| |
ÇÎROKA

ELİYÊ MEMED Û
SEYRAN XATÛN
Hesen Huseyîn Denîz
Serpêhatî
“Yek hebû, yek tinebû, mamo Silo bû, kevrê şîno bû,
qesra Elî bû, çardeh derî bû. Dîkek li ser banê vê qesrê
bû, bîst û çar saetan wîr wîra wî bû. Ev qesra li ku bû?
Li welatê Hesen û Heyderan bû.”
Welatê Hesen û Heyderan, welatekî xêr û berê xwe pir
zêde ye û dinya dîtine, dizanin dinya çi lê hatiye.
Cemaeta xwe û gelê xwe zane ye, zêde xeşîm lê nîne.
Welatekî wiha ye ku ev welat berê di destê paşeyekî de
bû. Paşe ew der dida meşandin.
Paşe, du jinên xwe hebûn. Ji jina ewil du kur çêbûn. Ji
jina dawî jî kurek û keçek çêbibû.
Demek derbas bû, paşe emrê xwedê kir. Welat û tevahî xêr
û berên welat ketin destê kurên wî. Malûm e; sê bira ne
û xwişkek e. Tê zanîn ku di cemaeta Kurdan de mezinê
malê kî be, xwediyê axaftinê ew e.
Birayê mezin li ser rêvebirina welat û cemaetê û jiyana
wana tev dibe berpirsiyar. Şêwirmendê wan dibe ew. Welat
wiha meşandin.
Pismamekî wana hebû, jê re digotin ‘Eliyê Memed’ Eliyê
Memed, ji mêj ve bavê wî miribû. Li ber destê wana
xulamtî dikir, pez û dawar xwedî dikir û jiyana xwe wiha
didomand.
Her du birayên mezin ji dayikekê bûn û birayê biçûk û
xwişk ji dayikekê bûn. Malûm e, hinek ferqî û cudahî wê
biketa navberê. Kurê jinbavê ye, keça jinbavê ye, ev
nêzîkbûna her heye.
Birayê mezin mirovekî li pişt malê dinyayê ye, zik mezin
e û li ser textê xwe rûniştiye, tevahiya fikr û ramana
wî malê dinyê û zewq û kêyfa wî ye û şan û şeref e.
Birayê ji wî biçûktir her wekî wî ye. Ger piçekî bi imir
jê biçûktir bû, lê dîtina xwe, nêrîna xwe û kesayeta xwe
pir ji wî ne biçûktir e.
Xwişk û birayê ji dayika din; navê xort ‘Qol Qasim’ e.
Qol Qasim zilamekî ji ser xwe re ye; ji mêraniya xwe re
û ji xweşikbûna xwe re zilamekî temam e. Û tevahiya
cemaeta welat bi işqeke mezin li hemberî wî ye. Zilamekî
bi adelet e. Ti neheqiyê nake. Nabêje, ‘Ev maldar e, ev
feqîr e’, nabêje, ‘Ev xurt e, ev zeyif e’, ferqiyê naxe
navbera kesekî û kî mirov were pêşiya rêka wî, ti caran
bêhurmetiyê li hemberê nake. Mirovekî wiha ye.
‘Seyran Xatûn’ ,xwişka Qol Qasim a dayikekê ye. Maşeleh
ji bejn û bala wê re! Tu berê xwe dideyê, weke tayeke
rihanê ye, tu dibêjî qey heyva ji çardehan ketiye
panzdehan; te hêk şikandiye, ji nava wê derxistiye!
Ewqasî ezîz e û ewqasî xweşik û delal e û terbiye û
xulqê wê jî qasî xweşikbûna wê heye. Xatûneke wiha ye.
‘Eliyê Memed’, kurmamê wana, xulamê li ber destê wana,
ew jî xortek e. Tê zanîn li ber destê alemê mezinbûn
zahmet e, zor e. Sêwîmayîn ne karê henekan e. Li ber
destê wana mezin bûye, lê belê ji asaleta xwe tiştek
winda nekiriye. Ew jî zilamekî li ser xwe ye, bêhtir bi
mêraniya xwe, xurtbûna xwe û bi cesareta xwe tê naskirin.
Û xweşikbûna xwe jî ne kêmî ya Qol Qasim e. Di wî welatî
de çi xort nînin piyê xweli piyê wî bixin. Zilamekî wiha
ye.
Li welatekî pev re jiyan dikin û malûm e, dema biçûkatî
de, Eliyê Memed li ber destê wana mezin bûye, ew û
Seyran Xatûn hev dinasin û pev re diçin derve, li mêrg û
kaniyan digerin. Welhasil dem û dewranek tê re derbas
dibe, dil didin hev, eşq û evîek di navbera wana de
çêdibe ku nehatiye dîtin. Tu dibêjî qey qumrî ne,
rûniştine li ber hev, çawa çwîk bi nikilan xwarinê dixin
devê hev, her wiha li wana hatiye! Ewqasî pev ve hatine
girêdan û ji hev hez dikin.
Lê belê malûm e, cemaeta Kurd e; ji bo nav pey wana
nekeve û gotin neyê ser şan û şerefa wana, xwe ji
derdorê diparêzin. Lê eşq û evîniyeke wana bi kûrahiyeke,
mezin heye.
Ev wiha jiyan dikin, Seyran Xatûn keçeke ezîz û delal e,
nazik e. Seyran Xatûn ku pêlî mehfûra hiriya wê
buhistekê bilind e dike, dibêje; ‘Ay lingê min diêşe!’
Êdî hesap bikin bê çawa ye?! Xatûna malê ya bi tenê ye,
ewqasî xweşik û ezîz e. Tevahiya xortên welat çavên wana
lê ne. Eşq û evînê ber dilê wê Eliyê Memed li ber
tenişta wê ye. Wiha li xwe dinêre, tu dibêjî qey qelem
derxistine û Seyran Xatûn pê çêkirine!
Demek wiha derbas dibe, rojekê kurê Mirê Şamê tê wî
welatî diçe cem birayê mezin. Gotûbêjeke wiha belav dibe
û meraqek çêdibe. Ma kî dizane kurê Mîrê Şamê ji bo çi
hatiye! Hinek dibêjin, ‘Şer e, ferman e; emê bikevinê!’.
Hinek dibêjin, ‘Na wele serdanek e!’ û hinek dibêjin,
‘Na wele ji bo Seyran Xatûn e!’
Ev axaftin wiha belav dibin. Ma Seyran Xatûn e, bi xwe
nikare, pir mereq dike. Bang li xulama xwe dike, dibêje:
- Xulamê, dibêjin kurê Mîrê Şamê hatiye. Birayên min ên
mezin jî ji min re tiştek negotine. Ez pir mereq dikim.
Ka binêre ma tu tiştekî jê fêhm nakî?
Xulama li ber destê wê, ewqasî pê ve girêdayî ye, bêje ‘bimir’,
dimire; bêje ‘bimîne’, dimîne; ewqasî pê ve girêdayî ye.
Dibêje:
_ Çawa ez xulam, xatûna min! Niha ezê biçim pirsyar
bikim.
Diçe devê deriyê birayê mezin, li derî dide. Dikeve
hundirû, di nava pîrekan de vî alî-wî alî diaxive.
Welhasil çi keçik heye guh lê dibe. Dizîvire. Dema tê,
Seyran Xatûn çav lê dike ku medê wê qulipî ye, lêvên wê
şor bûne. Dizane ku tiştekî ne xêrê ye! Dibêje:
- Xulam çi lê hat?
Dibêje:
- Bi Xwedê Seyran Xatûn ez naxwazim bêjim.
Seyran Xatûn dibêje:
- Wele tê bêjî. Ma ji bo çi min te hinartiye? Ma
baweriya te bi min nayê?
Dibêje:
- Belê wele baweriya min ji herkesî bêhtir bi te heye.
Lê belê ku ez bêjim, wê ew dilê te yê nazik bişikê. Ez
naxwazim bêjim.
Seyran Xatûn dibêje:
- Xwedê wekîl e, tê bêjî.
Xulama wê dibêje:
- Bi Xwedê hal û mesele ev e; kurê Mîrê Şamê hatiye te
xwestiye. Tu dizanî ku birayê te yê mezin bi pey şan û
şerefê û malê dinyê de ye. Ez bawer im wê te bideyê.
Malûm e, dema wiha dibêje, kizirk bi kezeba Seyran Xatûn
dikeve, Eliyê Memed tê ber çavê wê û ew eşq û evînî û
Qol qasim... Hema rondik ji çavên wê dibarin. Xulama wê
lê dinere, Seyran Xatûn li ber xwe ket û çû dinyayeke
din. Derî bi hêdî digre û derdikeve derve.
Seyran Xatûn difikire; çi bike, çi neke? Malûm e, tê
zanîn; di gundan de, di eşîrtiyê de berê rîspî û mezinên
malê çi bibêjin ew e. Mirin heye, bes ji axaftinê veger
nîne! Dema bêjin, ‘Seyran Xatûn tê pê re bizewicî’,
Xwedê wekîl e, Seyran Xatûn nikare bêje, ‘Na!’
Wiha difikire, çi bike, çi çareyê jê re bibîne? Ger here
ji Qol Qasim re bêje! Ê, nabe. Ku ji Qol Qasim re bêje,
wê Qol Qasim bi ya Seyran Xatûn bike. Qol Qasim ji
dinyayê bêhtir ji Seyran Xatûn hez dike. Wê nade bi
ronahiya çavê xwe. Lê naxwaze nexweşî di navbera her du
birayan de jî derkeve. Tê zanîn ku nexweşiya di navbera
du birayan de, di navbera du mezinên welatekî de, dibe
nexweşiya cemaetê û welat tevahî û li ser her tiştî
bandora xwe dike. Ji ber vê yekê Seyran Xatûn dibêje,
‘Ezê nebêjimê’.
Du-sê rojan radibe, rûdine difikire, kurê Mîrê Şamê
dizîvire. Lê birayê mezin jê re gotiye; ‘Tu here, hema
zanibe wer çêbûye. Emê pişt re xeberekê ji bo te rêbikin.
Tê xelata xwe û xwezgîniyan û tiştên din bînî ûxwişka
min bibî’.
Seyran Xatûn dema vê yekê dibihîse, çi çareyê nabîne,
rojekê bang li xulama xwe dike, dibêje:
- Xulamê, ka bi xêra xwe binêre bê Eliyê Memed li ku ye,
binêre bê tu nikarî bang lê bikî.
Xulam diçe lê digere, vî alî, wî alî dinêre, Eliyê Memed
nîne. Carekê dinêre ku li ser banekî axî bi xortan re bi
xar û kaban dileyize. Diçe ber ban û bang lê dike,
dibêje:
- Eliyê Memed!
Eliyê Memed dibêje:
- Ha? Çi ye? Te xêr e?
Dibêje:
- Ka were, Seyran Xatûn li bendî te ye. Kareki wê bi te
heye.
Dibêje:
- Ma çi karê Seyran Xatûn nema ji vê saetê pê ve? Nahêle
ez bi hevalên xwe re bêhnekê bileyizim.
Xulam dibêje:
- Xwedê wekîl e, karekî pir grîng e. Ger tu neyê, ne baş
e. Seyran Xatûn li hêviya te ye.
Dema wiha dibêje, Eliyê Memed e, piçekî xwe vir de, wir
de ba dide, lê belê ger mirin tê de hebe, Eliyê Memed ji
axaftina Seyran Xatûn nazîvire.
Berê xwe dide qesrê û diçe. ‘Teq teq’ li derî dide.
Seyran Xatûn dibêje:
- Kî ye?
Eliyê Memed dibêje:
- Ez im, Eliyê Memed!
Seyran Xatûn dibêje:
- Eliyê Memed fermo were hundirû.
Eliyê Memed dibêje:
- Na, Xwedê wekîl e Seyran Xatûn ez nayêm. Ez li mehfûra
te dinêrim, li doşeka tu li serê rûniştiye û li halê xwe
û li cilikên xwe yên diriyayî dinêrim, ez ne yê vê derê
me. Ger axaftineke te hebe, ezê li ber derî guhdar bikim,
biçim pêk bînim.Xwedê wekîl e, ez nayêm.
Dibêje:
- Elî tiştê tu difikirî ne wiha ye. Xwedê wek3il e,
xebereke ne xweş heye, ezê ji bo te bêjim. Ev çend roj
in ez li ser difikirim. Dilê min şikestiye, ez nizanim
ezê çi bikim. Divê tu werî hundirû.
Dema wiha dibêje, eliyê Memed li Seyran Xatûn dinêre,
dibîne Seyran Xatûn hatiye guhertin û melûltiyek di
çavên wê de heye. Dibêje, ‘Xwedê wekîl e, ev ne xêr e!’
Pêlava xwe derdixe û bi wan goreyên xwe yên lewitî dide
ser mehfûrê, derbas dibe, tê ser textekî rûdinê. Seyran
Xatûn ji xulama xwe re dibêje:
- Ka tu derkeve derve, hinek karê min bi Eliyê Memed re
heye.
Xulama wê dibêje:
- Baş e, Seyran Xatûn.
Xulam derdikeve derve, Seyran Xatûn dibêje:
- Eliyê Memed, tu dizanî min ji bo çi bang li te kir?
Dibêje:
- Xwedê wekîl e ez nizanim te ji bo çi bang li min
kiriye. Lê qasî ez te dinasim, Seyran Xatûn, ez berê xwe
didim te û melûltiya çavên te,ez dizanim ku xebereke
nexweş e. Xwedê xêr bike. Ka bêje, bê şi ye?
Seyran Xatûn dibêje:
- Eliyê Memed, Xwedê wekîl e, hal û mesele wiha ye; kurê
Mîrê Şamê hatiye, ez ji birayê min xwestiye.
Dibêje:
- Baş e, birayê te çi bersiv dayeyê?
- Birayê min gotiye, ‘Here, tu wer zanibe ev kara çêbûye.
Ezê pey re xeberekê ji bo te rê bikim. Tê xelata xwe û
xwezginiyên xwe kar bike û were’.
Eliyê Memed dibêje:
- Baş e, Seyran Xatûn, tu bi kêyfa xwe yî. Qismetê te çi
be, dilê te bi çi xweş be tu wê bike.
Seyran Xatûn dibêje:
- Eliyê Memed, tu jî dizanî, Xwedê wekîl e, li ser ruyê
dinyayê çi kes ji te bêhtir li ber dilê min nîne. Lê ez
çi bikim, çi nekim, mirina min heye lê dev ji te berdan
nîne.
Dibêje:
- Baş e, ma em çawa bikin, Seyran Xatûn?
Seyran Xatûn dibêje:
- Ez pir fikirî me. Min gotiye ku ez ji Qol Qasim re
bêjim, ma ne tu dizanî Qol Qasim xwîn germ e. Xortekî li
ser xwe ye. Wê bela xwe li birayê xwe bixe. Wê nexweşî
bikeve nava welat, hizûra milet xera bibe. Ji bo vê ez
hez nakim. Were ez û te em vê meselê hal bikin.
- Em çawa hal bikin, Seyran Xatûn?
- Xwedê wekîl e, ez dibêjim ka em hevûdu birevînin, ka
bê Xwedê wê qismetê me çi bike!
Eliyê Memed difikire û dibêje:
- Seyran Xatûn, Xwedê wekîl e, tirsa ebdan li ser ruyê
dinyê di dilê min de çênebûye û ez ne ji birayê te yê
mezin, ne ji ti kesî jî ditirsim û ez bawer nakim zilam
hebin piyê xwe li piyê min jî bixin. Lê ez li ber Qol
Qasim dikevim. Ew Qol Qasimê ku ewqasî ji min hez dike û
em pev ve girêdayîne, ger bibihîse me hevûdu revandiye û
em çûne, bê xebera wî, wê çi lê bê, ez nizanim!
- Xwedê wekîl e, Eliyê Memed, tu rast dibêjî. Ez jî vê
yekê difikirim. Bes wekî din çareya me nîne. Ez bawer im
ku em hevûdu birevînin wê Qol Qasim wateyekê bideyê, çi
acizbûna wî çênabe. Dem û dewranekê em ji van deran dûr
bikevin. Heta derdor hinekî hênik dibe û birayên mezin
jî piçekî vê meselê ji bîr dikin, em dikarin werin,
herin destê wana û lêborîna xwe ji wana bixwazin, werin
li vê derê ji xwe re di bin sitarekê de rûnên.
Dibêje:
- Baş e, Seyran Xatûn. Nîvê şevê ezê hespê xwe zîn bikim.
Tîr û kevanê xwe, şûr û mertalê xwe lê bikim, werim ber
devê deriyê qesrê. Tu jî xurcika xwe amade bike, em
bikevin ser rê û biçin.
Seyran Xatûn dibêje:
- Baş e.
Eliyê Memed diçe li hespê xwe yê kehêl dinêre, ma çi
hespe! Tu lê dinêrî, hîre hîra wî ye. Tu dibêjî qey ew
jî li bendeyî wê demê ye, ku derî lê vebe û serî lê were
berdan ka berê wî bikeve ku derê!?
Eliyê Memed qederekê rûdinê û ji xwe re diponije.
Seyran Xatûn jî radibe buxçika xwe bi cih dike û li ber
deriyê qesrê rûdine. Dibe nîvê şevê, dinêre hîre hîra
hespeke kehêl hat. Lê dinêre zilamek li serê ye
tirnalekî xortan e, maşeleh ji bejn û bala wî re. Nêzîk
dibe, dibîne ku Eliyê Memed e. Dibêje:
- Eliyê Memed tu hatî?
Swar dibêje:
- Belê Seyran Xatûn a min. Tu xwe biavêje pişta Eliyê
Memed. Ka em berê xwe bidin felekê, pişta xwe bidin
oxirê, bê Xwedêteala qismetê me bike çi?!
Seyran Xatûn li ser hespê li pişta wî swar dibe û berê
xwe didin felekê, pişta xwe didin oxirê, lê didin, diçin.
***
Eliyê Ehmed û Seyran Xatûn demeke dirêj diçin, êdî
diwestin. Eliyê Memed dibêje:
- Seyran Xatûn em gelekî westiyan. Ma em danekevin li
ser kaniyekê avekê nevexwin?
Seyran Xatûn dibêje:
- Belê.
Dadikevin, rûdinên ku avê vexwin. Hespê wana jî hinekî
avê vedixwe, bêhna xwe vedide.
Qedereke wiha derbas dibe, Seyran Xatûn rûdinê, Eliyê
Memed dibêje:
- Seyran Xatûn wele hinekî ezê serê xwe deynim ser çonga
te, serê min diêşe.
Seyran Xatûn dibêje:
- Baş e.
Eliyê Memed serê xwe datine ser çonga Seyran Xatûn.
Demek derbas dibe, bêhna wî tê ber dilê wî. Kêfxweşiya
wî li cih e; wekî du qumrî ne di ber sînga hev de ne. Ma
ji vê kêyfxweştir tiştek heye di dinyê de? Na!
Welhasil radibin dîsa li hespê xwe swar dibin û dikevin
ser rê. Qederekê diçin, li rastî qonaxekê tên. Ji dûr ve
dinêrin wa ye çend çira ne û qonaxeke. Eliyê Memed
dibêje:
- Seyran Xatûn tu dizanî em gelekî westiyane. Ez dibêjim
ma îşev em nebin mêvanê vê qonaxê?
Seyran Xatûn dibêje:
- Wele tu dizanî.
Li devê derî peya dibin, hespê xwe girê didin, diçin
devê qonaxê. Eliyê Memed dibêje:
- Seyran Xatûn, em nizanin ev kî ne. Dema em nû ketin
hundir, nebêje, ‘Me hevûdu revandiye’, bêje, ‘em xwişk û
birayê hevûdu ne. Em rêwî ne. Em hatine derbas bibin,
biçin welatê xwe. Ger hûn destûrê bidin; em mêvan in, me
bihewînin baş e. Nanekî bixwin, bêhna xwe vedin, emê
biçin. Nadin jî emê biçin’.
Seyran Xatûn dibêje:
- Baş e.
Diçin devê derî, teq teq li derî didin, ji hundir
dibêjin:
- Kî ye?
Dibêjin:
- Em in.
Derî vedikin, dibêjin:
- We xêr e?
Dibêjin:
- Wele em rêwî ne. Emê derbas bibin, em westiyane. Hespa
me jî westiya ye, me girê daye. Em dixwazin nan û avekê
bixwin, bêhna xwe vedin û derbas bibin, ger hûn mêvanan
bihewînin.
Dibêjin:
Mêvan, mêvanên Xwedê ne. Ser serê me û ser çavên me.
Kerem kin, derbas bin.
Wê demê li qonaxan odeya jinan cuda bû, odeya zilaman
cuda bû. Radibin Eliyê Memed dibin odeya zilaman û
Seyran Xatûnê jî dibin odeya jinan. Derbasî hundir dibin,
silavê dikin û rûdinên.
Ew qonax a Îskanê Gulîxan e. İskanê Gulîxan zilamekî ji
berê ve herkes jê aciz bû. Yekî pîs bû û cemaetê jê hez
nedikir. Piştî dibe musliman, qonaxekê li ser vê rêkê
datîne, bi hîlebazî û duzenbaziyan û bi delevêreyan
jiyana xwe didomîne. Zilamekî wiha ye.
Qederekê rûdinên, dinêrin wa ye zilamekî hefûtorek e, di
serê wî de qalûneke metreyekê dirêj heye. Ling avêtiye
ser ling. Eliyê Memed lê dinêre, dizane ew mezinê qonaxê
ye.
Qedereke şûn re cemaet belav dibe, zilam dibêje:
- Filankes ma tu kî yi?
Dibêje:
- Ez Eliyê Memed im.
- Te xêr e?
- Wele ez û xwişka xwe ne. Em hatine derbas bibin.
Hinek sohbet dikin, dawî Eliyê Memed meselê jê re vedike
û dibêje:
- Bi Xwedê hal û meseleya me ev e; ez û dotmama xwe ne,
me hevûdu revandiye û em hatine me xwe avêtiye bextê te!
İskanê Gulîxan dibêje:
- Hûn ser serê min, ser çavên min hatine. Lê Elî, ez li
te dinêrim, ez hatime vî imrî, min gelek dinya dîtiye,
lê min çi zilamê wekî te nedîtine. Bejn û bala te, qeftê
destê te û tu zilamekî bi xweşikbûna xwe û mêraniya xwe
diyar î. Ez bawer nakim zilam wekî te hebe. Ev keçika
dilê te ji te diziye û te xapandiye kî ye, ez dixwazim
bibînim.
Eliyê Memed dibêje:
- Ez xulam, kerem ke em jor de biçin. Li odeya jinan e.
Îskanê Gulîxan dide xwe, radibe, di ber hev re diçin ber
odeya jinan. Dema derî vedike û lê dinêre, Seyran Xatûn
li pêş derî ye, agir bi kezeba Îskanê Gulîxan dikeve.
‘Maşeleh’ dibêje ji vê bejn û balê re, ji vê şewq û
şemalê re. Tava heyva çardeh û heta panzdehan e. Bi
xweşikbûna xwe çiqas were gotin, nikare heqê wê bideyê.
Dema çav lê dikeve û agir bi kezeba wî dikeve, Îskanê
Gulîxan di dilê xwe de wiha dibêje:
“Ya xaluqê vana, tu çi mezin î, çi rehîm î, çi
rehmanî.wele te ev goştê berxan, goştê nazikî xiste ber
koka vî diranî, wele ezê wiha wiha bikim ji dayika Eliyê
Memed û vî mêvanî...”
Dibêje:
- Eliyê Memed ka em vegerin odeyê. Diçin odeyê rûdinên.
Ma Îskanê Gulîxan e. Xwê ketiye laşê wî. Di cihê xwe de
narûne; çav li Seyran Xatûn ketiye! Hingî Eliyê Memed pê
re diaxive, serê xwe dihejîne, dibêje ‘Belê’, lê belê
guhê wî ne lê ye.
Eliyê Memed mirovekî paqij e, herkesî jî wekî xwe dizane.
Çi xerabî naçe ber dilê wî. Qederek tê re derbas dibe,
Îskanê Gulîxan li fen û fenasan difikire. Tê zanîn rovî
bê fen û fenas nabe! Îskanê Gulîxan jî di serê xwe de
çel roviyan digerîne, dûvikê yekê jî li hev naxîne!
Radibe bang li meleyekî dike. Dibêje:
- Mele!
Mele dibêje:
- Çi ye?
Dibêje:
- Xwedê wekîl e, keçeke ewqasî xweşik hatiye vir, ne îş
û kar e. Zilamekî ew revandiye. Dixwazimbi wê re
bizewicim.
Îskanê Gulîxan, sê jinê xwe hene. Wê ew bi ya çaran be.
Dibêje:
- Tê mehreke wan a bi derewan bikî, bila ne ya esasî be
û êdî te pê çi şixul nîne. Lê bi Xwedê ku kes pê bihise
te karekî wiha kriye, ezê serê te lêxim ku hingî imrê
bavê te heye, tu nizanibî çi bi serê te hatiyi.
Mele dibêje:
- Baş e.
Îskanê Gulîxan derbasî odeyê dibe, bang li Eliyê Memed
dike, dibêje:
- We hevudu revandiye, qederek hatiye serê we. Em bang
li melê bikin. Bila mehra we bibire. Bibin jin û mêrê
hevûdu û vê meseleyê em xelas bikin.
Eliyê Memed dibêje:
- Wele baş e; ku tu tiştekî wiha bikî, pir baş e.
Bang li melê dikin. Mele tê, mehreke wan a bi derewan
dike û diçe. Dibe nîv şev, şev dereng dibe, pîr dibe.
Îskanê Gulîxan dibêje:
- Eliyê Memed, fermo rabe. Ez te û Seyran Xatûn bibim
odeya we, hûn bêhna xwe vedin, hûn rêwî ne. Emê jî ji
xwe re razên. Cemaet belav bû, me şev pîr kir.
Eliyê Memed dibêje:
- Baş e.
Wana dibin odeyekê, cihekî ji wana re datînin û
vedigerin odeya xwe. Îskanê Gulîxan di nava odeyê te
diçe û tê. Xwedê wekîl e, sed caran dijmêre bê ew ode
çend gav in. Sebra wînayê! Wê çi fen û fenasan bikje.
Derengiya şevê, bi hêdîka diçe derî vedike, dinêre her
du weke qumriyan razane.destê xwe xistine bin serê
hevûdu. Tu wiha li wana dinêrî, tu xov nakî li bejn û
bala wana binêrî. Bi hêdîka diçe devê sindoqê vedike,
xincera xwe jê derdixe, tê devê derî. Derî vedike, kes
bi xwe nahise.
İskanê Gulîxan xincera xwe jor de radike, li ser dilê
Eliyê Memed dide. Dema li ser dilê Eliyê Memed dide,
xwîn diavêje ser ruyê Seyran Xatûn. Seyran Xatûn
vediciniqe, radibe, dinêre ku ew ternalê xortan, eşq û
evîna li ber dilê wî, xincerek di ser dilê wî de ye. Dîn
û har dibe, dinya li ber çavên wê tarî dibe. Qîrekê dide,
nizane çi bû, çi nebû, xwe li derî dide dibeze.
Îskanê Gulîxan hingî dide pey wê bigre, ji xwe re bîne.
Ma eyb e, bûye koviya serê çiyayekî, ma kî dikare Seyran
Xatûn bigre.
Seyran Xatûn dîn û har dibe, bi çol û çiyan dikeve.
Îskanê Gulîxan çiqasî bi pey dikeve, nikare peyde bike.
Dizîvire, radihêje cenazeyê Eliyê Memed û binerd dike,
rûdinê jiyana xwe didomîne.
***
Seyran Xatûn hildikişe navsera çiyayekî ku çiyayekî pir
bilind e, pir asye ye, cihê koviyan e. bi roj diçe ber
devê kaniyan, tûzik û pûng û giya dixwe, êvarî jî diçe
kunekê ji xwe re radizê, wiha jiyan dike.
Seyran Xatûn rojekê dinêre wa ye nêçîrvanek di wir re
derbas dibe. Bang lê dike, dibêje:
- Wa nêçîrvano!
Nêçîrvan li pey xwe dinêre, jin û hurmetek li wir e,
bûye weke pîrebokan! Dibêje:
- Keçê te xêr e? Tu ins î, tu cins î? Li navsera vî
çiyayî tu çi dikî?
Dibeje:
- Xwedê wekî e, pirsyar neke. Ew koviyê te kuştiye, ez
eyarê wî dixwazim. Ger tu bidî min rehme li dê û bavê te,
ger tu nedî min lanet li dê û bavê te.
Dema wiha dibêje, nêçîrvan hema pezkovî diaveje erdê,
kevil dike,kevilê wê dideyê, dibêje:
- Oxir û feleka te ya xêrê be.
Û diçe. Seyran Xatûn dîsa di nava mêrgan de bi giya xwe
xwedî dike, êvarî jî wî kevilî dide dora xwe, diçe di
nava koviyan de radize.
Di navberê re sal derbas dibin; qedereke xweş derbas
dibe. Seyran Xatûn, ew xatûna ku pêlî buhustek hirî
dikir digot,’Ay lingê min diêşe!’, pêxwas pêlî wan beran,
wan sitiriyan, wan keleman dike. Pora wê tev li hev bûye.
Qirêj girtiye. Cilikên wê tev diriyane. Tu lê dinêrî, tu
dibêjî qey ev cineke yan tebayeke ji şikeftekê derketiye!
Rojekê dîsa kul û derdên wê tên bîra wê. Eliyê Memed tê
bîra wê. Diçe ser serê tehtekê, ji xwe re rûdine,
diponije. Berê xwe dide dinyayê ka wê çi lê bê!
Lê dinêre wa ye zilamekî pora xwe rût kiriye û hûrik e,
tûrikek li pişta wî di bin re derbas dibe. Bang lê dike,
dibêje:
- Ho, ho filankes!
Zilam jî feqî ye; yê li wan gund û çol û çiyan digerin,
ma ji feqeyan bêhtir kî heye? Feqe wiha bi jor de dinêre,
dibîne wa ye yek li ser serê tehtekê ye. Feqe berê xwe
dideyê û dibêje:
- Belê! Te xêr e? Tu kî yi? Tu ins î, tu cins î, li
navsera vî çiyayî jin û hurme, te xêr e?
Dibêje :
- Feqe zêde axaftinê neke. Qewîtiyeke min heye, nameyeke
min heye. Ger te pêk anî, bêje ‘Ezê pêk bînm’, ezê ji bo
te bêjim, ger te pêk neanî, here oxir û feleka te ya
xêrê be. Ne te ez dîtim, ne min te dîtî.
Feqe dibêje:
- Baş e. Kerem ke bêje ka qewîtiya te çi ye?
Dema wiha dibêje, Seyran Xatûn dibêje:
- Ma kaxez û qelema te heye?
Feqe dibêje.
- Belê.
Dibêje:
- Tu kaxez û qelema xwe bigre, ezê bêjim û tê binivîsînî.
Welhasil Seyran Xatûn dest pê dike, ji roja yekê heta wê
rojê çi bûye, çi nebûye, çawa çûne û Îskanê Gulîxan
Eliyê Memed çawa kuştiye, çawa reviye û di çi halî de
ye, tevî dibêje. Dema dibêje, rondik di çavên feqî re
diavêjin. Hema feqî nizane çi bêje. Dibêje:
- Baş e, ma xelas?
Dibêje:
- Erê Feqe. Ger tu vê bigîhêne welatê Hesen û Heyderan,
zilamek heye, jê re dibêjin ‘Qol Qasim’. Ger tu bigîhênî
destê wî, wê pir baş bibe. Bila xêra dê û bavê te be.
Feqe, agir bi kezeba wî ketiye. Bang dike, dibêje:
- Wa Seyran Xatûn!
Dibêje:
- Çi ye?
Dibêje:
- Ez pir xurt im, pir zîr im û pir li ser xwe me. Ba li
rasta min hatiye, gotiye ‘Ho feqe tu çendî zîrek î, were
ez û tu bibin heval’, min gotiye, ‘Na, heçî tu bayî, tu
belayî, li dora dar û devî û mesîrkan digerî, nikarim
hevaltiya te bikim’. Xwedê wekîl e, soz û ahd li ser vî
ruhe min de bê, canê min jî di vê oxirê de hebe, tu baş
bawer ke, heta ez vê nameyê negîhênim cihê wê, ez
nazîvirim.
***
Feqe nameyê dipêçe, dixe bêrîka xwe, tûrikê xwe dide
pişta xwe, ‘Ya Alah, ya Xwedê!’ gavek, du, sê... Wiha lê
dinêre ji welatê Hesen û Heyderan buhuriye jî! Feqî
dizîvire, dikeve welat.
Vî alî pirsyae dike, wî alî pirsyar dike, dibêje;
‘Mezinê welat kî ye?’ Navê birayê Seyran Xatûn ê mezin
didin. Li deriyê malê dide, silavê li wana dike. Diçe
dinêre birayê mezin li ser textekî rûniştiye. Diçe pêş
wî ve, nameyê dide destê wî.
Bira dixwîne, tiştekî nabêje. Nameyê dipêçe, dîsa dide
destê feqe.
Feqe lê dinêre, şaş dimîne. Di dilê xwe de dibêje, ‘Alah
alah, ev çi zilam e û ev çi axa ye? Ma şan û şeref wiha
ye?’
Welhasil çûn de dizîvire, derdikeve, di ber xwe de
dibêje; ‘Sa kurê sa, ev li namûsa xwe jî xwedî dernayê’!
Diçe ber devê deriyê birayê duduyan, teq teq li derî
dixe. Dibêjin:
- Kî ye?
Dibêje:
- Ez im.
Derî vedikin, derbas dibe, dinêre va ye dîsa yek li ser
textekî rûniştiye. Nameyê dide destê wî. Ew jî nameyê
dixwîne, dîsa dipêçe, dixe destê feqe.
Feqe şaş dimîne. Dîsa derdikeve di ber xwe de dibêje;
‘Kurê sa, vî jî tiştek ne got’.
Welhasil feqe bêhêvî dibe. Qol Qasim jî nabîne û
derdikeve ku ji welat derkeve. Li rastî pîrejinekê tê.
Pîrejineke kulomotî ye. Wiha lê dinêre ku pişta wê xwar
bûye, nikare bimeşe. Dibêje:
- Xaltî!
Dibêje:
- Çi ye?
Dibeje:
- Ezê pirsyarekê ji te bikim.
Dibêje:
- Kerem ke feqî!
Dibêje:
- Zilamek li vê derê heye, dibêjinê Qol Qasim. Gelo tu
nizanî li ku derê ye?
Pîr dibêje:
- Kurê min pirsyar neke.
Dibêje:
- Ji bo çi? Nameyek heye ezê bidimê.
Pîrê dibêje:
- Xwedê wekîl e, ew zilam Axa yê vi welatî bû. Birayê
biçûk bû, alemê pir jê hez dikir. Zilamekî pir li ser
xwe bû. Lê kurmamekî wî hebû Eliyê Memed û xwişkeke wî
hebû Seyran Xatûn, hevûdu revandin ûhingî li pey wana
geriya, nizane çi hate serê wana. Dîn û har bûye, aciz
bûye, li ser filan mêrgê, li ber devê kaniyê ye. Ger
hinekan bi xêra xwe gezeke nan jê re birin û xwar, xwar,
ger nedanê jî bi Xwedê pirsyara kesî nake.
Feqe dibêje:
- Xaltî, ez pir sipaz dikim.
Berê xwe dide mêrgê û diçe. Dinêre wa ye zilamek, destê
xwe xistiye bin guhê xwe, li ser devê kaniyê diponije.
Dibêje:
- Selamûaleykum.
Dibêje:
- Aleykumselam.
Feqe nameyê dixe destê Qol Qasim. Dema dideyê, dibêje:
- Qol Qasim tu yî, ne, bira?
Dibêje:
- E.
Dibêje:
- Kerem ke, ev name ji bo te ye.
Qol Qasim nameyê vedike û dixwîne. Dema vedike û dixwîne,
ma rondik di çavên wî de dimînin?! Malûm e, dema
dibihîse Seyran Xatûn li navsera wî çiyayî weke koviyekê
dîn û har bûye û ew ternalê xortan Eliyê Memed bi
xincera xayinê Îskanê Gulîxan hatiye kuştin. Dîn û har
dibe, hiş û aqil di serê wî de namîne. Destê xwe diavêje
bêrîka xwe. Di tûrikê wî de çi zêrên wî hene tevan dixe
destê feqe. Dibêje:
- Feqe, mineta te li ser serê min û bavê min. Ez vê
qnciya te heta dawiya imrê xwe ji bîr nakim. Tu li ser
serê min hatî. Oxir û feleka te ya xêrê be.
Feqe jî kêyfxweş dibe, berê xwe dide rêka xwe, diçe. Qol
Qasim dizîvire.
***
Dema Qol Qasim dizîvire, cemaet tev li kuçan û li ser
banan dinêrin ku va ye Qol Qasim tê nava bajêr, her kes
şaş dimîne. Dibêjin:
- Gelo Qol Qasim çi lê hatiye, wiha berê xwe daye bajêr?!
Qol Qasim tê, çiqas cemaet li rasta wî tê, silavê lê
dike, qet naaxive. Diçe malê xwe wekî wan ternalên
cengaweren berê dişidîne, diçe ser banê qesrê. Bang
dike, dibêje:
- Ho, ho! Gelî cemaeta welatê Hesen û Heyderan! Heçî guh
li dengê min dibe, ji heft salî, heta heftê salî. Yê
destê wî ji şûr û mertal, tîr û kevanê bigre. Yê di
navbera saetekê de, hespê xwe zîn neke, şûr û mertalê
xwe û tîr û kevanê xwe lê neke û li devê qesrê hazir
nebe, ezê...
Qol Qasim dema vê fermanê dide, dev jê berde yê destê wî
tîr û kevanê bigre, yê destê wî ji kevçî jî digre, hemû
kes li hespên xwe swar dibin, şûr û mertalê xwe, tîr û
kevanê xwe digrin, tên li devê qesrê amade dibin. Qol
Qasim berê xwe dide wana û dibêje:
- Cemaet! Hal û mesele wiha ye; ew zilamê canê xwe bixe
ber diranê xwe û pey min de were, kerem ke bila were.
Ew jî hespê xwe berdide, ma çi hesp e?! Hespekî rahwan
e, şînboz e, wiha bilind e, stuyê wî dirêj e. Bawer ke
tu tenê li rasta wî werî, tê bitirsî, tê bêjî, ‘Ma ev çi
ye?’ Lê swar dibe. ZînE lê dike, zînekî sor e. Şûr û
mertal, tîr û kevanek jî hildigre û dide pêşya cemaetê,
ya Alah, ya Xwedê qesda qonaxa Îskanê Gulîxan dikin û
Îskanê Gulîxan tu li ku yî?
Welhasil demekê rê distînin, diçin. Hespên wana diwestin.
Li ser kaniyekê radiwestin. Hespên xwe berdidin û Qol
Qasim diçeserê kaniyê. Dema avê vedixwe, eliyê Memed û
Îskanê Gulîxan tê bîra wî. Di ber xwe de dibêje; ‘Baş e,
em bi van hespan hatin evqasî westiyan û em li ser vê
kaniyê sekinîn. Malûm e, dema Seyran Xatûn û Eliyê Memed
jî hatine, li ser vê kaniyê sekinîne, av vexwarine!’ Ev
yek tê bîra wî û agir bi kezeba wî dikeve. Bêhnekê
rûdinê, diponije. Cemaet tê derdora wî. Hespan têr
xwariye, bêhna xwe vedane. Dibêjin:
- Qol Qasim ma em bi rê nekevin?
Qol Qasim hişyar dibe, dibêje:
- Belê.
Dîsa li hespên xwe swar dibin, berê xwe didin Qonaxa
Îskanê Gulîxan. Diçin, nêzîkî qonaxê dibin, dibînin wa
ye qonax diyar e. Qol Qasim destê xwe vedike, dibêje:
- Cemaet tev rawestin!
Cemaet tev radiweste, dibêje ka bê Qol Qasim wê çi bêje!
Dibêje:
- Ev Îskanê Gulîxan ez dizanim kî ye. Zilamekî wekî rovî
ye. Ger ew pê bihise em hatine ji bo kuştina wî, wê ew
xwe bixe kunekê, em heftê bavê xwe ji tirbê rakin, Xwedê
wekîl e em nikarin wî ji wê kunê derxin. Ji ber wê yekê
ger tu bi fêlên rovî neçî ser rovî, tu ti caran bi ser
nakevî. Divê em fêlekê lê bikin.
Li hev dirûnên, bi hev dişêwirin. Dibêjin, ‘Rêka baş ew
e, em zilamekî derxin û qasid bişînin. Bila ji Îskanê
Gulîxan re bêje, Qol Qasim ez rêkirime, gotiye, me
bihîstiye ew zilamê xwişka min revandiye te wî kuştiye.
Ez pir kêyfxweş bûme. Ez dixwazim tu werî çadira min, ji
qehwekê, ji ziyafetekê, ez jî qedrê xwe bidim te.’
Dibêjin, ‘Xwedê wekîl e, ev fêla baş e!’
Welhasil zilamek li hespê xwe swar dibe, diçe devê
qonaxê, li derî dixe teq, teq!
Dibêje:
- Kî ye?
Dibêje:
- Ez qasidê Qol Qasim im.
Dema wiha dibêje, Îskanê Gulîxan laşê wî diricife.
Dibêje:
- Te xêr e?
Dibêje:
- Qol Qasim gotiye, ew zilamê xwişka min revandiye, te
ew kuştiye. Ez pir kêyfxweş bûme. Ez hez dikim tu werî
konê min. Ji qehweyekê, ji ziyafetekê heqê te yê li min
ez bidim, ezê pê kêyfxweş bibim.
Dema wiha dibêje, Îskanê Gulîxan destê xwe diavêje
simbêlên xwe û dibêje:
- Turrrt, wele ez bûm, ma kî bû?
İskanê Gulixan nizanê bê wê çi felek were serê wî.
Radibe hespê xwe zîn dike, şivika xwe dixe destê xwe, lê
swar dibe û dide pey qasid. Diçin ber devê çadira Qol
Qasim, ji dawarên xwe peya dibin. Dema dikevin hundir.
Qol Qasim dibêje, ‘Wa ye sa kurê sayî hat!’ Dema wiha
dibêje, Îskanê Gulîxan guh lê nabe, rûdinê.
Hinekî diaxivin şûn re Qol Qasim dibêje:
- Îskanê Gulîxan min te bihîstiye, ez dizanim tu çi
zilam î. Baş e, ezê pirsyarekê ji te bikim. Tu û wîjdanê
xwe, tê rast bersivê bidî.
İskanê Gulîxan dibêje:
- Xwedê wekîl e Qol Qasim, ez di çadira te de me û çi
tiştê hebe, ezê tevî rastî ji bo te bêjim.
Qol Qasim dibêje:
- Baş e, ew zilamê xwişka min revand, zilamekî wiha bû
ku di welatê Hesen û Heyderan de ti zilam nebûn piyê xwe
li piyê wî bixin. Tu çawa dikarîbû wî bikujî? Zilamekî
pir li ser xwe bû. Di mêraniya xwe de, di şerê xwe de
kesekî wekî wî nebû.
Îskanê Gulîstan dibêje:
- Qol Qasim, ma ne malûm e. Dema min bihîstiye xwişka te
revandiye, ez jî axa me, tu jî axa yî, tu dizanî sa
goştê sayî naxwe, ez pir li ber ketim û min got, ‘Ez
qenciyekê bikim, ez wî bikujim, ez xwişka te bigrim, ji
bo te bînim. Êvarî ez çûm di ber sînga hev de bûn. Min
xincerek li ser dilê Eliyê Memed da, ew kuşt, hingî min
xwest ez xwişka te bigrim, bînim Seyran Xatûn, reviya,
nizanim çû ku derê.
Dema wiha dibêje, Qol Qasim, agir bikezeba wî dikeve,
lev dilerize, nizane çi bibêje. Devê wî dema digere,
axaftinên devê wî derdikevin, dibêje:
- “Hey la sa kurê sa, kurê kûçikan. Wele ji te we ye Qol
Qasim di heyfa kurê mamê xwe yê Eliyê memed re borî ye.
Wele destê wî bi dûvê hespê xwe ve girê daye, pê kiriye
sê saetan gêre û talîma sitiriyan. Wele ji pişta stuyê
wî jêkiriye têra du çaroxan heta bi pişta dûvika wî ye.
Wele dilê wî hênik nebûye, şûrê xwe kişandiye serê wî
jêkiriye, di xurcezînê de daniye.”
Welhasil Qol Qasim vana tevan bi serê İskanê Gulîxan
tîne. Destê wî bi dûvê hespê xwe ve girê dide, wî hespê
şînbozî bilind. Sê saetan gêre û talîma sitiriyan pê
kiriye. Ji bo du çaroxan, ji pişta stuyê wî heta serê
dûvika wî çermê wî radike. Dawî dilê wî hênik nabe, serê
wî jê dike û di xurcezîna xwe de datîne, ji bo Seyran
Xatûn hiltîne.
Vana tevan pêk tîne û berê xwe dide cemaetê, dibêje:
- Ez pir sipaz dikim û rehme li dê û bavê we. Karê we li
vir xelas. Ez hez dikim hûn tev bizîvirin nava zarokên
xwe tenê li malê ne. Welat bê xwedî ma ye. Hûn herin.
Navê çend zilaman dibêje, bila filankes û filankes
bimînin, yên din herin.
Cemaet dibêje:
- Qol Qasim, mirin û mana me yek e. Em pEngaveke bêyî te
navêjin.
Welhasil Qol Qasim dike ferman û wana rê dike. Çend
zilamên navê wana hildaye li cem dimînin, rûdinên.
***
Qol Qasim û çend zilamên pê re berê xwe didin çiyayê
Seyran Xatûn lê ye û pê ve hildikişin. Her ku digîhêjin
cihekî bang dikin, dibêjin:
- Hooo Seyran Xatûn! Hooo Seyran Xatûn!
Bi saetan lê digerin, lê tiştekî peyde nakin û bêhêvî
dibin. Di wê navberê de Qol Qasim jî di navserê re
dizîvire ku çi bibîne!
Li wê derê jî kaniyek heye. Seyran Xatûn jî li ser
kaniyê rûniştiye, ber êvarî ye. Seyran Xatûn dixwaze
hinek giya bixwe û êvarî here ji xwe re di nava koviyan
de razê.
Qederekê bang lê dike. Seyran Xatûn guh lê dibe ku ew
dengê naskirî yê Qol Qasim e. Agir bi kezeba wê dikeve.
Qasî Qol Qasim bang lê dike, Seyran Xatûn dixwaze
bersivê bideyê, lê devê wê li hev nagere û deng jê
dernayê.
Carek, du, sê, deh car... dawî devê wê li hev digere,
dibêje:
- Hoo birayo, va ez li vê derê me!
Dema wiha dibêje, Qol Qasim berê xwe dideyê. Diçe, xwe
diavêjin hemêza hevûdu. Piçekî kêyfxweşiyê dikin.
Rondikên çavan dibarînin. Seyran Xatûn ketiye çi halî!?
Qol Qasim çav li halê wê dikeve, nizane çi bibêje! Hema
diçe dibeze xurcezîna xwe, ewil serê Îskanê Gulîxan
derdixe, datine ber wê, ji bo kezeba wê hinekî hênik
bibe. Piştî wê destek cilê teze yê hevrîşimî derdixe.
Seyran Xatûn li xwe dike. Wê li pişt xwe datîne, ya Alah,
ya Xwedê, berê xwe didin welatê Hesen û Heyderan.
***
Qol Qasim û zilamên pê re û xwişka wî Seyran Xatûn
digîhêjin welatê xwe, welatê Hesen û Heyderan. Dema
cemaeta wana çav li wana dikeve, ewqasî kêyfxweş dibin
ku ew tavaheyva welatê wana Seyran Xatûn wa ye zîviriye,
ji kêyf û eşqê re çel roj û çel şevan def û zirneyê li
dar dixin û kes naraze, nafikire û kar nake, dawetê
dikin û govendê digrin.
Dîsa welatê Hesen û Heyderan her çiqasî ew ternalê
xortan Eliyê Memed di navê de nebe jî, her çiqasî kul û
kedera wî di dilê milet de hebe jî, hêdî bi hêdî dîsa
kêyfxweşiya xwe ya berê digre û milet jiyana xwe
didomîne.
DAWÎ
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|