|
Hege
Azer Osî
Hege tu bi tenê bî!
û giyanê te ne paldayî be.
Ji xwe, ez jî bêyî te
her dem bi tenha me
û tu.....
hêlînek ji hêlînên gulanê bî
mîna bayê xwezayê,
û awazên têla dilê min bî
û ez jî......
mîna peyveke nazik
li ser herdû lêvên te bim
berî roj hilê
çima tu nayêyî
li tabloya te çêkirî ,
bi nerîna dawî
û berî mirinê
temaşe nakî
û bi hêza te dida,
min ranakî.
Vê sersalê
li xwe vegere
di cîhana min de
cîhana te radest dibe.
Finda wê bi destên hevirmêşî!
yên ko newq û bejin li yar badidan
bi xwe vênaxî.
Dê were
wê hemû firişteyên min
di zagonên xwezayê de
mîna min li te bibanin.
Hege tu nayêyî!
çawa ez ê yekî mîna te, biafirînim
û di qeyika kê de
di çemên te de
der bi der bigerim.
Dê were
û berî xatirxwestinê
ji ser dilê min, perperîkên evîna ji
me mayî
li derên mizdan bifirîne.
Bêyî te!
sitrana dû yaran
a tomarkirî bi dengê bilbilê
berbanga me
ez guhdar nakim.
Vê sibehê
ji bêhna te
kevok koçberî vir dibû
û bi mijê re,
hûrik hûrik baran dibare
û heyvanê eşqa te
ji rêwiyên rêça te re
aramiyê dide
û siwarê sibehê, ji boyî min
dereng bi rê dikeve
û li cihê min tu dîtî
ayetek ji ayetên pirtûka min û te
dixwîne.
çima tu nayêyî
hîna li vir
dara te çandî mîna peyvên te bi hêwî
ye
û siya wê di her danî de
min vexwendî nimêja eşqa te dike.
çima tu nayêyî
qey hîna tu serxweşî gerînoka eşqê
nebûye
yan derdên wê, te sergêj û bê hêmin
nehiştiye
û hîna tu li rêveqetînan nemaye.
.................
çima tu nayêyî
ko ez ji nû ve wekî berê xweşik
bibim.
Di çavên te de xilmaş bibim
û di xewa hemû xwedan de,
xewnên eşqa te bibînim.
û kirasê hezkirina te di şevên
bêdengiya Melê de
li xwe bikim.
çima tu nayêyî
hêstirên eşqê li bendî...
paqijkirin,
danhev û kulma destên te ne
ko tu bi wan tovên evîna min û xwe
li hemû qomistanan av bidî.
Ezman mîna heşîniya çavên te
ji banga me perhîz dibe
û deşta xuyayî li bin asoyên xewnên
me
asoyên ko min bi bîranînan nêzî te
dikin
bost bi bost dipîvim.
çima tu nayêyî
çi te dûrî xewna ciwaniya te dixe
û çi nahêle tu mêvan perweriya min
bikî.
...........
Bi hatina te
wê hemû êş
bi xwe ji bîr bibin.
Ez nizanim,
û dizanim
bê çima evîna te
ji bo jîna ko tê
şîna ko tê
ya bi te tê
min li ber şepolên xwe dibe.
27. 12. 2oo6
Almanya
|