|
Helbestvanê
kurd Şêx Memdûhê
Birîfkanî(1922-1976)
Besam
Mistefa
"Ez feqiyekê
belengaz im ji feqiyên Dîwana Cizîrî"
Şêx M.Birîfkanî
Ji dema yekem helbestvanê Kurd Baba
Tahirê Hemedanî-`Uryan-heta bi
helbestvanên nû, qada helbesta kurdî
bi hest û nest, hêvî û azwer û xwîna
helbestvanan hatiye rengînkirin,
xemilandin. Bi taybetî helbestvanên
me yên kilasîk yên ku xweza û
bedewiya kurdistanê di helbestên xwe
de, pesin kirine û nemir hiştine.
Şêx Memdûhê Birîfkanî yek ji wan
helbestvanên ku ji baxê helbesta
kurdî ya kilasîk çêj wergirtiye û ji
kaniya herikî ya Melayê Cizîrî û
Feqê Teyran vexwariye. Kurdistan bi
hemû bedewiya xwe di helbestên wî
de, rû dide, û milletê kurd û zimanê
kurdî tê pesindanê.
Jînenîgariya Şêx Memdûhê
Birîfkanî(1911-1976):
Şêx Memdûhê Birîfkanî di sala 1911 ê
zayînî li–Badê-ya ser bi–Dihokê-
hatiye ser rûyê dinyayê. Di heft
saliya xwe de, dest bi xwendina
Quranê kiriye. Xwendina xwe ya olî
li Birîfka li ber destê Mela
Ebdullahê Etrûşî sê salan xwendiye.
Piştre, li–Sipîndarê-dora salekê li
ber destê Mele Ebdulxaliq Akreyî
xwendina xwe berdewam kiriye. Piştre,
li–Etrûşê-li ba Şêx Ebdulrehmanê
Etrûşî bicîbûye, û li ber destê Hecî
Mela Ehmed xwendiye. Ji Etrûşê jî,
berê xwe daye-Kemeka-û dora du salan
li ba Îsayê Salihê Kemekî xwendiye.
Di sala 1931ê de, xwendina xwe
bidawî aniye. Piştre, li Zaxo li ber
destê Mela Ebdulxaliqê Akreyê
bawernameya 12 `ilman wergirtiye û
vegeriyaye Birîfkayê. Piştî ku Şêx
Memdûhê Birfîkanî îcaza xwe li ber
destê Mela Ehmedê Akreyî werdigire,
di heman salê de îcaza Terîqeta
Qadirî ji destê Şêx Mihemmed Rizwanî
digire. Ji bilî vê, wî li Bexda û
Necefê jê fêrên ayînî wergirtine.
Şêx Memdûh du jin ênabûn. Li Zaxoyê,
sala 1938an keça Yusif paşa, xuşka
Hazim Begê li xwe mehr kiriye, û di
sala 1954an de jî keça Mela
Mihemmedê kurê Ebdulxaliqê Akreyî
mehr kiriye.Şêx Memdûh du caran çûye
Heccê.
Di sala 1970ê de, Şêx Memdûh dibe
endamê komîteya birêvebir ya
nivîskarên Kurd. Her weha, yekem
serokê êkîtiya nivîskarên kurd-tayê
Dihokê. Ji bilî vê, ew endamê Korrî
Zaniyarî Kurd bûye. Şêx Memdûh di
hindek helbestên xwe de, xwe bi (Exlatî)
nîşan dide. Û Exlatî naznavê Şêx
Memdûhê Birîfkanî bû. Exlat navê
bajarekî bakurê kurdistanê ye. Şêx
Memdûh ji malbata Şêx Ehmedê Exlatî
ye.
Helbestên Şêx Memdûh di gelek kovar
û rojnameyan de hatine belavkirin,
weşandinê, weke kovara
Ronahî-Hawar-Birayetî, Nûserî
Kurd-Kirêkaran, û di rojnameya–Bizav-.
Diyar e ku helbestvanê me yê hêja
Şêx Memdûhê Birîfkanî ji zaroktiya
xwe ve, hez ji edeb, wêje û
helbestvaniya kurdî kir. Bandora
kilasîkên Kurd–Melayê Cizîrî, Feqiyê
Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê
Bateyî..htd, ser şî`ira wî berz û
diyar e. Şêx Memdûh xwe mîna "feqeyekî
belengaz ji feqeyên Dîwana Melayê
Cizîrî" dihijmart.
Şêx Memdûh di nîsana sala 1976an de,
çû ser heqiya xwe û li bajarê Dihokê
hate veşartin.
Gencîneya şî`ir û helbestên Şêx
Memdûhê Birîfkanî mezin û berfireh
e. Bi evîn û hezkirin, kurdewarî û
ruhê niştimanperweriyê û eşq û heza
kurdistanê xemilandî ye. Şêx Memdûh
kurdperwer bûye û ew sitemkariya ku
hatiye serê milletê wî,
nepijirandiye.Zimanê Şêx rewan e û
mîna çem û robarên Kurdistanê, wisa
zelal, wisa paqij, diherike. Lê, her
çawa be jî, ruhê netewayetî li nik
ewî dabû ser aliyên dinê jiyanê. Şêx
bibû fida û girêdayî doza gel û
welatê xwe, û helbestên xwe terxan
dikirin ji bo ax û xwezaya
kurdistanê di gel helbestên ku di
nava xwe de nêrîn û felsefeya wî
vedihewînin. Her weha, wekî zanayekî
kurd hiştin û parastina ziman û
edeba kurdî jî weke erkeke xwe didît,
û di vî warî de ferhengeke
kurdî-kurdî di gel helbestên xwe di
dîwanê de, dide çêkirinê. Şêx dibêje
ku: "pêdivî ye em li edebiyata xwe
miqate bin, her dem di hizra me da
bit, wê ji hindabûnê biparêzîn".
Hilbet, ev nayê wê wateyê ku, Şêx
Memdûh dûrî ol û dînê xwe ketibû,
lêbelê wî hezkirina ol û
netewayetiyê bi hev re fêrî feqe û
mirîdên xwe, dikir. Belê, Şêx
Memdûhê Birîfkanî mirovekî hestyar û
nefisbiçûk bû. Cîhana wî ya
helbestvaniyê bi dostanî, hezkirin,
ayîn û niştimanperweriyê dagirtî bû,
ji bilî şahîkiya zimanê wî yê kurdî.
Bê guman, ev hestên Şêx Memdûh yên
neteweyî û welatparêziyê bûne sedema
zindankirina wî û derengketina
çapkirina helbestên wî yên ku bi
kêmî di hindek kovar û rojnameyan de
li Iraqê hatibûne weşandin, weke
rojnameya (Welat) û kovara (Nûdem)-Karwan-Beyan-Rewşenbîrî.
Şêx Memdûh mirovekî aqilmend û
bîrwer bû. Mirov, bi zimanê xwe yê
xweş û rûyê xwe yê geş êsîrê
kesatiya xwe dikirin, nexasime ku
malbata wî-Birîfkanî-li deverê bi
tundî tê hezkirin û qedirgirtin. Şêx
Memdûhê Birîfkanî lêkolînên giştî
ser edeba kurdî-zaravê behdînî-dikir
û di wêjeya erebî de jî, xwedî
zanayî bû.
Weke berê jî hate gotin, Şêx Memdûhê
Birîfkanî, li ser şopa helbestvanên
kurd yên kevin–kilasîk-bi taybetî
M.Cizîrî û F.Teyran, helbesta xwe
dihûnand. Şêx Memdûh bi şêwaza
nivîsandina xwe gelek ji wan ve
nêzîk bû, û her di warê ayînê de jî
wekî wan olperest bû, û bi navê olê
li piraniya dever û parçeyên
kurdistanê geriyaye. Her weha, Şêx
gelek gotinên kurdî yên kevin sax û
zindî kirine û di helbetsên xwe de
bikar anîne, di gel ku wî şî`ir û
helbestên gelek helbestvanên kurd
yên kevin komkirine û ji windabûnê
parastine tevî ku gelek ji wan hîn
nehatine weşandin, ne ketine ber
ronahiyê de.
Di derbarê Şêx Memdûhê Birîfkanî de,
Sebrî Botanî wiha dinvîsîne: "Şêx
Memdûhê Birîfkanî di edebiyata me ya
kilasîk de navekê girîng e".
Bê guman gera Şêx li piraniya bajar
û gund û deverên kurdistanê bû
alîkar ku zimanê wî yê kurdî xurt û
bihêz bibe, û gelek zaravên kurdî di
helbestên xwe de bikar bîne, û
peyivên kurdî yên resen ji gencîneya
ku dabû hev, derdixistin, û dikirin
rist û hozan di pesindana xweza,
xurista kurdistanê de. Reşîd Findî
behsa hunera helbestê ya Şêx Memdûh
Birîfkanî dike û dibêje: "Hozanêt
Şêx Memdûh Birîfkanî di ter û nazik
û ciwan in, û rehwaniyeka hunerê
hozanê û şarezayiya zimanî lê diyar
dibît".
-Berhemên Şêx Memdûhê Birîfkanî:
1-Laleşîn:beşê yekê ya dîwana
wî-1997, Stockholm, çapxaneya APEC.
2-Ferhenga Birîfkanî:di sala 1950 î
de hatiye nivîsandin. Kurdî-Erebî ye.
Kurdiya wê bi herdû tîpên erebî û
latînî ji aliyê Şêx Memdûh ve hatiye
nivîsandin.
3-Berhevkirina dîwana Şêx Nûreddînê
Birîfkanî (1940-1966).
4-Berhevkirina dîwana Şêx Şemseddînê
Qutbê Exlatî yê
Birîfkanî(1940-1966).
5-(El Heqîqe wel Beyan fî tercumet
sadat Birîfkan) bi zimanê erebî
.1961.
6-Pêncî û yek helbestvanên kurd.
7-Lîsteya dara malbata Birîfkaniyan.
8-Gelek gotar û çîrok û metelok û
lêkolînên ser dîroka milletê kurd.
Helbest:
Welalatê me
Şax û daxên di wilatê me pir e
j`şengebiya
Çîçek û alal û beybûn qul bi qul
ketine çiya
Nêrgizên ser di giran şermendê xemla
te ne
L`çîmenên nazik û ter simbil diden
aweriya
Sorgulên sîmayê rengîn l`terzina
girtî xunav
Daxedar im bo binefşên xurmeî l`ber
keviya
Çar kinarê keviya sosin û simbil
xemilîn
Mêrg û baxên di beheştê didine ber
çikiya
Heçî coma tu binê bexçeyê rizwan e
wilat
Baxê Îrem te hebît dê bideye
mizgîniya
M`irîya bînî lê danî sê şevan dê
jêne ve
Her dema binêrî bihare kanî nûjdare
giya
Ax ji zêr e l`çiya binêre dur û
almas in hemî
Çendî cewher cumla yekser wê ji
nikme çûn ciya
Rez û bax û çîmenan şalîl û balîl
dixwînin
Deng û awazê şirîn kefte nihal û
geliya
Kan û gencên d`wilatê me pir in mil
dane yek
Sed hizar in tev bijar in makê kîmya
ye giya
Serwerê çendî cihan heq bêguman erdê
me ye
B`qurçeka avê ji dola sax diken
bêvariya
Heçî vî erdî bibînît paşî jê bene
derê
Şêt dibît hadir di gavê dîn û har
kefte riya
Bes bibêje kêm birêje Exlatî nas î
ji mêje
Cih biheşt e çiya û deşt e av `heyat
e l`kaniya
Hilo Rabin
Hilo rabin gelî Kurda bi can û mal
bi `ehd û soz
Binêrin faris û tirka l`me napirsin
`ereb û rûs
Ji tirka ya me bû erd û hemî rêze
hemî Tersûs
Hekarî û Tuncelî û Mereş Kemîşxane
heta Toros
Hinek Qeyserî û Sêwas û hinek Toqat
hinek Mêrsîn
Exne û Dêrsim û `Entab, Qerehisar û
Artwîn
Bîngol û Şirnex û Cizîrê û Exlat û
Mafarqîn
Sêwreg û Wêranşehir û Batman û Dara
û Nisêbîn
Melatya, El`ezîz, Xerpût, Giresun û
Adîyeman
Qerekose û Trebzon û Bazîd û Qers û
Erdûxan
Urfa û Sêrt û Erzerom, Bidlîs û Mûş
û Erzincan
Îslahiye û Îskenderûn, Diyarbekir,
Mêrdîn û Wan
Eve hemî kurd bûn xurî zarî di
kirmancî dixwand
Man bêxudan û bêxweyî lewra ku tirka
j`me revand
Exlatî hindî ba dikir trika cihê me
j`xu kirand
Kesê çi pisyar lê nekir derd û xema
dil peritand
________________________________________________
Jêder:
-Dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî,
berhevkirin û amadekirina Zahid
Birîfkanî,çapa didiwan, dezgeha
Aras-2002.
-Dîwana Kurmancî, Ebdulreqîb Yûsiv.
|