|
|
 |
|
DILDAR ISMAIL
|
|
XEWNA DÛR
|
Wê şevê hatim xewna te
Min çi dît min çi nedît
Di himbêza te de har dibûm
Can li min dibû xunav
Dil dikire lavelav
Şevê dikir fîxan
Tariyê guhdar dikir
Bê çav xilmaş dibû
Yar tu min neberdî
Pêsîra te hilmek gerim difûrîne
Ji zû ve min tu nedîbûyî
Sînorên jiyanê ji te dûr kirim
Ey feleka bê nerîn
Bê bextiya te min hişyar dike
Ne yar û ne xewn
Çavan divekim
Li şûna xwe dinalim
Li benda wê rojê
Bi kul û keser
Hêvî dimîne da ku bibînim….Û
Xewnê bikim rastî .
02.03.2007 Elmaniya
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|

www.rojava.net


www.semakurd.net
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.
|
|