|
|
 |
|
Dr.Ebdilmecît
Şêxo. |
|
Têkoşîna nîvsedsalî li Kurdistana Rojava li gelê
Kurd û li hêzên dêmokratîxwaz PÎROZ BE
|
13.06.2oo7
Di destpêka sedsala 20 ê de rûdawa koledaran mîna
Firansa û Birêtaniya hate holê, ewa ji bo gelên cîhanê
seretayeke bêzar bû, şerê cîhanê yê yekem 1914-1918 ji
bo bidestxistina berjewendiyên koledaran pêk hat. Di
encama vî şerî de, Kurdistan cara duhem li gor Peymana
Saykis-Pîko(1916) parve dibe û Kurdistana Rojava (Cezîrê,
Ciyayê Kurmênc û Kobaniyê) li gor peymana Turkiyê û
Firansa di 20.10.1921ê de bi Sûriyê re dikeve bin nîrê
Firansa .
Dîroka Firansa li Sûriyê reş e, ewê cidabûn ne dikir
navbera gelên Ereb û Kurd, lewra gelê Kurd jî mîna
azadîxwazên Ereb bi hemû tiwanên xwe li dijî koledra
Firansa têkoşîn dikir û ji jo azadiya Sûriyê bi camêrî
qurbanî pêşkş kir. Lê piştî ku Sûriyê bi saya têkoşîna
gelê Kurd jî di 17. 04.1947 an de ji koledarên Firansa
rizgar bû, destladarên Sûriyê pir zû heval û dirawsiyê
xwe(gelê Kurd )jibîr kir, ewanan tucarî nikanî bûn
nasnama netewî ya gelê Kurd nas bikirina, bi ser vê de
jî, ewanan zor û setemkarî li gelê me dikirin.
Ronakbîrên gelê me nikanî bûn rewşa awerte li ser gelê
xwe bipejrandana,lewra jî hin komele, rêxistinên civakî,
û klup bi destên wanan li Kurdistana Sûriyê hatin
avakirin û paşê di roja 14.06.1957 an de hin têkoşreên
rêzdar mîna nemir Osman Sebrî, nemir Dr .Noredîn Zaza,
Reşît Hemo, nemir Mihemed Elî Xoce, Ebdilhemîd Derwîş,
Şewket Henan û hin din yekemîn rêxistineke siyasî û bi
armancên netewî zelal bi navê "Partiya dêmokrat ya
Kurdistanê (Sûriyê) damezrandin.
Di roja 14.06.2007 an de nîvsedsal tomî di ser avakirina
yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê re derbaz dibe, eva
roja, roja destpêkirina tevgera azadîxwaza gelê Kurd li
Kurdistana Rojava ye, hemû partiyên me, hemû rewşenbîr û
kesayetiyên welatparêz xwe bi bîranîna vê roja pîroz
şehnaz dibînin.
Di rastiyê de, ji sala 1957 an û ta sala 2007 an de pir
mixabin gelek partîyên me hatine damezrandin, li gor ku
ez zanim hejmara wan bi yên mezin û bi yên pir biçûk ve,
nimra 14 an derbas kiriye, lê li gor yasayên siyasî û
rêxistinî, bizava me ya dadmend van hemû partiyan
diçerçewîne, lewra jî gava ez niha bêjim tevgera me li
Kurdistana Sûriyê, û bê ku ez bêjim eva partiya jîr e û
ya din qels e, yanê ez hemû partiyan û kesayetiyên
siyasî serbixwe jî bi nav dikim.
Di bin siya van çend rêzikên jorîn de dixwazim li vir
hin rastiyên siyasî û rêxistinî pir bi lez li Sûriyê
biçespînim. 1-Tevgera me ji roja damezrandina xwe de û
ta roja îro têkoşîneke dadmend û aştiyane ji bo pêkanîna
dêmokratiyê û bi destxistina mafên netewî li dijî
hukumetên regezperest û ne dêmokrat dike.2-Tevgera me ji
roja rojê de ji bo biratiya gelê Ereb û gelê Kurd
dixebite .3-Tevgera me tu carî negotiye; emê Kurdistana
Rojava ji Sûriyê veqetînin.4- Tevgera me baweriya xwe bi
karên hevbeş bi rêxistinên dêmokratîxwaz re li seranserî
Sûriyê tîne.5- Tevgera me xwe beşek ji bizava
dêmokratîxwez û aştiyane li Sûriyê û li Cîhanê dibîne.6-
Tevgera me di xebata xwe de, xwe naspêre ser dewlet û
hêzên keysebaz û xwaên dîrokên ne paqij.7- Tevgera me
tucarî li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne
xebitiye.8-Tevgera me herdem berevaniya gelê Sûriyê û
axa Sûriye kiriye û gelek diyardeyên din erênî ji sirûşt
û riweşta tevgera me ne .
Li aliyê din destladarên Sûriyê ta roja îro qenciyek bi
gelê Kurd nekirine, ewanan tenê zordestî, setemkarî,
arebkirina navên gund û bajarên Kurdan, hejmara
awerte(,ango vekşandina nasnamên hemwelatiya Sûriyê ji
sêsed hezar Kurd), zepkirina erdên Kurdan û erebkirina
wan (Kembera erebî) kirine .
Herweha jî destlatên Sûriyê naxwastine gelê Kurd mîna
neteweke serbixwe xawên dîrok, şaristan, çand û ziman
bibîne,lewra jî ewanan ta niha rêdan ne didan û nadin
zarên me ku bi zimanê dayikên xwe bixûnin, çand û wêja
xwe nas bikin,û gelê me kovar û rojnamên xwe serbest
biweşîne. .
Bi ser van hemû zordestiyan de, ewanan bi sedan
têkoşerên gelê me derbend dikirin û hîn jî dikin,û wanan
bi pir awayên derûnî û laşî dêşandin û hîn jî dêşîninn.
Eger çiqas tevgera me niha ne li hev be jî, ango ewa ne
di tenderustiyeke baş de dijî, lê dîsan ewa li gor
gengaz û hêzên xwe, li gor mercên siyasî li Sûriyê û li
gor heyama siyasî ya cîhanî têkoşîna xwe didomîne û
berxwe dide ku vîna gelê Kurd derbibire .
Em çiqas xalên erênî yên tevgera xwe dibînin, lê em ji
ber pir xalên neyînî jî di bizava xwe de dinalin, bi ya
min be û bi kurtî, divê ne tenderustiya tevgera me,
bandura neyînî li wireyên me yên netewî, siyasî neke, û
nehêle ku em bi reşbînî li tevgera xwe temaşe bikin, ji
ber ku reşbînî jî bi xwe nexweşiyek hîn girantir e,
bervajiya wê, pêwîst e em nexwşiyên tevgera xwe bi
geşbîniyê çareser bikin, çimkî dîroka gelek tevgerên
siyasî, şoreşên azadiyê ji aloziyên siyasî û rêxistinî
ne rizgar bûn, lê li dawiyê ewanan bi geşbînî û bi
berxwedanên pîdar armancên xwe pêk anîne .
Ez jî di vê baweriyê de me ku tevgera me dê pêşkeve, dê
di pêşerojê de xwe ji pir kêmaniyên rêxistinî û siyasî
azad bike, di vê sebaretê de jî ez pir bi hêvî me ku
rewşenbîrên siyasî , kesayetiyên siyasî serbixwe ,
nivîskar û rojnamevanên welatparêz destên xwe ji tevgera
xwe venekşînin û bi herdem bi awayên hişmendî û zanistî
li gel tevgera xwe aloziyên ramanî ,siyasî ,çandî,
rêxistinî bi nirîn û pêşniyarên xwe çareser bikin.
Bi bûneya vê cejna mezin ya tevgera me, ez gelê me, hemû
partiyên bizava me, hemû rewşênbîr û nivîskarên
welatparêz li Kurdistana Sûriyê pîroz dikim.
-Bila bi sedan çepkegul li ser gornên damezrênerên mîna
nemir apo Osman Sebrî , nemir Şewket Henan , û nemir
Muhemed Elî Xoce û yên mayîn bin !
-Hezar silav li damezrênerên mîna Mamoste Reşît Hemo û
mamoste Ebdilhemîd Derwîş û yên mayî bin.
-Bila bi sedan gurzên gulan li ser gornên pakrewanên
tevgera me bin.
-Bila bimre zordestî û şovînîstî !
-Bijî dêmokratî li Sûriyê !
- Bijî tevgera me ya azadîxwaz !
|