|

Çîrokek Ji Bê Re
Du Çîrok Ji Axê Re.
Hoşeng Osê
Sersala êgir bû…
Tenê av, û du çavên qehwerengî, vexwendî dilbijokiya min û
ya sura sere sibê bûn.
Xwerist, xwe ji zayina bahozeke dîn re amade dikr.
Du bajarên sêwî, di xirecira biyaniyê de, pêrgî hev hatin…
Tazîbûna xemên xwe, bi pevên tazî nixwmandin.
Navên nû li hev kirin…
Bi hev re, di sersala êgir de, paytexta poşmaniyê rûxandin,
û welatek ji girî re, ava kirin.
* * *
Nû siya min xulamş bibû…
Ji ber ku salên par û pêrar, gewdê min yê heftan, dabûn ber
qîl û pencên bê, û dengê min î şîn, ji girî, ketibû.
Berî roj li bejna serfermandara artêşa pererîkan hilê…
Gundê me hîna di cezbê de bû, û xwe bi rima avê kuşt.
Hespên êgir ketibûn cirîdan, û toza gumanê bi ser dengê
cengê xistibûn, belkî kesek ji gora xwe rabe, da bersiva
pirsa wan bide:
Çima ev ax, ji vexwarina xwîna zarokên xwe têr nabe…!!?.
* * *
Dibêjin: payiz bû…
Dema keçên avê, ji serbanên xewnên xwe, dadiketin çinîna
mazî û gulên hinaran, da serên memikên xwe, ji desgirtiyên
xwe re, sortir bikin.
Dibêjin: ya nedixwest giriyê biyên axê bi dawî bibe, û ya
dixwest ez venemirim, payiz bû.
Ma ji bilî buharê, kî dizane bê payiz ji mirinê re distira,
û havînê dehfdida sersala êgir, da ez çîrokek kesk ji bê re,
û du çîrokên şil, ji axê re bêjim…!?.
Şam /26/5/2007
Shengo76@hotmail.com
|