bû ku di nava lêvên wê
yên sorî girs de, wekî berfa biharê
ya di bin tavê de biterise, dema
dikeniya wiha ronahî jê dibariya.
Xalê Cemîl dema derbasî mala Elîkê
Toro bû û çav li qîza wî Sêvê ket,
ne bi dilekî, bi heft dilan dil ket
bedewbûna wê û di dilê xwe de got;
- Bila ne deh kavir, du caran deh
kavir qurbana wan zend û bendên te
yên spehî bin!!
Piştî silavdayîn û sihbeteke kin,
Xalê Cemîl rasterast kete nava
gotinê û ji Elîkê Toro re got:
- Tişta Xwedê dizane mirov ji ebdan
veşêre nabe: Wele mala me rezîl û
perîşan bûye. Ji qasî Sitê çûye
rehmetê ne xwarineke germ ketiye
qirika me, ne cilên me hatine şûştin
û ne jî melkes li mala me ketiye.
Ewqas pez û mal û milkê me jî li wê
erdê maye û kesek nîne lê xwedî
derkeve. Tu dibînî ku lingekî min li
vir e, yek li gorê ye. Kurê min hîn
zaro ye, lê salek du salên din wê
bîr bibe û bi keça te kêfxweş bibe.
Dizanim keça te jê mezintir e, lê
rewşa te jî zêde ne baş e; ger em
bibin merivê hev, hem tê rehet bikî,
hem emê rehet bikin, hem jî qîza te
wê bibe xwediyê mal û milkeke
dewlemend û pêşeroja wê bikeve binê
ewlekariyê. Qelenê tu bixwazî jî çi
bikeve ser milê min, bes bila devê
te bipeyive, wiha hesap bike ku mal
û milkê min yê te ye. Êdî ku tu
qebûl bikî, bi izna xwedê û qewlê
pêximber ez qîza te Sêvê ji kurê xwe
Ehmedo re dixwazim…
Elîkê Toro destê xwe avêt simbêlê
xwe û serê wê xist nava diranên xwe,
di devê xwe de gezgizand. Hinekî
ponijî û rewşa xwe anî ber çavê xwe.
Berya Xalê Cemîl were qîza wî
bixwaze yekî ji gundê wî, agahî
dabûyê ku wê were. Ji aliyekî ve
nedixwest qîza xwe bide Xalê Cemîl,
ji ber ku dizanîbû pîreka wî ji ber
zilma wî, bi êşa zirav ketibû; lê li
aliyê din, heta qirikê ketibû nava
deynan û kurmê qumarê jî dîsa
dilebitî.
Piştî hizirandineke kûr, serê xwe
rakir û simbêlê xwe ji nava diranên
xwe berda. Bi serê zimanê xwe bi
kêlekê ve dahfand û got.
- Ji bo qelen, ez pazdeh kavir û du
çêlekan dixwazim.
Xalê Cemîl gotina wî bi lêvkenî birî
û got:
- Kavir tev bila gorî te bin, lê
tenê çêlekeke min heye, li cihê
çêleka din ez kaviran bidim te.
Elîkê Toro vê carê bê hizirandin
got:
- Temam. Bîst kavir û çêlekek. Dawet
jî wê du salên din çêbibe. Dema kurê
te bîr bû, tê werî, emê biçin cem
melê û mehra wan bikin. Heta wê demê
hesap bik, qîza te ye û li mala te
ye!
Xalê Cemîl rahişt destê Elîkê Toro û
çû ruyê wî, her du alî ramûsandin û
got:
- Wey malnexerab ezê ji qîza xwe
bêtir guh bidimê û lê binêrim. Bes
bila karê malê bike, ezê xwe gorî wê
bikim.
- Ji karê malê re gelekî zîrek e.
Ezê niha bang lê bikim bila xwe
amade bike. Tu jî vê şevê mêvanê me
yî, sibê tu dikarî biçî qelenê wê
bînî û keçê bibî.
Xalê Cemîl bawer nedikir ku evqasî
bi hêsanî bikaribe kurê xwe
bizewicîne. Ji ber vê nexwest ku dem
bikeve navberê û Elîkê Toro ji
gotina xwe vegere. Rabû ser xwe û
got:
- Ma ne li malê kes nîne. Kurik çûye
çolê û dema bê nikare pez êm bide.
Ya baş ez biçim malê û sibê qelenê
te bînim. Heta wê demê wê keçik jî
xwe amade bike. Ezê bi xwe re bibim
malê. Ger destûra te hebe ez biçim
baştir e.
Dawî bi vî awahî li hev kirin. Xalê
Cemîl çû malê ku kaviran û çêlekê
bîne, Elîkê Toro jî bang li jina xwe
û keça xwe kir û ji wana re got ku
keçik daye kurê Xalê Cemîl û wê
sibehê were bibe. Pîreka wî ji tirsa
lêdanê dengê xwe nekir û rondikên
xwe bi dizî berdan nava dilê xwe.
Keçikê wêra xwe kom kir û ji bavê
xwe re got:
- Yabo, ez hivdeh salî me, kurik hîn
yazdeh salî ye! Ma çawa dilê te
digre tu min bidî wê malê?
Elîkê Toro ji ber ku ji xwe bawer bû,
vê carê dengê xwe bilind nekir û
got:
- Çi nabe keça min, ma zilamên heftê
salî keçên bîst salî naynin, bila vê
carê jî berûvajî be. Him tê li wê
derê rehetir bikî, him emê bi qelenê
te deynê xwe bidin. A baş tu jî wekî
dayika xwe, xwe bê deng bike û biçe
ser oxira xwe. Qismetê hatiye ber
lingê te pehîna xwe lê nexe!
Sêvê têgihişt ku gotineke din bike
wê bavê wê, dev ji nermahîbûna xwe
berde û wekî her car rahêje
destîbivir û bi wê û dayika wê
bikeve. Ji aliyekî ve, derketina ji
nava vê jiyana bi eziyet baştir bû.
Qey di qedera wê de ev hatibû
nivîsandin? Hêdîka derket der ve û
ew û dayika xwe heta derengiya şevê,
li odeya din, bi dizî giriyan. Dema
bû sibeh, xwezgîniyê wê bi kaviran û
çêlekê ve hat û hewşa wana tije pez
kir. Piştî xwarina taştê jî xatir ji
dê û bavê xwe xwest û ji malê derket.
Dixwest ji birayê xwe jî xatir
bixwaze lê çûbû bajêr û hîn
venegeriyabû; xwedê dizane di kîjan
kolanê de çi tolazî dikirin! Wiha
kelegirî buxçika xwe da ser milê xwe
û da pey Xalê Cemîl. Dema ji gund
derket li pey xwe fitilî û li gund
nêrî; çend pîrek û sê, çar ciwan
derketibûn ser xaniyên xwe û li çûna
wana temaşe dikirin. Yek jê dayika
wê bû û pê dihisiya ku rondikên
çavên wê dadikevin nava dilê wê.
Niha êdî wê sebra dayika wê bi kê
bihata û di destê zalimê bavê wê de,
wê kê ew haş bikraya?
***
Sêvê di rojên destpêkê yê li mala
Xalê Cemîl de zû fêrî karê malê bû û
bi maliyan re zû germ bû. Ehmed ji
xwe bi berbanga sibê re derdiket û
di tarîka êvarî de dihat malê. Dema
dihat malê Sêvê weke guh bide kurê
xwe; dest û lingê wî dişuşt, xwarina
wî datanî ber û ew dibir nava
nivînan. Hefteyê carekê jî jê re av
germ dikir û bi destê xwe serê wî
dişuşt. Cara destpêkê kurik şerm
kiribû, lê ji destê reşikên girtibûn
nava porê wî, tenê bi alîkariya Sêvê
karîbû ji wana xelas bibe. Piştî
şuştina bi sabûna kezwanê û
kelandina cilên wî, ji qasî dayika
wî çûbû rehmetê cara yekem bû, wiha
xeweke xweş dikir. Zû kêfa wî ji
Sêvê re hatibû û êvarî dema serê xwe
dixist himbêza wê, germahiya dayika
xwe tê de didît û heta sibehê xeweke
şêrîn dikir. Dema sibehê radibû,
taştiya wî di tûrikê wî de amade bû
û bi kêfxweşî berê xwe dida çolê.
Bi saya Sêvê cilûbergên Xalê Cemîl
jî spehî bibûn û mal tev ji qirêjê
pak bibû. Ji gova pez bigir heta
derûdora malê her der, her dem pak
bû û ji dotinê bigir heta êmdanê,
hemû kar bi xwe dikir. Xalê Cemîl
tenê ji xwe re rûdinişt û li bejn û
bala wê û li zîrekbûna wê dinêrî û
di dilê xwe de pirr kêfxweş dibû ku
ev keça bedew aniye vê malê.
Sêvê, dema sê mehên wê qediyan, di
roja cejna Remezanê de bi destûra
Xalê Cemîl her du bi hev re daketin
deştê û çûn serdana mala Elîkê Toro.
Dayika Sêvê bi vê serdanê gelekî
kêfxweş bû û çawa çav li keça xwe
ket rondik bi ser de barandin. Vê
carê birayê wê jî li malê bû û ew
têr himbêz kir. Lê kurik qet ne xema
wî bû. Elîkê Toro nîvê kaviran
kiribû pere û ew jî di qumarê de
dabûn. Lê hîn çêlek û nîvê kaviran
li hewşê bûn. Lê diyar bû kavir
birçî mabûn û lawaz ketibûn.
Wê şevê li wê derê man şûn re;
sibehê derketin, vegeriyan mala xwe.
Dayika sêvê hinekî dilrehet bibû ku
rewşa keça wê baş bû û ji mala xwe
razî bû.
Bi vî awahî meheke din derbas bû.
Zivistan bi dawî bibû û biharê serî
dabû. Pez dest bi zayînê kiribû û
Sêvê tenê di ber kar re nedigihişt.
Xalê Cemîl jî pêwîst mabû alîkariyê
bide wê û pê re li berxan binêre,
cihê wana çêbike, ji dayika wana
veqetîne û karên din bike. Wiha êdî
her du bi hev re dixebitîn û ji
sibehê heta êvarî bi dehê caran di
ber hev re diçûn û dihatin.
Xalê Cemîl ji roja yekê ve niyeta
xwe lê xera kiribû, lê her bi xwe
dikarîbû û li hêviya firsendeke ku
li hev were bû. Di van rojên biharî
de bêjinmayînê zêdetir li serê wî
dabû û hişê wî ji serê wî dibir.
Sêvê qet ti caran ew hizir nedikir
ku Xalê Cemîl çav berde wê û bi vê
sedemê zêde guh nedida liv û tevgera
xwe û pir xwezayî û rehet
tevdigeriya. Lê her livandina
keziyên wê, her hilgavtina hûçkên wê
yên zendê wê yê spehî derdixist ber
tavê, her hejandina sîng û berê wê
yê di ber dotinê re, agir berdida
kezeba Xalê Cemîl û bêtir xweajoyên
wî radikirin ser lingan.
Dawî rojekê ku zarok dîsa li çolê li
ber pez bû û Sêvê êm dida berxikan,
Xalê Cemîl ji cihê xwe rabû û hat li
pey wê rawestiya, destê xwe avêt
nawqa wê û got:
- Tu dengê xwe dernexînî! Xweş tu
dengê xwe derxînî jî kesek nîne ku
bi te bihise û di hawara te de were.
Te agir berdaye nava dilê min. Ji
destê bêjinmayînê ez mirim; divê tu
îroj dilê min rehet bikî!
Sêvê veciniqî û xwe paş de hilavêt.
Ji destê Xalê Cemîl filitand û
reviya paş çîtikên li derdora koza
berxan û got:
- Xalê Cemîl, ma tu dîn bûyî? Ez him
bûka te me, him weke qîza te me! Ma
dema te ez ji bavê min girtim, te ne
got; ‘Ezê weke qîza xwe lê binêrim’?
Xalê Cemîl ez di bextê te de. Ma min
çi guneh kiriye? Ma ez hemû karê te
nakim?
Xalê Cemîl girêz bi devê wî ketibû û
wekî hişê wî ne li serê wî be, destê
xwe diavêt Sêvê û di ber re digot:
-Qe tiştek nabe. Tu dengê xwe
dernexînî ez te naêşînim. Qe ji
kesekî re jî nebêje. Bes tu dilê min
rehet bike, ezê malê dinyê tev li
ber te raxînim…
Sêvê kelegirî bibû û ji neçarî kabên
wê şikiyabûn nikarîbû êdî bazde jî.
Bi berger li ber Xalê Cemîl digeriya
û digot:
- Xalê Cemîl ma wiha dibe? Ez him
bûka te, him qîza te me. Ma ji xwedê
ne guneh e? Ma tu çi ji min feqîra
xwedê dixwazî? Xalê Cemîl ez di
bextê te de, min xera neke. Ez di
bextê te de Xalê Cemîl, bi qedera
min neleyize…
Lê Xalê Cemîl ji mêj ve ew avêtibû
erdê û bi bedenê xwe yê dirêjî girs
ketibû ser bedena wê û ew di binê
xwe de bê hêz û bê derman hiştibû.
Sêvê çêqasî li ber xwe dida û qîr
dida, ne dikarîbû xwe ji binê laşê
wî bifilitîne û ne jî dikarîbû dengê
xwe bibe kesekî. Ji xwe li wî qelaçî
rût, tenê ew, pez û xwedê hebû. Lê
diyar bû di vê bêhnê de xwedê jî
berê xwe dabû cihekî din ku gazî û
hawara wê nedibihîst û kesek di
hawara wê de rênedikir.
Piştî karê xwe qedand Xalê Cemîl
rabû ser xwe û got:
- Rabe ji me re avê germke ku em xwe
paqij bikin û bila ev tişt di
navbera min û te de bimîne. Ger kurê
min an kesekî din pê bihise, ezê te
bifetisînim û bêjim ketiye çalê
fetisiye. Lê ku tu bi ya min bikî,
ezê dakevim bajêr û ji te re
gerdaneke zêr bînim û ji îro û pê de
ezê te li ser destê xwe bigrim.
Sêvê bi dilekî kul û şikestî rabû
ser xwe û çû hundirê malê. Cilê wê
tev di nava zibil û xwînê de mabû.
Papora neftê pêxist û av danî ser.
Piştî av germ kir, Xalê Cemîl hat,
serê xwe şuşt û pişt re cilên xwe
yên cejnî li xwe kirin û berê xwe da
bajêr. Sêvê ma bi tena xwe. Cilên
xwe yên bi xwîn ji xwe kirin û dan
ser agir tev kirin pîşo. Pişt re li
kêzînê rûnişt û serê xwe şûşt, lê di
ber re jî her rondik dibarandin
hinava dilê xwe. Di hinava dilê wê
de şerbikeke wiha şikestibû ku
careke din nikarîbû bihata
cebirandin.
Piştî serşuştinê, çû ber sindoqê û
cilên pak derxistin ku li xwe bike.
Dema rahişt kirasê xwe û bilind kir,
ji navê wêneyek pengizî erdê. Rahişt
wêne û lê temaşe kir. Bi hevala xwe
ya rûken û xwêşêrîn Rojîn re rû bi
rû hat.
Rojîn bi awirên dilgerm pê re
diaxift û digot:
- ‘Pêwîst e, mirov li ser xaka xwe
bi rûmeta xwe azad bijî, yan jî
bimre baştir e!’
Berya vê bi salekê bû; ew û du
hevalên xwe yên din, di şeveke reş û
tarî ya berbanga Newrozê de, hatibûn
serdana wana û heta derengiya şevê,
ji wana re li ser azadiya welêt û
mirov axiftibûn.
Sêvê bi baldarî li tevahiya
axaftinên wê guhdarî kiribû û bi
bijeke mezin dilê xwe bijandibû cil
û bergên wê yên li hev hatî û hêvî
kiribû ku rojekê ew jî bikaribe weke
wê rahêje çek û ji bo armancekê
têbikoşe. Lê ne careke din Rojîn
hatibû mala wana, ne jî hevalên wê.
Jê re bibû hesret ku careke din wana
bibîne. Dema ji malê veqetiyabûn
Rojînê ev wêneyê xwe dabûyê û gotibû:
- Bila bîranîna Newrozê be!
Ji xwe roja din Newroz bû û wê şevê
bi hev re derketibûn der ve li agirê
li navsera kêla Dêrbagokê hatibû
bilindkirin temaşe kiribûn…
Sêvê Wêne xist paşla xwe, ser
pêsêrên xwe û cilên xwe li xwe kirin
şûn re derket der ve. Gotinên Rojînê
yên digot: ‘Yan mirov azad, bi rûmet
bijî, yan bimre baştir e!’ di serê
wê de dilerizîn û ew bi ber
biryardayînekê ve didahfandin.
Derbasî govê bû û ji wê derê werîsê
çêlek pê hatibû girêdan ji olkê
vekir û anî hundir. Werîs girt destê
xwe û derket ser kursî. Serê wê di
nava girêkê re derbas kir û bi beştê
bin zikê xênî ve girê da. Pê re
dibihîst ku dilê wê tê givaştin û
destdirêjiya Xalê Cemîl li ser
bedena wê kiriye, weke perdeyeke
sînemê li ber çavên wê dubare dibû û
ruhê wê tarî dikir, jiyan û cihan li
ber çavê wê diherimand. Ji xwe re
got:
- Êdî ez dikarim li ruyê kê binêrim?
Êdî kî vê bedena lewitî dipejirîne?
Ez nema dikarim vegerim malê jî! Ya
rebî, min çi guneh kiribû ku te ev
qeder derxist pêşiya min?
Derket ser kursî û her du destên xwe
dirêjî werîsê dardakirinê kirin. Bi
xeleka ben girt û anî di bin çena
xwe re derbas kir û daxist ser stuyê
xwe. Di wê bêhnê de bi xwe hisiya ku
lehiyeke rondik ji kûrahiya giyana
wê, bendên li pêşyê qetandin û êrîşî
navbera mijankan kirin. Pê re bi
destê wê yê bilindbûyî re pêsêrên wê
hil bûn û wêneyê danîbû ser, di
navbera kiras û taziya laşê wê re
şemitî erdê.
Sêvê wiha werîs di stuyê wê de
careke din bi wêneyê Rojînê re rû bi
rû hat. Rojîn di wêne de li ber
deviyekê rawestiya bû û tîrêjên rojê
dida ser ruyê wê yê gewrî girover û
bibûkên çavên wê diterisandin.
Awirên Sêvê li ser vê terisînê
daliqandî man û pêk re derbasî der
ve bûn, li hilbûna agirê Newrozê
temaşe kirin. Der ve kêmekî sar bû û
tezînokên cemidî bi bedena wana ve
hildikişiyan. Lê her du hevalan mil
dabûn hev û bi germahiya agirê
Newrozê hev disincirandin…
Lêvkeniyeke şîrgerm hat ser lêvên
Sêvê, werîsê di stuyê xwe de hilgavt,
di ser serê xwe re derxist û ji beşt
vekir. Daket erdê û çû der ve.
Rahişt misîn û dest û ruyê xwe şûşt.
Derbasî xwaringehê bû û dest bi
amadekariya şîva êvarî kir. Hatibû
bîra wê ku sibê Newroz bû û îroj wê
dîsa li navsera çiyayê Bagokê agir
hatiba hilkirin! Dixwest dîsa
germahiya wê di dilê xwe de bibihîse
û di nava pêtên wê de hevala xwe
Rojîn himbêz bike.
Êvarî destpêkê Xalê Cemîl ji bajêr
vegeriya û neptî pê re kurê wî ji
çolê bi pez re hat.
Xalê Cemîl gerdanzêrek bi pênc zêran
jê re anîbû û xwest bi destê xwe
bixe stuyê bûka xwe. Sêvê li ber xwe
neda û rê dayê ku gerdanzêrê bi cih
bike. Xalê Cemîl dema gerdanzêr bi
cih kir, pê re destê xwe danî ser
stuyê wê û ramûsanek jê girt û got:
- Pîroz be, li keça min a delal û
fêhman!
Kurik qet hayê xwe jê neanî û
rasterast derbasî ser sifreya
xwarinê bû. Sêvê dema Xalê Cemîl ew
ramûsand, dilê wê ji kûrahî ve
xeliya û kir ku verişe, lê bi kotekî
xwe girt û derket der ve.
Piştî xwarin û vexwarinê derbasî
nava nivînan bûn û dest bi xewê
kirin. Di derengiya şevê de Sêvê bi
tilama destavê rabû ser xwe û derket
der ve. Derbasî paş xênî bû û di
nêrdewanê re derket ser ban, berê
xwe da kêla Dêrbagokê. Tiştek diyar
nedikir. Mat ma! ‘Ma qey îşev ne
şeva Newrozê bû? Ma qey kurd li
navsera çiyan qeliya bûn?’
Di wê bêhnê de çirûskek agir li
navserê diyar bû û her ku çû geş bû.
Dilê sêvê kir gurme gurm û lê da.
Careke din wêr û coş hatibû hinava
wê û dixwest bilive, bireqise, bazde
û bicoşe.
Bêhnekê li êgir temaşe kir û bi wê
coşê daket xwarê. Derbasî serşokê bû
û tenekeya neftê û şûşeyê benzînê yê
ji êvarî ve amade kiribû hilgirt û
hat odeya nivistinê. Bi hêdîka
derbasî odeyê bû û tenekeya gazê li
ser nivînan û hundirê odê vala kir.
Pê re şûşeyê benzînê jî bi ser de
vala kir û tam di wê bêhnê de wekî
hinek zixtekê di Xalê Cemîl re rakin,
hişyar bû û qîr da ser Sêvê, got:
- Sêvê, keça min ew çi bêhn e? Ka
binêre bêhna neftê tê!
Bi carekê re tezînokên sar bi bedena
Sêvê ve hikişiyan û kabên wê
lerizandin. Bi kotekî wêr da xwe û
xwe avêt der ve. Bi xiştepişta lingê
wê Xalê Cemîl ji nava nivînan rabû û
Got:
- Keçê ew çi ye, tu çi dikî? Tê agir
bi mala me xînî! Ma tu dîn bûyî?
Xalê Cemîl bi ber derî ve meşiya û
pê re Sêvê hesteyê di bêrîka xwe de
veşartibû derxist û pêxist. Bi
pêxistinê re devikê ser fitîla heste
vekirî hişt û avêt ber derî. Heste
çawa gihişt benzîna li erdê rijiyayî,
bi carekê re riviniya xwe geş kir û
da hundir; Xalê Cemîl li ber derî
pêşwazî kir û bi yek carê re girt
tevahiya bedena wî. Xalê Cemîl ji
riviniya agir paş de ket û Sêvê bi
lez destê xwe avêt derî û ji der ve
ve xilqand. Xalê Cemîl bi bihîstina
xilqandinê qîr da û kir gazî û hawar:
- Sêvê, keça min! Ji bo xwedê derî
veke. Tobe heram be ku careke din
destê xwe bidim te. Bes derî veke...
Lê Sêvê êdî ev gazî û hawar
nedibihîstin. Pêlava xwe xistibû
lingê xwe. Kêlekên kirasê xwe
xistibûn ber piziya xwe û berê xwe
dabû agirê li navsera kêla Dêrbagokê
hil dibû. Di dilê wê de germahî û
coşa Newrozê difûriya û gotinên
hevala wê Rojîn bibûn lorîkek li ser
zimanê wê diloriyan…
- ‘Pêwîst e, mirov li ser xaka xwe
bi rûmeta xwe azad bijî, yan jî
bimre baştir e!’
|