|

TEŞEYÊN
(şikil/form) VEGOTINÊ
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Di her zimanî de mirov ji bo
bikaribin daxwaz, armanc, hêvî, hest, raman, û hwd. tiştekî
bînin ser ziman, serî li vegotinê didin. Vegotin bi awayê
devkî, ango peyvkî jî dibe, bi awayê nivîskî jî dibe. Her du
vegotin jî bi awayekî rasthatinî nabin; divê armanceke
vegotinê hebe. Mirov li gor armanca xwe vegotinê kin, an
dirêj dike, yan jî bi teşeyekî cuda dibêje û dinivîsîne.
Armanca mirov, teşe û awayê vegotinê diyar dike. Ji bo vê
her vegotinek divê li ser bingehê armancekê be. Gelo armanca
me zanekirin e, yan dayîna hinek zanistiyan e? Gelô em
dixwazin bi vegotinê ramana wan, bîr û baweriya wan
biguherînin, an bandûrê li ser çêbikin? Gelo em dixwazin
pêşdariya dîmenekê bikin, an li ser mijarekê gengeşiyê pêş
ve bibin? û hwd. tev xalên grîng ên diyarkirina teşeyên
vegotinê ne, ango ji armanca vegotinê ne.
Ji bo vê dema dest bi
vegotinekê bikin, berya her tiştî divê em lêpirsîna armanca
xwe bikin. Em ji xwe bipirsin: Em vê vegotinê (çi nivîsandin
be, çi axaftin be) ji bo çi, bi çi armancê dikin, mebesta me
çi ye? Li ser kesê duwem (ê li me guhdariyê dike, yan
dixwîne) wê bandûriyeke çawa bike, yan em dixwazin
bandûriyeke çawa bikin? Bi vê vegotinê em dixwazin çi, bidin
kê?
Dema mirov van pirsan ji xwe
dike, bêguman hinek bersiv dertên ber çav û ew jî dibin
sedemên armanca vegotinê:
-Bi armanca zanakirina
guhdar an xwendevan
Di rewşên wiha de mirov
tiştekî rave(îzah) dike, ramanekê derdixe ber ronahiyê,
rewşekê radixîne ber çavan, mirovekî/ê yan taybetmendiyeke
wî/ê dide nasîn. Lêkolîna li ser têgehekê, yan mijarekê rave
dike.
-Bi armanca guherandina
bîr û baweriya guhdar an xwendevan
Di rewşên wiha de mirov bi
pelikandin(dokument) û zanistiyeke bandûrkar, dixwaze bîr,
bawerî, raman, nêzîkatî û têgihîştina kesê duwem biguherîne.
Li hember rastiyên ew dizane, mirov rastiyên xwe radixîne
ber çavan.
-Bi armanca parvekirina
zanistiya xwe, bi guhdar an xwendevan re
Di rewşên wiha de di derbarê
tiştên em dizanin de mirov agahiyê dide kesê duwem. Cihekî
em lê geriyabin û bixwazin xweşikbûna wî bi kesê duwem re
parvekin, bûyerek an tiştekî me bihîstibe û em bixwazin kesê
duwem jî jê agahdar bibe mirov bi vegotinê parve dike.
-Bi armanca
balkişandina guhdar an xwendevan û bi wan jiyandin dayîna,
di nava vegotinê de
Di rewşên wiha de armanc ew e
ku mirov bi vegotinê kesê duwem bikşîne nava bûyerê. Bi
rastiya mijarê, girêdana bûyeran bi hev re li gor rêzbûna
çêbûn, firehî û encamê, mirov bala wî/wê dikşîne ser
vegotinê û bûyerê bi wî/wê dide jiyandin.
Di tevahiya vegotinan de ji
van armancan yek, an ji yekê zêdetir, an tev hene. Ew êdî li
ser armanca vegotinêr dimîne. Lê ti vegotin bê armanc nabe.
Têkiliyeke xurt di navbera vegotin û armancê de heye.
Armanca mirov, teşeya vegotina mirov diyar dike.
Li jorê, me, armancên
vegotinê di çar xalan de komî ser hev kirin. Ev çar armanc,
çar teşeyên vegotinê derdixin holê:
1-Ravekirin
(îzahkirin/explanation)
2-Gengeşî
(discussion)
3-Pêşdarî
(şanîdan/to show)
4-Çîrokî
(to narrate)
Ji van her çar armancan jî
diyar e, mirov armanca xwe yan bi ravekirinê, yan bi
gengeşîkirinê, yan bi pêşdarîkirinê, yan jî bi awayekî
çîrokî dikare bîne ser ziman.
Ravekirin
:
Ji bo zanakirina kesên duwem
e; mirov dixwaze zanistiya xwe pê re parve bike.
Gengeşîkirin
:
Ji bo guhertina bîr û bawerî û
ramana kesên duwem e.
Pêşdarkirin
:
Bi rêka alîkariya dîmenan
danasîna cihekî bi kesên duwem e.
Çîrokîkirin
:
Ji bo jiyandina bûyerê bi
kesên duwem e, mirov kesên duwem dikşîne nava vegotinê û pê
dide jiyandin.
Ev her çar armancên vegotinê
ku çar teşeyên vegotinê derxistine holê, encamên xwezayî yên
vegotinê ne û ne bi zorê, yan ji ber xwe nehatine derxistin.
Bi vê sedemê dema mirov dest bi vegotinekê bike, divê van
her çar teşeyan û armancên ev teşe afirandine her li ber çav
bigre. Divê mirov ji xwe bipirse ku em dixwazin li ser
kesê/a duwem (guhdar an xwendevan) bandûreke çawa çêbikin?
Bêguman bersiva vê pirsê, wê ji van her çar teşeyan yek be.
Ji bo vê têkiliya di navbera
vegotin û armancê de wek têkiliya di navbera goşt û hestiyê
laşê mirov de ye. Çawa ku yek bi yekî heye, yek bê yekî nabe
û yek yekî xurt an qels dike, vegotin û armanc jî wiha ne.
Ger armanceke mirov hebe, divê em bînin ser ziman. Ger me
tiştek anî ser ziman, divê armanceke me hebe. Ger tu armancê
ji vegotinê biqetînî, vegotin dimre. Ger vegotina te bê
armanc be, ew ne vegotin e.
Em dikarin têkiliya di
navbera vegotin û armancê de li ser mînakan bibînin. Ji bo
ku cudahiya di navbera armancan de were dîtin, her çar mînak
jî li ser yek mijarê bi teşeyên cuda cuda hatine nivîsandin.
Mînak; ji bo ravekirinê (bi
armanca zanekirinê):
Zaroktî demek tewra
xweş a temenê mirov e. Jidayikbûnê destpê dike û heta
bîrbûnê, ji bîrbûnê jî heta balixbûnê didome. Bi
balixbûnê mirov derbasî ciwaniyê dibe û zarokî li pey
mirov dimîne. Zarokbûn xweş e, ji ber ku hîn ji aliyê
cîhana me ve mejiyê wan ê pak nehatiye dagirtin. Hestên
zarokan jî wek mejiyên wan pak in; ti xerabî ne di hişê
wan de, ne di dilê wan de nîne. Serê wan ji hilgirtina
her tiştî re amade û vekiriye. Mejiyê wan wek dîskê
kompûterekê ye ku tu dikarî her tiştî li ser qeyd bikî.
Mirov terbiye û zanistiya demê ya civak û malbatê di van
salan de digre. Di van salan de fêrî xwendin û
nivîsandinê dibe. Axaftin û jêhatiniyên wek sitranbêjî,
nivîskarî, hunermendî û hwd. di van salan de derdikeve
holê. Di zarokiyê de mirov xeyalên rojên bên dike, ji
ber ku temenekî dûvdirêj li pêşya mirov diyar dike. Heta
mirov bi pîrbûna xwe nehise, mirov nirxê zaroktiyê
dernaxîne zanebûnê...
Mînak; ji bo gengeşiyê (bi
armanca guhertina raman û baweriyê):
Hinek kes hene ku qet
nirxê zarokiyê nizanin û ji ber vê jî bi awayekî şaş û
hişk nêzî zarokan dibin. Di îslamiyetê de dibêjin,
‘Lêdan ji buhiştê derketiye’ û bi vî aqilî li zarokan
didin. Lêbelê mafê ti kesî nîne li zarokan bide. Gelo
kes dikare bêje ku zarok ne pêşeroja(rojên bên) civakê
ne. Bêguman na. Lê ew kesên li zarokan didin, bi zanebûn
an nezanbûn li pêşeroja xwe didin. Ewên zarokan qels û
tirsonekî mezin dikin, ew pêşeroja xwe jî qels û
tirsonekî dikin. Civakek li ser bingehê zarokan nuhbûna
xwe dikare bidomîne. Ger tu zarokan baş perwerde bikî tu
dikarî pêşerojeke xweş amade bikî. Di civaka kurd de û
di hemû civakên feqîr de zarokan çêdikin û diavêjin
kolanan. Ev ne rêbazeke rast, ne nêzîkatiyeke durust e.
Ji bo wê jî civakên wiha ji ewlekariya pêşeroja xwe
bêbawer in. Ger civakek dixwaze pêşeroja xwe hilgire bin
ewlekariyê, divê ji terbiyekirin û perwerdekirina
zarokan destpê bike. Ev jî bi lêdanê nabe, bi zanakirin
û mirovtiyê dibe.
Mînak; ji bo pêşdarkirinê
(bi armanca
danasîna tiştekî):
Zarokeke neh an deh salî
bû; kirasekî sor li xwe kiribû û porên xwe yen qehweyî
ku di bin tîrêjên tavê de wek xaka sor a cotkirî
dibiriqîn, berdabû ser her du milên xwe û heta ber sînga
wê dirêj dibûn. Bi çavên xemgînî yên girs li derdora xwe
dinêrî. Xuya ye li yekî digeriya ku alîkariyekê jê
bigre. Hinarkên ruyê wê yên dagirtî ji şerman re wek
libên hinarên qelaştî tije xwîn bibûn. Lêvên wê yên li
hev, bi lêvkeniyeke veşartî amade bûn ku diranên wê yên
berfînî raxîne ber çavan. Lê xuya ye ji xwe ne ewle bû û
di biryardayîna ken û girî de dudiliyek dijiya. Bi
lingên xwe yên xwas xaka germ digivaşt û dixwest
heyecana xwe biborîne...
Mînak; ji bo çîrokiyê (Bi
armanca
jiyandina bûyerê)
Bi pey goga xwe beziyabû
û hatibû li ber laşekî wek dîwarekî bilind rawestiyabû.
Ew zarokeke neh deh salî
bû. Kirasekî sor li xwe kiribû û pêxwas bû. Goga wê
gindirîbû û di deriyê baxçe re hatibû hewşa cîranê wê.
Cîranê wê zilamekî bi tena xwe dijiya bû û zarok tev jê
ditirsiyan. Ji bo vê bi tirs û xov hatibû ber derî. Dema
dîtibû derî vekiriye, ji xwe re gotibû;
- “Ezê bi lez biçim
rahêjim goga xwe û werim. Kodo min nabîne.” Lê dema di
derî re gavek, du gav hîn neavêtibûn, bejna Kodo ya wek
koda di destê wî de dirêj û stûr li ber çikiyabû. Ji xwe
ji ber vê kodê, zarokan navê wî danîbûn ‘Kodo’.
Dema Kodo li pêşya xwe
wek dîwarekî çikyayî dît, kabên wê sist bûn û ji şerman
re xwînê da ser hinarkên ruyê wê. Ne dizanîbû bikene, ne
dizanîbû qîr bide. Dawî bi tirs serê xwe bilind kir û
awirên wê li yên Kodo ketin.
“Va ye goga te”, got Kodo
bi ruyê xwe yê tirş û bi awirên tûj, “bila careke din
neyê hewşa min!”
Zaroka kirassor, ev
nêzîkatî jî ji Kodo hêvî nedikir. Di dilê xwe de digot;
- “Ez şewitîm, niha wê
were ser ruhê min û min ji xwe re birevîne!”
Ji qasî dizanî zarokan û
cîranan tev di derbarê wî de wiha gotibûn. Bi tirs
rahişt goga xwe û bi lez xwe di deriyê hewşê re avêt
derve...
Di van her çar mînakên jorîn
de, çar teşeyên vegotinê û çar armancên wê diyar dikin.
A yekem, bi armanca
zanakirinê hatiye nivîsandin û teşeyê ravekirinê ye. Zaroktî
çi ye, di navbera kîjan salan de dibore, wateya zaroktiyê çi
ye, ji bo civakê xwediyê weyneke çawa ye û hwd. bi awayekî
ravekirinê tê dayîn. Armanc, di derbarê zaroktiyê de
zanekirina kesên duwem e. Di teşeyê vegotinê de, armanc bi
awayekî diyar hatiye ser ziman û zanistiyan dide.
A duwem bi armanca guhertina
raman û nêzîkatiya kesên din hatiye nivîsandin û teşeyê
gengeşîkirinê ye. Di vir de li ser nebaşiya lêdana zarokan,
grîngiya zaroktiyê ji bo pêşeroja civakê tê rawestin. Ji
nêzîkatiya olî û civakên feqîr mînakan dide û dixwaze nêrîna
wan a di derbarê zarokan de biguherîne. Raman û helwesta xwe
û yên dijberê xwe bi awayekî ku rê ji gengeşiyê re veke tîne
ser ziman. Dixwaze di hiş û ramana kesên duwem de lêpirsîn û
nakokiyekê çêbike ku bikaribe wan ji kevneşopiyên wan rizgar
bike, bîne ser nêrîna xwe.
A sêyem bi armanca danasîna
rewş û dîmena kesekê hatiye nivîsandin û teşeyê
pêşdarîkirinê ye. Di vir de vegotinêr bi danasîna xetên ruyê
wê, cilên li xwe kirine, dîmena diyar dike, hestên li ser
ruyê wê xwe dane der, dixwaze dîmenekê çêbike, me bikşîne
cem wê dîmenê, bi me bide jiyandin û bi vî awayî bandûrekê
li ser me çêbike û dilê me bibijîne xwendinê, bala me
bikşîne ser mijarê. Bi vê armancê teşeya pêşdariyê bi kar
tîne ku em bikaribin keçê bînin ber çavên xwe û weke zindî
ye bûyerê bijîn.
A çarem bûyer çawa çêbûye, ji
destpêkê heta dawî li gor rêzbûna bûyeran, axaftina di
navbera wan de, nêzîkatî û hestên wan ên bêhn bi bêhn, wek
serpêhatiyekê vedibêje û ji bo vê teşeyê çîrokîkirinê bi kar
aniye. Di vir de sedem û encamên bûyerê, di nava herikîna wê
de vedibêje. Goga keçê gindiriye û hatiye bexçe, ji vir
digre dest û heta goga xwe distîne, gav bi gav radixîne ber
çavan. Bi vî awayî bi armanca parçeyek ji jiyana Kodo û Keçê
bi me bide nasîn, em di derbarê nêzîkatî û jiyana wan de
agahdar bibin, em jî bigihêjin zanistiya têkilî û jiyana
wan, bi awayekî çîrokî radixîne ber çavan.
Di vegotinê de mirov dikare
her çar teşeyên vegotinê di nava hev de bi kar bîne. Ji xwe
vegotineke tenê bi teşeyekê hatibe nivîsandin an gotin,
gelek caran nikare mebesta mirov bîne ser ziman û ji bo vê
mirov pirahî ji yekê zêdetir teşeyên vegotinê bi hev re bi
kar tîne. Lê her çiqasî mirov vana bi hev re, di nava hev de
bi kar tîne jî, divê yek ji vana li pêş be, mohra xwe li
vegotinê bixe. Ger em nivîsarek zanyarî, ramyarî dinivîsînin
wê ew bi teşeyê ravekirinê be, divê zanistiyên şênber bide
kesên duwem; lê van zanistiyan bi şibandineke pêşdarî, bi
mînakdayîneke gengeşî û heta bi awayekî çîrokî mirov dikare
xurt û dewlemend bike. Dîsa ku em li ser bûyerek,
serpêhatiyeke çêbûye, yan em xeyal dikin ku çêbibe vebêjin,
divê bi teşeyekî çîrokî were vegotin; lê di nava vê de mirov
gelek caran dîmenên bûyer lê derbas dibe bi pêşdarîkirinê
radixîne ber çavan, bi axaftinên di navbera kesan de hest û
ramanên wan dide ber hev, gengeşiyekê di serê kesê duwem de
çêdike, yan jî hinek zanistiyan di derbarê bûyerê de, kesan
de û hwd. de dide.
Di her çar mînakên jorîn de
ji bo bi awayekî balkêş werin ber çav û werin dîtin, her
teşeyê vegotinê li halê xwe hatiye nivîsandin. Mirov vana
tevan dikare bixe ser hev û vegotinekê jê derxe. Tev jî li
ser rewşa zarokan e, lê bi teşeyên cuda hatine nivîsandin.
Ger mirov bala xwe bide ser, diyar dibe ku her teşeyek
xwediyê armancekê ye. Divê mirov van teşeyan baş binase ku
bikaribe di vegotinê de her yekê di cih de bi kar bîne.
Mînak ku em dixwazin gundekî, çiyayekî bidin naskirin,
bêguman wê teşeyê vê vegotinê pêşdarî be, lê di nava
pêşdariyê de mirov dikare zanistiyên di derbarê mezinbûn,
biçûkbûn, bilindahî û hwd. de jî bide, pê re dîroka wê bi
awayekî çîrokî vebêje û ger li ser wî gundî yan wî çiyayî
nêrînên em rast nabînin hebin bi rêka teşeyê gengeşiyê em
dikarin guhertina wan ji xwe re bikin armanca vegotinê.
Mirov li ser taybetmendiyên
van teşeyên vegotinê çiqasî têgihîştî be, ewqasî dikare
vegotineke dewlemend û li gorî armancê derxîne holê.
Derveyî vê hin taybetmendiyên
din ên vegotinê hene ku divê ew jî werin nasîn. Hinek
vegotin hene, tişta heye mirov raste rast tîne ser ziman.
Mînak, ku kewek nikil sor be, em dibêjin; ‘Ew kew nikil sor
e!’ Yanê em ti nêrîna xwe tev lê nakin, çawa diyar dibe, em
wiha tînin ser ziman.
Lê hin vegotin hene ku mirov
diyarkirina tiştekî şîrovê dike, li gor hest, raman û dîtina
xwe tîne ser ziman. Mînak, mirov dibêje; ‘Nikila wî kewî
gelekî xweşik e!’ Ev bi tevahî nêrîna mirov e. Dibe ku li
ber çavên kesekî din qet ne xweşik be, lê li gor nêrîna me
xweşik e.
Di vir de du cûreyên vegotinê
derdikevin. Yek kirdeyî ye, yek camidî ye. Ya
kirdeyî(subjektîf) li gor nêrîna mirov e û ya
camidî(objektîf) li gor diyarkirina wekî xwe ye. Vegotina
camidî mirov dikare bipeyitîne(îspat bike), lê ya kirdeyî
nikare. Ji ber ku vegotina camidî bi awayekî zanyarî û
camidî ye, lê ya kirdeyî li gor nêrîn û şîrovekirina mirov
e.
Mînak; Ger em bêjin, ‘Ev
zilam qelew e’, ev nêrîna me ye û vegotineke kirdeyî ye. Li
gor dîtina me qelew e, lê dibe ku gelek kesên ji wî qelewtir
li wir hebin û ew li ber wan zeyif jî be. Lê li şûna vê ku
em bêjin, ‘Ev zilam sed û bîst kîlo dikişîne’, ev dibe
vegotineke camidî. Ger pîvanêrek baş hebe mirov dikare
bipeyitîne ku bi rastî sed û bîst kîlo ye. Kîlo pîvaneke
hevpar a giştiya mirovan e û li gor kesan nayê guhertin; lê
qelewî pîvaneke kirdeyî ye û li gor herkesî tê guhertin.
Di vegotina camidî de
armanceke zanyarî, di vegotina kirdeyî de armanceke hunerî
derdikeve pêş.
Ji bo vegotina li ser tiştên
dikarin werin pîvandin, wezinandin, sinifandin mirov
zimanekî zanyarî bi kar tîne. Ev zêdetir di vegotinên di
derbarê mijarên zanyarî de tê bikaranîn. Di vê vegotinê de
peyvên werin bikaranîn pirahî ji nava têgihan(concept) tên
hilbijartin, ango zimanekî têgihî tê bikaranîn. Ji aliyekî
ve dibe vegotineke teknîkî. Di pirtûkên dersan ên ji bo
dibistanan de, di pirtûkên lêkolînî yên li ser mijarên
zanyarî de û hwd. ev armanca zanyarî derdikeve ber çav.
Mirov zimanê zanyarî ango
armanca zanyarî dikare li ser çend mînakan bibîne:
-Ji kesên ji nijada Arî
hatine ku bi zimanekî ji malbata Hind-Ewropî diaxivin û li
ser xaka wek Heyvoka Zêrîn tê nasîn jiyane û çanda neolîtîk
pêş ve birine re, ‘Kurd’ tê gotin.
-Ji elementên bi sembola
H2O tên diyarkirin re, ‘Av’ tê gotin. Av di germahiya di ser
sed dereceyan de dibe hilm û ya di bin dereceya zîro de dibe
qeşa. Di germahiya di navbera dereceya zîro û ya sedî de av
rohn e.
-Tişta ku ji hilandin û
şikildayîna xîzê çêdibe û ronahiyê derbas dike, ‘cam’ e.
-Ji sitêrka ku bi
germahiya hîdrojena tê de dişewite û cîhana me germ û ronahî
dike re, ‘Roj’ tê gotin.
Wek di van mînakên jorîn de
tê dîtin, taybetmendiya van a hevpar karîbûna peyitandina
wan e. Her yekê ji vana bi rêkên zanyarî mirov dikare
bipeyitîne ku wiha ne. Mînak; ger yek ji bo taybetmendiyên
avê bêje, ‘Ne wiha ye!’ mirov dikare jê re bipeyitîne. Ji bo
vê mirov pîvanêreke germahiyê dikare bîne, avê bibe cihekî
sar ku di pileya zîro de bicemide û ew bi çavên xwe bibîne.
Mirov dikare avê deyne ser agir û dema pîvanêrê pileya sedî
şanî da, bibîne ku hilm je diçe û baweriya wî li rastiya
vegotinê rûnê. Di axaftin û nivîsarên bi armanceke zanyarî
tên vegotin de wiha armanceke camidî heye. Lê herdem mirov
her tiştî nikare bi awayekî camidî vebêje û gelek caran
mirov serî li armanca hunerî jî dide.
Ji bo bûyereke di serê mirov
de derbas bûye yan em lê bûne govan (şahid), ji bo tiştekî
me bihîstiye, ji bo hesteke xwe an ramaneke xwe, ji bo rewşa
xwe yan rewşa kesekî/e din an rewşa tiştekî em bînin ser
ziman, mirov pêwîstiyê bi armanceke zanyarî nabine,
armanceke hunerî dişopîne. Di axaftina rojane de gelek caran
mirov bi vegotinên wiha re rû bi rû dimîne ku armanca van ne
peyitandina tiştekî ye. Di rewşên wiha de armanceke hunerî
heye ku dixwaze bala kesê duwem bikşîne ser vegotinê; hest,
raman û daxwaza xwe pê bide naskirin. Di vir de armanc ne
peyitandina tiştekî ye, armanc anîna ser ziman û pê hisandin
e. Di armanca hunerî de mirov pêla xeyalên kesê duwem
difûrine û bûyerê bi wî dide jiyandin.
Bi vî awayî derdikeve holê ku
armanca zanyarî û armanca hunerî girêdayê teşeyên vegotinê
derketine holê; ne ji ber xwe ne. Dema mirov teşeyê
ravekirin û gengeşiyê bi kar bîne, diyar e ku armanca me
zanyarî ye û ev jî zimanekî camidî, yê ramyarî, zanyarî û
hişmendî pêwîst dike. Lê dema mirov teşeyên pêşdarîkirin û
çîrokiyê bi kar tîne, armanca me balkişandin, jiyandin dayîn
û kişandina nava bûyerê ye û ji bo vê emê xemilandinan di
vegotinê de bikin ku ev jî bi zimanekî li gorî me, bi
zimanekî kirdeyî, hunerî, hest û xeyalî çêdibe.
Di vegotinekê de armanc û
zimanê were bikaranîn serbiser e. Ger armanc zanyarî be,
zimanê were bikaranîn divê camidî be, lê ku armanc hunerî
be, zimanê were bikaranîn divê kirdeyi be; lê ev nayê wê
wateyê ku di navê re mirov cih bi cih serî li zimanê din jî
nade. Bes a mohra xwe li vegotinê dixe, ya li gorî armancê
ye.
Mînak ku em nivîsarekê li ser
dîroka kurdan dinivîsînin her çiqasî em zimanekî zanyarî bi
kar bînin jî, divê di navê re em serî li zimanê hunerî jî
bidin ku têgihîştineke xurtir çêbibe. Dîsa dema mirov
nivîsarekê li ser xweşikbûna bajarekî dinivîsîne çiqasî
zimanekî kirdeyî bi kar bîne jî di navê re dikare zimanekî
zanyarî jî bi kar bîne û ev vegotinê dewlementir dike.
Bi kurtahî çar armancên
vegotinê hene ku ev, çar teşeyên vegotinê derdixin holê û ev
jî bi zimanekî camidî, yan bi zimanekî kirdeyî tên vegotin û
zimanê camidî encama armanceke zanyarî, zimanê kirdeyî
encama armanceke hunerî derdikeve holê.
***
|