|
|
 |
|
Dr.Ebdilmecît
Şêxo |
|
Na !
Na ! Mamoste Berzo Mehmud.
Çanda kurdî bi zaravê kurmancî jî heye .
|
19.o6.2007
Rêzdar Berzo Mehmud nivîskar û zimanzanekî ji Kurdistana
Rojava ye, ewî di pir kovarên kurdî bi zimanê kurdî,
zaravê kurmancî gotar û lêkolînên zimanewaniyê nivisîne,
mamoste Berzo gelek salan di desteyên kovarên bi zimanê
kurdî de mîna"Gelewêjê " û " Pirsê" bi jêrbûn kar kiriye,
ji bo min cihê rûmetê ye ku min jî li gel wî û hin
hevalên din, nivîskarên rêzdar mîna Heyder Omer, Rizo
Osê, û Merwan Osman di desteya kovara "Pirsê " de kar
kirî ye .
Mamoste Berzo danerê pirtûkeke zimanewanî (Rênivîsa
peyva kurdî ) li ser zimanê kurdî (zaravê kurmancî) ye.
Berêz Husên Ehmed hevpeyvînek bi zimanê erebî li ser
zimanê kurdî bi mamoste Berzo re di malpera "welatê me"
de weşandî ye. Mamoste Husên pirsên balkêş, mîna van
pirsên jêrîn ji mamosteyê zimanzan kirine;1-Ji bo çi ew
bi zimanê kurdî dinivîse ?2- Eyan lêkolîner Berzo dikane
hest û nirînên xwe bi zimanê kurdî derbibire ?3- ji bo
çi hemû Kurd bi tîpên latînî nanivîsînin ?4-Çawa berêz
Berzo li helwestên partiyên kurdî di sebaret zimanê
kurdî de temaşe dike?
Li gor nirîna min, mamoste Berzo bi awakî giştî bersivên
têrkirî û sudar dane, wek nimûne ew jî di vê baweriyê de
ku zimanê kurdî pêwîst e bi tîpên latînî bête nivîsîn,
lê eger ewa niha dijwar be jî, lê divê zaravên kurdî bi
kêmasî niha di warê ferhengî de bibe yek û her weha ewî
bersivên din jî bi zanstî pelandine, lê nirîna ku gelek
bala min kişandî ye ev e; lêkolîner dibêje; DI RASTIYÊ
DE EZ ÇANDA BI ZIMANÊ KURDÎ (ZARAVA KURMANCÎ) NABÎNIM.
Di rastiyê de, min jî nedixwast bawer bikira ku
hevpêşeyê me yê berêz, weha pir hişk li zaravê kurmancî
û berhemên kurmancî temaşe dike..lê di hevoka wî de pir
zelal e, ew çanda kurdî bi kurmancî nabîne, ango ewa-
tune ye- !
Di vê derbarê de dixwazim ji berêz Berzo re bêjim; ku te
xwe zor şaş kiriye, ji ber
ku ÇANDA KURDÎ BI ZARAVA KURMANCÎ HEYE lê ewa niha ne di
asta pêşketina zaravê soranî de ye, bi ya min be, ev
nirîna pirtir cihê xwe di warê zanistiyê de digre.
Ez gelek bawerim ku nivîskarê me Berzo navên van mezinan
rind zane û berhemên wan pir baş xwedine, ew gelek çak
zane ku evanan di çand û wêja kurdî de gelek gernas û
payebilind in; tenê ezê li vir navên çendekan hûnim bîra
dostê xwe yê hêca, ewên ku raperînên wêjeyî di berhemên
xwe de çê kirine ; Mele Ehmedê Cezîrî, Feqiyê Teyran,
Eliyê Herîrî û paşê Mîrê helbesta kurdî, pêşengê ramana
netewî Ehmedê Xanî ku îro navê wî di nav wêjeya
kevneşpoî ya cîhanî de hatiye naskirin.
Herweha Mile Mehmud Bayezîdî bi berhemên xwe di nav
rojhilatnasan de jî dîsan pir navdar e
Nivîskar Erebê Şemo damezrênerê ramana kurdî bi berhemên
xwe " Kela Dimdim".û Şivanê Kurd li seranserî Kurdistanê
nasraw e û bi dehan pisporên wêje û zimanê kurdî li
Sovyetistana berê mîna Prof.Dr.Qenatê Kurdo, Prof.Dr.
Haciyê Cindî, prof. Dr.Celîlê Celîl, Prof.Dr. Zerê Yosif,
prof..Dr Celilê Celîl, wêjevan Elî Ebilrehman, lêkolîner
û helbestvan Çerkesê Reş, helbestvan, ramannivîs û
lêkolîner Tosinê Reşît. û bi dehan û dehan berhemên xwe
(Raman, helbest , çîrok, lêkolînên zimanewanî, rexneyî)
bi KURMANCÎ nivîsîneur
Eger li nik mamostê rêzdar rojnamegeriya kurdî beşek ji
çanda kurdî be, divê ez eshe Şahsîwarê rojnamegeriya
kurdî Miqdat Medehet Bedirxan û yekemîn rojnama "
Kurdistan "( 1898 )bi bîra wî hûnim.
Ma ne tiştekî matmayî ye ku lêkolînerê me, zimanzanê me
di warê kurmancî de naxweze mamosteyên xwe û yên me
hemûyan di warê rêzimanê kurmancî de mîna Celadet
Bedrixan, Reşitê Kurd, Qenatê Kurdo û bi dehan yên nû jî
bibîne ?
Ez naxwazim navên hemû kovar û rojnamên kurdî bi zaravê
kurmancî li vir bi nav bikim, lê ez neçar im bi kêmasî
dîsan navên van kovaran mîna " Hawarê ", Ronahî". "Stêr"
Gulistan", "Gelewêj", "Pirs", "Gurzek Gul" Newroz" "Pênûs"
û h.d.hûnim zimên .
Lê dîsan ez tênagînim ku ji bo çi berêz Berzo nexwastiye
berhemên seydayên me Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen
Şiyar, Ehmed Namî tîrêj yên wêjeyî û dîrokî û zimanewanî
bibîne?
Îro gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar li Kurdistana
Rojava peyda bûne, û ewanan bi berhemên xwe çanda kurdî
bi zaravê kurmancî dewlemend kirine, navên mîna bavê
Nazê, Dr. Husên Hebeş, Heyder Omer, Muhemed Osman (Hemdo),Hêmin
Kurdaxî , Nezîr Palo, DiyaCiwan, Helîm Yosif, Can Dost,
Pîrustem, Şahîn Soreklî, CanKurd, Mistefa Reşît, Gundî,
Awazê Kalo Rûxwaş, Bextreş, Rizo Osê, Berzo Mehmud, Elî
Cefer, Şêx Elî, Deham Ebulfetah, Keça Kurd, Konê Reş, û
yên mayîn di ezmana çanda kurdî de bi kêmasî li Rojavayê
Kurdistanê pir geş in, lê dîsan berêz Berzo nexwestiye
wan jî bibîne, ji bo çi ez nizanim ??? Mebesta wî çi ye
? Ez dîsan nizanim. !!??. .
Eger ez vegerim Kurdistana Başur, bê guman e li wir jî
bi sedan lêkolîner, helbestvan, rojnamevan wêjevan bi
zimanê kurdî, zaravê kurmancî pirtûkên xwe pêşkeşî
pirtûkxana kurdî kirine, mîna ku ez zanim" Yekitiya
nivîskarên kurdistanê " taya Dohukê nîzîkî ser pirtûkî
bi zimanê kurdî zaravê kurmancî çap kirine, yanê ez
dîsan tênagînim ku çawa mamostê hêca nexwestiye navên
mîna Sadiq Beha eldîn, Noredîn Brîfkanî, Ehmed Nalbend,
Ebdirehman Mizurî, Muhsin Qoçan, Hesen Silêvanî, Selah
Sedelela, Dr.Fadil Omer, Seîd Dêreşî, Dr. Mesud Kîtanî,
Tehsîn Doskî, Mihemed Emîn Doskî, Xelîl Dohokî, Necîb
balayî, Hêvîn Berwarî, Bayiz Omer, Dr. Kamîran Berwarî û
bi sedan navdarên din û berhemên wanan bibîne ?
Eger ez navên hemû nivîskar û lêkolînvanên Kurdistana
Bakur jî li vir hûn zimên, dê gotara me tenê bi navên
nivîsevanên zimanî kurdî, zaravê kurmancî mişt bibe,
lewra jî ez hêvî dikim ku evan navên jorîn û hîn bi
sedan, navên mayîn bala nivîskarê me Berzo ber xwe de
bikşînin, taku ewanan ji aliyê tu kesan de, ne îro û
sibe netên setemkarkirin.
Ez dixwazim di vê sebaretê de ji berêz Berzo û ji
xwendevanên rêzdar carek din xalek an diyardeyeke
zanistî di warê pêşketina şaristaniyê, çand û wêje de li
nik gelan yan li cem mirovan biçespînim, Yanê eger em
bêjin, wêja êngilîzî ji wêja almanî pêşdatir e, eva qet
netê vê wateyê ku em wêja almanî nebînin, yan eger em
bêjin , wêja almanî ji ya gelê Alban pêşdatir e, dîsan
eva netê vê wateyê ku em çanda û wêja gelê Albab nebînin
.
Dîsan eger ez niha bêjim çand û wêja gelê Rus pir ji ya
gelê Daxistanê pêşdatir e , careke din ne ji mafê min e
ku ez Resul Hemzatov nebînim û .h. w. û nimûneya min ya
herî dawiyê ev e, eger ez bêjim Kurdistan Mukriyanî
zimanzaneke pêşketî ye, dîsan eva netê vê wateyê ku ez
Berzo Mehmud, Selîmê Biçûk, Keça Kurd, Dr.Muhemed Ebdo,
Mistefa Reşit, Dr.Zeredeşt Haco, Deham Ebdil Fetah
nebînim !!
Eger seyda Berzo dibîne ku çanda kurdî bi zaravê soranî
li gor zaravên din li pêş e, ez zû kanim ji wî re serê
xwe bihejînim, lê eger ew dibêje; ez çanda kurdî bi
zaravê kurmancî nabînim!!!, ez bawer dikim ku tu kes ji
nivîsevanên me nikane vê nirîna hişk bipejrîne, lê ez
pir bawer dikim ku hin zimanzanên zaravê soranî mîna
Kurdistan Mukriyanî yan Ferhad Şakilî û hin rewşenbîrên
mîna Muhsên Ciwanmêr, dê pir zû ji mamoste Berzo bawer
bikin û nîrîna wî mîna çekekê li hember zaravê kurmancî
bi kar hûnin û ji me hemûyan re bêjin, de werin
Kurmancino ! va ye zimanzanekî we bi xwe dibêje; çanda
me bi kurmancî tu ne ye !! Vêca ji bo çi hûn dev ji
tîpên latînî bernadin? Hûn ji bo çi dev ji zaravê
kurmancî bernadin … De bila hemû kurmancaxêv tenê bi
zaravê soranî bixûnin û binivisînin . …
Lê bi ya min be mamoste Berzo ta radeyeke bilind bi
dadmendî rexna xwe di derbarê qelsiya partiyên kurdî di
warê zimanê kurdî de arast dike, ew dibêje; faktorên
obyektîv rolên xwe di şûndamayina zimanê kurdî de
dilîzin, lê faktora subyektîv ango (partiyên kurdî )ne
hêzeke karîger e ku zimanê netewa xwe pêşda bibe.
Herweha jî ew rexna hin rewşen bîrên Kurd dike, ewên ku
rêzê li zimanê dayika xwe nakin û xwe bi zanîna zimanê
erebî serbilind dibînin.
Ez li vir pir dixwazim piştvaniya nirîna Berêz Berzo
bikim, û ez jî dengê xwe bi wî re bilind radikim û
dibêjim belê; piraniya partiyên tevgera me li Kurdistana
Rojava di warê zimanê kurdî de qels in, ewanan xwe ji bo
zimanê kurdî nawestînin, ez li vir tenê hez dikim
nimûneke zindî ji xwendevanan re binivisînim. Di êvarekê
de, di sala 1998-99 an de, sekretêrek ji sekretêrên
partiyên me li Helebê sêmînarek ji rewşenbîrên Kurd re
lidarxist, piştî ku ewî axivtina xwe bi dawî anî,
rewşenbîrekî nirîn û baweriyên xwe li ser kêş û aloziyên
tevgera kurdî derbirî, mîvanê me, sekretêrê rêzdar pir
eşkere gote beşdaran, bi rastî min ji axivtinên evî
mamosteyî tiştek fêm ne kir..ji ber ku ewî gelek bi
zimanekî kurdî paqij peyvî, lê mixabin ez hîn ne di wê
asteyê de me …. .
Eva kêmasiya ne tenê li nik ewî heye, gelek mixabin ewa
li nik piraniyên serok û pêşengên tevgera me heye, lewra
jî em dibînin zaravê kurmancî bi piranî bi pênûsên
rewşenbîr û nivîskarên zaravê kurmancî pêşda diçe.
Lê divê ez vê rastiya dîrokî jî berçav bikim; mîna ku ez
zanim hin partî ji zû de û hin dezgehên nûh jî koreyên
zimanê kurdî vekirine û niha bi sedan li seranserî
Kurdistana Rojava şagirt û mamosteyên nûh çê bûne, eva
rastiya jî cihê pesnê ye, ez lava dikim hemû partiyên
din jî di vî warî çalak bin, pêşketina zimanê kurdî erka
hemû partî û rewşenbîran e, bi nirîna min têkoşîna
netewî bê zanîna zimanê kurdî, bê weşandina kovar û
rojnamên kurdî û di pileyeke bilinde, ewa dibe
têkoşîneke ne tewaw û ne tomî.
Di dema niha de li Kurdistana Bakur jî rewşa zimanê
kurdî pêşda diçe, kongire û konfiransên zimanê kurdî û
wêja kurdî li dardikevin, dîsan eva nîşana pêşketina
zimanê me (zaravê kurmancî ) ye .
Ji ber van hemû rastiyên pelandî, divê em çanda xwe bi
zimanê xwe ( zaravê kurmancî ) bibînin û em zû zû hemû
samanên xwe yên wêjeyî, çandî, zimanewanî, rojnamegerî
bi destên xwe wenda nekin.
.
Li dawiyê ez hêvîdar im ku min bi van du, sê rûpelan
zengileke biçûk ji xwendevanan re lêxisti be, ta ku
ewanan jî baweriyên min dewlemend bikin yan kêmûkurtiyên
min zelal bikin .
|