2009-09-23

               

kurdi@tirej.net

 

 

DEMA ECELÊ BIZNÊ TÊ, DIÇE NANÊ ŞIVÊN DIXWE

HESEN HUSEYÎN DENÎZ


GENGEŞEYÊN OPERASYONA DERVEYÎ SÎNORAN

Hesen Huseyîn Denîz


GENGEŞEYÊN OPERASYONA DERVEYÎ SÎNORAN

Hesen Huseyîn Denîz


DI ZIMANÊ KURDÎ DE TEŞEYÊN (şikil/form) VEGOTINÊ

HESEN HUSEYÎN DENÎZ


ZIMAN HEBÛN E; BÊZIMANBÛN TINEBÛN E!
 HESEN HUSEYÎN DENÎ
Z


LÎSKEK LI SER OLEKÊ

HESEN HUSEYÎN DENÎZ


PIRSGIRÊKÊN DI BIKARANÎNA HOKER Û PÊŞGIRA DEMÎN DE

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

XELATÊN ROJNAMEGERIYA KURDÎ YÊN AZADIYA WELAT 

Ehmedê Huseynî

 

Qamişloka Xwînê

(Guhdarî bike)

 

Dara miriyan


Çi ji kurd di me de maye?


Zilamên Qederê


Êşa Peyvê


Rewşa nivîsê


Kêlîkên têkçûnê


Kavilên nenas


Di rojekê de 12e mehan ji te hezdikim


Bîranînên Newrozê


Kulîlkên Mirinê

 

 
 
 

 

ZÎLANÊN KURDAN
Hesen Huseyîn Denîz
 

 



Zîlan keçeke ciwan bû; ji gundekî nêzî Urmiyê bû. Navê wê Latîfe Salamat bû; di sala 1997an de xwest tev li refên gerîlan bibe; lê ji sedema biçûkbûna temenê wê, nehat pejirandin. Piştî dîlgirtina rêberê gelê kurd careke din tev li refê gerîlan dibe û vê carê di nava refê gerîlan de dimîne. Di roja 30ê Hezîrana 2006an de, di salvegera dehemîn a şehîdbûna Zeynep Kinacî de, li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Sernijmar a girêdayî Merîwanê di pevçûneke leşkerî ya li hemberî artêşa Îranê de, bi birîndarî dîl dikeve destê pastaran. Bê ku Zîlanê bibin gel bijîjkan, pastar îşkenceyê li ser laşê wê yê birîndar .pêk tînin ku agahiyê di derbarê hevalên xwe de bide. Zîlan tevî êş û jana dikişîne, bi lehengî li ber xwe dide û yek peyvê ji devê xwe dernaxîne. Li ser vê yekê pastar bedena wê ya birîndar bi pey trempêleke leşkerî ve girê didin û bi erdê re kaş dikin, heta ku digihêje şehadetê. Ji sala 1996an û vir ve her sal roja 30ê Hezîranê bi bîranîna şehadeta Zîlanan tê pêşwazîkirin. Di vê rojê de Zeynep Kinacî li Dêrsimê bedena xwe kiribû bombe û bi leşkerên dagirker ên tirk de teqandibû.
Ez vê helbestê di kesayeta şehîd Zîlan Latîfe Salamat de, diyariyê tevahiya Zîlanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dikim.



Ez keçeke ciwan
Di 23 saliya temenê xwe de
Bi birîndarî ketim destê neyaran
Li Merîwana Rojhilatê Kurdistan
Di roja 30ê Hezîranê de;

Bi hovitî îşkence kirin
Li ser bedenê min ê bi xwîn û birîn
Dan ber potînan sîng û serê min
Daneket kîna wan
Bi pey cemseyê ve girê dan laşê min
Di ser kevir û ber û sitiriyan re kişandin
Ta ku gihiştim qada şehadetê

Ez keçeke ciwan bûm
Li gundekî Urmiyê
Min çavên xwe vekiribûn li Kurdistanê
Mezin bûm bi carekê re;
Di nava teqîna gule û bombeyan de
Zarokî çi bû; min nedît!
Ciwantî çawa bû; min ne tamand
Li welatekî bindest
Li welatekî parçe parçe
Li welatekî xwîn digrî hatibûm vê cîhanê…

Tîbûyê azadiyê bûm; li welatê recimandinê
Dilketyê wekheviyê, bûm li hemberî zordariyê
Hêviya min bû, têkoşîna li navseran
Derketim ser rê
Rojek ji hivdehsaliya temenê xwe
Ku mil bidim têkoşerên azadiyê
Dê rizgar bikim Dergûşa Mirovahiyê…

Ez keçeke ciwan bûm
Di roja salvegera hevenava xwe de
Min çek hilgirt mil û daketim kela zaliman
Têhna tolhildanê tije bû ser dilê min
Bibûkên çavên min diramûsandin
Tîrêjên roja azadiyê
Bi şerqiniya birûska ji dev û diranê dijmin
Bê ling mam, bê hîlet û derman

Ez keçeke ciwan bûm,
Xwediyê bawerî û hêviyan
Dildar û evîndar bûm ê heval û welatê kurdan
Tawana min tenê kurdbûn bû û
Serhildarî û têkoşerî

Min xwest wekî mirovên cîhanê
Ez jî azad bijîm li ser xaka xwe; wekhev û serbilind
Lê bi pey cemseyê vekirin bedena min a ciwan
Kişandin ta ku gihiştim karwanê şehîdan

Lê min serî nedanî
Rondik nebarandin
Awir sist nekirin

Çûm ser dilovaniya xwe
Bi lêvkenayi şêrîn a we herdem didît
li ser lêvên me Zîlanan…

30/Hezîran/2007
 

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.