2009-09-23

               

kurdi@tirej.net

 

 

 

 

                              القسم العربي


Dengê Te

Vê êvarê…
dengê te
Ji wê odeyê hat.
Hîna weke wan deman…
Bi gazin û bawer e.
Pekandina peyvên xwe dewam dike
Bo bighêje tenahiya dilê bê dost.
Dizanim, bê nikare dengê xwe
Bimrîne û razê.
Li xwe digere…
Winda dibe bi xwe re.
Xwe newestîne.
Tu ê weke min, her bi tenê bî.


Xwziya Carekê


Xweziya ew kat vegerin.
Heyv biheje…
Gotin vegerin nav moxila hestan.
Katek tenê be jî, bila
Em ê xewnên hezkiriyan,
Ji hev re badin
Şerma dil veşêrin…
Têxin bin paçeke qerisî.
Mîna tilûran, di gel keviya ava
Ser kevir û kevrokan dîlan kin.
Xwezî û hezar carî xwezî,
Bi dawî nehatina ew bîstik.
 

 

 

 

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.