2009-09-23
 

 

Bengî Mûşî

Ez ê bi kurdî binivîsim

Merheba Bavo...

Ev demek bû min ji te re name nenivîsandibû. Ji ber ku ev nêzîkê du heyvan ez çûbûm cihê xwe yê berê. Hinek karê me hebû me qedand û em zîvirîn cihê xwe. Dema ez ne amede bûm heval Hacer peyam û nîşeyeke te ji min re rêkîribû. Min tevahî xwend û ez kêfxweş bûm. Bi rastî jî min dît ku ji bo zimanê kurdî tu min rexne dikî, li ser vî esasî min jî biryar girt ku ez ê jî ji te re namayeke kurdî binivîsînim. Ez bawer dikim ku tu jî dê pir kêfxweş bibî. Bes ez hêvî dikim ku tu nebêjî hinek heval şûna min de ev name nivîsandine. Ji ber ku ez bi xwe dinivîsînim û ez hewl didim bi perwerdeya zimanê kurdî re nivîsandina xwe jî sererast bikim…

Dermanê mîgren û egzema, dîsa boyaxa ku te rêkiribû gihişt destê min. Ez ji bona van pir spas dikim. Dervayî van heger te tiştekî din rêkiriye, ez wan nizanim, bes ev gihîştin destê min. Ez ê dermanan di demeke kurt te biceribînim. Boyax jî li gora dilê min e, rengê ku min dixwest jî jixwe ev bû, ji bona vê jî ez pir spas dikim.


Bavo rewşa min baş e, ez hêvî dikim ku hûn jî baş bin. Heger tu bikaribî saet û rojên programa xwe ji min re binîvisînî ez ê pir kêfxweş bibim. Li gor ez dizanim tu rojane nîv saet rojnameyan dixwinî. Heger bernameyeke te ya din hebe, ji min re binivîsînî dê baş be.


Dema ez çûm aliyê din min heval Şoreş û heval Kamûran dîtin. Heval Rotînda jî hatibû gel me. Min bi wan re hinek nîqaş jî kir. Li gor behs dikirin rewş û xabata te baş derbas dibe. Ez jî hêvîdarim ku di xabatên te de tu pisgirêk dernekevin.


Bi rastî jî nivîsandina kurdî hinekî ji min re zor tê û ez nikarim hestên xwe jî tam bînim zimên. Bes ew jî ji bo min bû gava yekemîn. Belkî di dema pêş de ez ê bikaribim nameyên hîn xweşiktir binivîsinim. Berî ku ez nameya xwe biqedinîm, ji te re, ji dayîka xwe û birayê xwe yê mezin re silav û hezkirinên xwe bi rê dikim. Dîsa ji Leyla, Savaş û malbatên wan re jî silav û hezkirinên xwe dişinim. Hêlîn Garzan, Hacer û tevahî hevalên me yên saziyê, dîsa hevalên din jî ji we re pir silav dikin.


Di xabetên we de serkeftinê dixwazim û li ser hêviyên ku careke din em hev bibînin.


Silav û hezkirin

Bengî Mûşî

Wargehên Azad
 

www.azadiyawelat.com
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.

 

www.semakurd.net