|
 |
|
Aslika Qadir
|
Kurdên me zimanê tirkan
ji yê xwe bilindtir dibînin
10 Pûsper 2007
www.azadiyawelat.com
AMED - Yek
ji dengbêjin jin Aslîka Qadir ku tevlî 7'emîn Mîhrîcana
Çand û Hunerê ya Amedê bû, diyar kir ku dîtina Amedê ji
bo wê xewnek bû, ev xewna wê bicih hatiye, lê li gel vê
keyfxweşiyê xemgîn jî bûye û wiha got: "Li vir kesek bi
kurdî na axive. Li gorî min ev malxirabî ye. Di dema
konserê de min digot belkî polîs min fêm nekin. Lê polîs
fêrî kurdî bûne û kurdên me jî fêrî tirkî bûne.
Ez bi wan re bi kurdî di axivim, lê dinêrim ku ew bi
tirkî bi min re di axivin. Ez 6 zimanan di zanim, lê
dîsa jî ez bi zimanê xwe diaxivim. Kurdên me di nav
kompleksê de ne. Zimanê tirkan ji zimanê xwe bilindtir
dibînin. Modernîteyê bi zimanê tirkî dibînin."
We çawa dest bi dengbêjiyê kir?
Dengbêjiya min li malê destê pê kir. Ez 12 salî bûm.
Bavê min dengbêj bû û dengê wî gelekî xweş bû. Wî
dixwest ku ez jî fêrî stranbêjiyê bibim. Carinan stran
hînî min dikirin û tesîra wî gelekî li ser min çêbû.
Tenê li malê stran digotin û di warê satranên kurdî de
gelekî hesas bû. Wexta Stalîn, apê min sirgunî sibîryayê
kir, bavê min bişev digiriya. Di xwevna xwe de jî li ser
birayê xwe stran digotin. Nivê şevê em hemû bi dengê wî
şiyar dibûn. Dengê wî gelekî xweş bû. Min jî herdem
dixwest ez stranên xweş bêjim. Li Êrîvanê me qet navê
radyoyek kurdî nedibihîst. Lê gelek mirovên ku ji derve
dihatin, ji me re kaset dianîn. Me jî ew guhdar dikirin.
Dema dayika min jiyana xwe ji dest da, bi straneke Eyşe
Şanê şîna dayika xwe kir. Min pir dixwest ku ez Eyşe Şan
nas bikim, lê min nekarî. Her wiha min wê demê Egîdê
Cumo jî gelek guhdar dikir û tesîra wî li ser pir çêbû.
Piştre di sala 1963'yan de min di Radyoya Êrîvanê de
dest bi gotina stranan kir.
Dema we dest bi stranan kir, hûn çawa hatin
pêwazîkirin?
Di xebata min de gelek tiştên xweş jî çêbûn, gelek
tiştên nexweş jî çêbûn. Gotina 'Jin nikarin tiştekî
bikin' ne rast e. Gotinek pêşiyên me heye ya wekî 'Şêr
şêr e, çi jin e çi mêr e'. Lê di rastiya kurdan de jin
bindest in. Di nava hemû miletan de jî jin bidest in. Em
li Ewropayêjî dinerîn, dîsa jin bindest e. Heke jinên
kurd di aliyê çandî de bikaribin kar bikin, dê gelek
biser bikevin. Jinên kurd ji yên din kêmtir nîn in. Lê
wexta ku min stran digotin, şert û merc gelekî dijwar
bûn. Me di salên 1960'an de stran digotin. Wê çaxê kurd
hin paşverû bûn. Wexta min di radyoyê de dest bi gotina
stranan kir, gelek zilam bi aweyî ecêbî nêzîk dibûn. Ji
min re digotin 'ev ji rê derketiye diçe stranan dibêje'.
Lê paşê wextek hat, ev tişt hatin qabûlkirin. Perwerdehî
gelek girîng e. Çiqas keç bixwînin, ew qas jî riya wan
dê vekirî be. Bi xwendinê mirov dikare reş û spî ji hev
cuda bike.
Bandora çanda serdest a li ser çanda kurdî çiye gelo?
Çand û satranên kurdî behreke bê binî ye. Her kes û her
milet ji wê behrê îstîfade dike. Niha ermenî li gelek
staranên me xwedî derdikevin. Bestakarên wan stranên me
ji xwe re kirine klasîk. Staranên me ji xwe digirin,
modernîze dikin û wekî stranên xwe nîşan didin.
Modernîzekirin tiştekî baş e, lê divê vî karî kurd bixwe
bikin da ku çanda wan winda nebe. Di nava kurdan de jî
hunermedên gelek zîrek hene ku dikarin van xabatan bikin.
Lê, bê şansiyek me ya mezin heye. Gelê kurd her tim
dibin desthilatdariya dewletên din de jiyane. Ne ev
dewletên hanê pêş de diçin, ne jî dihêlin ku em pêşve
biçin. Kî li ser stranên kurdan xabitiye ew xebatê wan
bûye beynelmîlel (navneteweyî). Hunermendek ermaniyan ê
bi navê Aram Xaçaturyan heye. Ew lîstikên balet çêdike û
baleta wî li gelek welatên cîhanê hatiye ecibandin. Bi
navê 'Raqasa bi Şûr' lîstikek amade kiriye û bi vê
xebata xwe tiştekî gelekî baş derxistiye holê. Di vê
lîstikê de bi şûr şer tê kirin. Lê navê vê xebatê 'Reqasên
şivanên kurd' e û bi muzîka cîrita kurdan hatiye çêkirin.
Ermeniyan dît ku ev muzîk gelek pêşve diçe. Navê vê
muzîkê guhert kir 'Reqasa bi şûr'. Navê kurdan ji nav
derxist. Lê Aram Xaçatur bixwe bi tesîra kurdan ew
nivîsandiye.
Hûn xebatên hunerî yên jinên kurd çawa dibînin?
Dî dîroka hunermendiya kurdî de keda jinan gelek girîng
e. Jenerasyona (nifş) berê ya jinên kurd tenê ne
hunermend bûn, xebatên wan ên wê çaxê di heman demê de
şoreşgerî bû. Çimkî di wê dema ku şert û merc nebûn, her
wiha cihekî ku jê hêzê bigirin nebû û di nav mîlyonan de
bi tenê bûn. Em keda wan jibîr nakin. Ew leheng in.
Stranên jinên kurd di nava êş û eleman de hatine
afirandin. Riya wan ne hesan bû. Dema ku wan starên
digotin. Hemû kesî henekên xwe bi wan dikirin. Lê wan di
encama axaftinek biçûk de jî stranek çêkiriye. Ji bin
destiyê rabûna ser piyan. Di dema xwe de, di nava civakê
de bi serbilindî sekinîne. Lewma gel ew bi ecêbî pêşwazî
dikirin. Di nav civaka me de, heke jinek tiştekî li gorî
civakê cudatir bike, civak wan baş nabîne. Lê wan ev yek
kir û li gel hemû astengiyan hunera xwe pêşve bir. Wan
stranên xwe ji nava jiyanê derxistin. Ew bi hunerê ji
dayîk bûne û nedikarî bê huner bijîn. Komên niha jî, hêz
ji yên berê girtine û hunera xwe pêşve birine. Niha jî
komên baş hene. Ji ber ku dem û şert hatine guhertin,
hin tişt jî guherîne. Stranên klasîk gelek tên hezkirin.
Pewîst e yên niha hîn zêdetir bixebitin. Ez gelek
staranbêj û komên niha nas dikim. Herkes bila bo hunera
kurdî tiştekî bike. Heke ev çand nebûya, niha kurd xilas
bibûna, divê ev neyê jibîrkirin û li gorî wê xebat bên
meşandin.
Xebateke ku niha hûn li ser mijûl dibin heye?
Xebateke min a taybet nîn e, lê ez gelekî dixwazim
kasetekê derxînim. Ji bo vê yekê jî hin hewldanên min
çêbûn, lê kes piştgiriyê nade min. Kes xwe neda ber.
Divê di xebatên muzîka me de mirov ji hev re bibe alîkar.
vî bajarî hemû kurd in, lê mixabin, axaftin zêdetirîn bi
tirkî ye. Ev Ew tiştekî ne normal e. Ez carek din bêm
Amedê, ez dixwazim li kolanan tenê kurdî bê axaftin.
'Kurd di nava kompleksa ziman de ne’
Hûn cara yekemîn tên Amedê. Gelo we Amedek çawa hizir
dikir, yeke çawa dît?
Ji bo min hatina Amedê xewnnek bû. Min herdem dixwast ez
werim miletê xwe yê Amedê bibînim. Ji bo min li Amedê
stran gotin, tiştekî gelekî girîng bû. Niha xwena min bi
cih hat. Ez pir kêfxweş im. Mirovên me li herderê
xwîngerm in. Min li vir nêzîkahiyek gelekî germ dît.
Heke min li ser kesekî jî tesîrek kiribe, dîsa başe. Lê
tenê di mijarêkê de dilê min diêşe. Ew jî ew e ku li vir
kesek bi kurdî na axive. Li gorî min ev malxirabî ye.
Van sîsteman li ser zimanê me gelek texrîbat kiriye. Min
li vir konser da. Di dema konserê de min digot belkî
polîs min fêm nekin. Lê polîs fêrî kurdî bûne û kurdên
me jî fêrî tirkî bûne. Ez bi wan re bi kurdî di axivim,
lê dinêrim ku ew bi tirkî bi min re di axivin. Ez
mamoste û pispora zimanê ermeniyan im. Lê dîsa jî ez bi
zimanê xwe diaxivim. Kurdên me di nav kompleksê de ne.
Zimanê tirkan ji zimanê xwe bilindtir dibînin.
Modernîteyê bi zimanê tirkî dibînin. Zimanê kurdan bi
kok e. Lê kurdên me zimanê xwe biçûk dibînin. Berê
sîstemê hewl dida ku vê yekê bike û kurdan asîmîle bike,
lê pişt re ji ber nezîkahiya me, ev yek bixwe pêk hat.
Tişta ku serdestan nekarî bike, em bixwe dikin. Mirov
çiqas hînî zimanên din bibe gelekî baş e, ê pewîst e ku
em zimanê xwe jî, jibîr nekin. Ez 6 zimanan dizanim. Ez
nabejim bila tirkî hîn nebin.
Aslika Qadir Kî ye?
Hunermendeke penaber
A slika Qadir ku malbata malbata wê di sala 1896’an de
mecbûr mane ku ji Qersê birevin Ermenîstanê, di sala
1945’an de li gundê Axbaranê yê bajarê Elegeza
Ermenîstanê ji dayik bû. Qadir ku dibistana seretayî li
gund qedand, dibistana navîn û lîse li Êrîvanê xwend. Di
sala 1963’yan de li Fakulteya Zanistên Rojhilat a
Zanîngeha Êrîvanê qeyda xwe çêkir û di sala 1968’an de
mezun bû. Qadir piştî ku perwerdehiya xwe ya lîsansa
bilind jî temam kir, li Êrîvanê dest bi mamostetîya
Ziman û Wêjeya Ermenî kir. Qadir, demekê jî, di Wezareta
Perwerdehiyê ya Ermenîstanê de wekî Berpirsyara
Pirsporiya Perwerdehiyê kar kir. Qadir dema li zanîngehê
bû, li malê jî ji bavê xwe yê dengbêj re stranên kurdî
yên klasîk hîn bû û gotin. Dîsa di sala 1963’yan de di
Radyoya Êrîvanê de dest bi gotina stranên kurdî kir.
|