|
Helbest

Firmêskên ziha
Elwan Şivan
Ji bê dengiya îskên bê fermêsk
Di govend û dîlanên zîzokên payîza welatê min
ên ku di zikê ezman de dileyizin
û baweşînkên pora te
Xweliya bablîsokan li min dibarîne
Kelekên bazirganên evînê talan dike
Di evîniyê de
sos û biryarên jibîrkirinê dimînin
Ku di hewldanên dilê min de têk çûn
Sorbûna hinarkên min ji rengiya lêvên te
mane nîsanên bêwêne
û di bîranînê de
Xewnên bi tris û fincanên li destên falbendan
Ku jehir û qetran in bi bîrtînim
û şevbwêrkên tenayê dijmêrim
Serpêhatiyê evîndara
Wek çîrok li çîna tenaya xwe pê mijûl im
û serdanên tayên sar û germ dinoşînin
Di peyalên keseran de berbihewa û bilind in
Lê dîsa ji bê dengiya îskan
Birînên bê aram û qemûşkên lêvên min
Ji sira bayê kur, bayê heskirinê
Pûç û ziha dike
Payiza bi ser buhara de berdide
Dilê ku ji buharê têrnebûye
û xwihdana bendewariyê û fermêskên
aramiyê ku baweşînkên pora te
Paqij û ziha nekir
û dil di dengiya îskan de diveceniqe
Ji xewnên derew dixindire
Di derya û rûbarên fermêskan
Ber mirinê diçê û di xeniqe
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |