2009-09-23

 
 

Ahîn Zozanî

Tîrêjên geşbîniyê

 

 



Demê!

çima te ji tavên sibatoka dîn

neparastim..??

Demê!

çima te li ber lehiya stemê

winda kirim..?

Demê!

çima te gul ji ber bihna min çinî,

çima tu ne bûyî çiyayê Cûdî

û ez hemêz nekirim..??



Gelekî li te digeriyam

Dîtin; xewn û sawîr bû..

Demê, roka te dereng diyar bû ?

Nuh demsalan diguhêze zeviya dil

berê xwe daye çiyayê kul û derdan

û teşiya jiyana zêrîn li kabokê dixe..!!



Bi bihnvedana germa hinavê

keseran dirêse,

wa dibêje:
dê şalê azadiyê ji min re birêse..

şalekî rengîn e,

Kesk e, rengê xwe ji buharê disitîne..

Zer e, ji roka asîmanê welat e…

Sor e, ji gulşena evîn e..!!



Çavek li demjimarê ye,

yek li rîs e…

û bi tîrêjên geşbîniya keskesoran

bi peymana çavan;

rojbûna evînê

newroz bû ji te re jiyana me..!!



08.03.2006


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

www.semakurd.net

 

 

 

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.