|

GENGEŞEYÊN OPERASYONA DERVEYÎ
SÎNORAN
Hesen Huseyîn Denîz
Di van rojên dawî de, di çapemeniya Tirkiyê
de, li ser operasyoneke derveyî sînoran a dixwazin li
hemberî gerîlayên kurd li dar bixin gengeşe û axaftinên
qelew tên kirin. ‘Operasyonek pêwîst e, yan ne pêwîst e;
operasyoneke pêk were wê çi fêdeyê bide, yan çi xisarê derxe
holê’, li ser vê nêrînên xwe dinivîsînin û gengeşe dikin. Lê
mixabin kes zêde danakeve bingehê pirsgirêkê. Ger hinek qalê
bikin jî di ser re diqevizin.
Destpêkê divê aliyê Tirk zanibe ku pirsgirêka
kurd ne li derveyî sînoran, di hundirê sînoran de ye.
Gerîlayên kurd ne tenê li Qendîlê hene; ji Amedê bigir, heta
Dêrsim û Serhedê; ji Mêrdînê bigir heta Çewlîk û Wanê; ji
Çolemêrgê bigir heta Botanê ji salên piştî 1984an û vir ve
gerîla dijîn û heta pirsgirêka kurd bi awayekî dadmendî neyê
çareserkirin jî wê bijîn. Ger cîhan tev li ser serê kurdan
bibin yek û gerîlayên kurd ji binî ve tine bikin jî, piştî
çend saleke din wê gelê kurd careke din ji nava xwe
têkoşeran derxîne û deşt û çiyayên xwe tije çekdar bike.
Wê demê pirsgirêk ne hebûna gerîlan a li
Qendîl an li cihekî din e; pirsgirêk meşandin û domandina
bêdadiyeke mezin a li hemberî gelê kurd e. Ger dewletek
welatê gelekî dagir bike û her cureyê mirinê jê re rewa
bibîne, divê zanibe ku wê ew gel li ber xwe bide û bi hemû
derfetên xwe parastina xwe ya rewa bike. Lê tirk vê yekê jî
ji kurdan re zêde dibînin. Dibêjin ku, ‘emê bi her awayî te
înkar û tine bikin û li hemberî vê tenê mafê te yê xwe
înkarkirinê heye’. Kîjan gel dikare vê bêdadiyê bipejirîne?
Dewleta Tirk her ku li hemberî têkoşîna gelê
kurd tengav dibe, dibêje ; ‘terora koka wê li der ve!’ Lê di
rastiyê de ne terorek heye, ne jî kokek li der ve.
Pirsgirêka kurd ti caran rehên xwe dirêjî der ve nekiriye
yan ji der ve şîn nehatiye. Li Geliyê Zîlan, li Agirî, li
Dêrsim bi hezaran kurdên ji her temenî hatin qirkirin
govan(şahid)in ku pirsgirêka kurd ji nepejirandina aliyê
tirk derdikeve holê û pirsgirêkeke hundirîn e.
Lê aliyê tirk her dikeve tengasiyê çavê xwe
dide ser der ve û wekî şûrê demokles, operasyona derveyî
sînoran tîne ser ziman. Wekî ti caran operasyon li derveyî
sînoran nekiriye, û wekî vê operasyonê li dar bixe wê
pirsgirêka kurd ji binî ve çareser bike, dixwaze bandûrê li
ser raya giştî ya xwe bike. Lê rastî ne wiha ye.
Di rastiyê de, aliyê tirk bi xwe jî dizane ku
bi dehê caran sînor bi hemû derfetên xwe derbas kiriye û
ketiye xaka Başûr û patka stuyê xwe xurandiye, paş de
vegeriyaye. Bi ser de di demên berê de ji pêşmergeyan
alîkarî digirt, niha ew alîkarî jî wê di dest de tinebe.
Tevî vê dizane, xwestina wê ya operasyoneke derveyî sînoran,
ne li dijî gerîlayên kurd e. Di rastiyê de bi rêka vê
operasyonê wê bixwaze hêzên xwe zêdetir di xaka Başûr de bi
cih bike. Ji xwe niha li Amediyê li derûdora Zaxo û Dihok
hêzên îstîxbarî û leşkerî yên Tirkiyê hene. Ev hêz hîn ji
dema bi pêşmergeyan re li hemberî gerîlan operasyon li dar
dixistin hatin Başûr, li wir bi cih bûn û careke din
venegeriyan. Wê demê kurdên Başûr bê xwedî hêz bûn û pêwîstî
bi alîkariya hêzên tirk didîtin. Lê îroj kurdên Başûr bi xwe
bûne hêzek û alîkariyeke leşkerî ya artêşa tirk ji bo
berjewendiya xwe wekî berê bi fêde nabînin, berûvajî bi
xetar dibînin. Nexwasim hêzên tirk ên li Başûr hene,
dixwazin derxin, lê hêza wan têra derxistinê nake. Bi ser vê
de aliyê kurd bi rêka operasyoneke li dijî gerîlan naxwaze
rê li hatina hêzên tirk, ketina wan a Başûr veke ku dibe
tirk careke din xwe paş de venekişînin û di bin navê
ewlekarî û dostaniyê de li Başûr bimînin. Aliyê tirk ji bo
derfeteke wiha bi dest bixe wê lotkan biavêje. Lê divê aliyê
kurd nekeve xafiltiyeke wiha.
Aliyê tirk baş dizane ku li hemberî gerîlan
nikare bi operasyona derveyî sînoran encamê bigre. Ji
destpêka salê ve, tevî agirbesta gerîlan li Bakurê
Kurdistanê operasyon li ser opersyonê li dar xist û hîn jî
didomîne; ka çi bi ser xist? Ger bi rastî hêza wê bi gerîla
dikare, fermo çima gerîlayên li Bakur nikare tine bike? Bi
ser de dixwaze were xwe li Başûr biceribîne! Ji sersalê ve
bi sedhezaran leşker operasyonan li dar dixe, hemû teknîka
xwe xistiye tevgerê, lê encam tenê têkçûn e.
Yeke din, aliyê tirk ti caran bi tena xwe
nikare di erdê re were heta Qendîlê. Hîn çiyayê Qendîlê
nedîtiye û nizane bê çiyayekî çiqasî asê, tevlîhev û fireh
e. Li Bakur tevî bi dehê caran derketiye çolterê jî, ger di
operasyonekê tenê de jî cerdewan nedin pêşiya wana û rêkan
şanî wan nedin, newêrin derkevin operasyonê. Ka bila yek
operasyona xwe ya bê alîkarî û rêbertiya cerdewanan bêjin.
Nîn e. Wê demê çiyayekî wekî Qendîl fireh û mezin wê çawa
biwêrin bidin ber xwe? Nikarin.
Ev rastî diyar dikin ku armanca aliyê tirk ne
têkoşîna li hemberî gerîlan e. Yek; pirsgirêkên di nava wan
de ya di navbera aliyê artêşê û hukûmetê de hene dixwazin bi
vê rêkê veguherînin valaderxistina hev û li ser vî bingehî
nijadperestiya tirk xurt bikin ku bikaribin rantxuriya xwe
bidomînin û mezintir bikin. Du; dixwazin bi rêka operasyona
li ser gerîlan bikevin xaka Başûr û destkeftiyên aliyê kurd
ên li wê derê ji dest wana derxin, ger nikaribin jî herî kêm
pêşî li çûna ber bi dewletbûneke kurdî bigrin.
Divê were zanîn ku aliyê kurd bi hêzên xwe
yên gerîla li Bakur şerekî rewa ê azadiyê dimeşîne û bi hemû
derfetên xwe li ber xwe dide û wê bide. Çêbûn an çênebûna
operasyonekê vê rastiyê naguherîne. Wê gelê kurd bi hemû
derfetên xwe berxwedana xwe û têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo
vê têkoşînê wê her çar parçe xaka Kurdistanê bikar bîne û ev
mafê wê yê herî bingehîn e. Çawa ku dagirkerên tirk mafê
qirkirina gelê kurd di xwe de dibînin, wê aliyê kurd jî mafê
berxwedan û têkoşînê di xwe de bibîne. Ger aliyê tirk
dixwaze şer derbasî Başûr bike, bi dehê caran xwe ceriband û
têk çû, dikare careke din jî xwe biceribîne. Lê ez bawer
nakim ku ehmeqiyeke wiha bike. Aliyê tirk baş dizane ku were
Qendîlê wê têkoşîna gerîla bi serkeve û yekîtiya gelê kurd
xurtir bibe. Bi vê sedemê hem aliyê kurdên Başûr, hem kurdên
Bakur divê yekîtiya xwe xurtir bikin, rê nedin leyistokên
tirkan û ger pêwîst bike her du hêzên xwe bikin yek û li
hemberî dagirkeriya tirk eniyeke berxwedana hevpar vekin.
Parastina Başûr û Bakur bikin yek û ber bi serkeftinê ve pêk
re bimeşin. Ev hêz di aliyê kurd de heye û herî dawî ya li
Kurdistanê pêk were jî wê ev rastî be!
|