Heye ku ez ne li vê kêlîkê me
Tu ne zû hatî
nejî dereng…!
heye ku ez niha li nîvê şeva duh im
mîna pûtekî kevirî
şêt û behitî
destên xwe yên hesinkirî
haş dikim….!
…………..
heye ku tu li a dinî rojê be
zû hatibe
yan dereng…
ku min dipê…?
Wê êvar li te berteng bibe….
lê yê ezim
hîna li nîvê şeva duh im
ne şêtim ne behitî me
bi serpêhatiya di zindana li kêlekê de
birînên xwe yên germ
destên xwe yên hesinkirî
haş dikim….!
- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û
rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her
nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.