|
Ber bi
stratejiyekî Kurdistaniya giştî ve
Xalid Ehmed Elî
Her dû cengên rizgarkirina Kuwêyt
(1991) û Êraqê (2003) têne hejmartin
weke dû bûyerên navendî ku bi
rengekî xuya beşdarî di guherandina
semyanên navçeya rojhilata navîn a
ku rêjîmên totalîter û dêspotîk yên
ku bi riya kudetayên (lêdanên)
leşkerî û xwediyên îdeolojiyên
îzolekirinê û regezperest, têde
serdestin.
Diyare ku sîstemên berhemdana
kolonyalî li berjewendiyên aktîvane
yên dewletên mezin di navçê de xwedî
derdikevin û piştgiriya wan dewletan
weke sêwanekî navneteweyî û legal,
ji berdewamiya hebûna xwe re dibînin.
Li vê navçeyê prensîba parastina
hevsengiya hêzên cîhanî girînge.
Di bin sêwana piştgiriya navneteweyî
de, van rêjîman siyasetên dêspotîk û
tepeserî li dijî hemwelatiyên xwe
meşandine, di nav de kuştin û
destgîrkirin û ji holê rakirina
azadiyên giştî û azadiya
rojnamevaniyê tevlî sepandina
yasayên awarte li dirêjahiya bi
dehan salan û bi cîhanîna komkujî û
jenosayd li dijî opozisyonê û para
herî mezin dîsa ya kurdan bû (Enfal,
Helebçe, Dêrsim, Qamişlo, Mihabad û
hwd).
Piştî van rêjîman desthilat zeft kir
hemû şêweyên hevbeşiyê qedexe kirin
û desthilat bi hemû şêweyan hiştin
di destê malbatên xwe de û dewlet
kirin wekî milkekî kesayetî û
xistine di bin xizmeta kesayetiya
xwe de, ya ku bû sedema dûrketin û
xerîbiya welatiyan ji civakê. Komara
tirs û zordariyê hate damezrandin.
ji dêvla komarek demokrasî û
nîştimanî û bihêzkirina avayên aborî
û komelayetî û çandî û yasayî. Ev bû
sedema kûrbûna kîndariya xelkên vê
navçeyê beramber rêjîmên xwe û hêzên
navdewletî yên ku piştgirtiya wan
dikin.
Ev siyaseta hanê bû sedemeke serekî
ku êrîşên 11 ê îlonê pêk werin, li
gor ku wezîra derveya Emerîkayê C.
Rice mikur hat, tiştê ku hişt
Emerîka siyaseta xwe ya derve ji nû
ve deyne û helwestên xwe ji rêjîmên
despotîk li rojhilata navîn biguhere
ew êrîş bi xwe bûn.
Vî tiştî hîşt ku guherîneke
bingehînî di siyaseta derveyî ya
Emerîkayê de derbarê hevalbendên wê
yên kevin de pêkwere. Lê peywendiyên
bi van rêjîman re nebin sêwanek ji
destdirêjî li ser azadiyên giştî û
mafên mirov û gelan û damezrandina
peywendiyan bi gelên rojhilata navîn
re û parastina erkên lîbêralîzmê ji
dêspotîzma dîktatoriyên serdest re.
Van tiştan hemiyan hişt ku
peywendiyên navneteweyî yên ku ji
dema cenga cîhanî ya dûyem ve
hatibûne çespandin, werne guhertin
hinde ku DYE (Dewletên Yekgirtiyên
Emerîka) hindek projeyên nû ji navçê
re danîn bi mebesta derbaskirina
şaşîtiyên siyaseta xwe ya derve ewên
ku bûne sedema êrîşên 11 îlonê û ji
ber berfirehbûna bingeha Îslama
Siyasî û zêdebûna dijayetiya DYE di
navçeyê de, û her wiha çespandina
ewlekariyê di rojhilata navîn de û
ziwakirina çavkaniyên têrorê û
belavkirina azadiyan û çespandina
prensîpên demokrasiyê û mafên
neteweyan di destnîşankirina
çarenûsa xwe de û desttêwerdana di
karûbarên navxweyî yên dewletan de
bi armanca parastina gelan ji
komkujiyan û jenosaydê, ku ev
prensîp bibe serekî ji desttêwerdana
mirovî re.
DYE hindek projeyên nû ji bo
parastina berjewendiyên xwe anîne
holê, DYE xwest ku li şêweyek nû
bigere ji bo parastina berjewendiyên
xwe di navçê û cîhanê de bi
amadekirina projeyên nû wekî Projeya
Rojhilata Navîn ya mezin (Taze) ya
ku bi cenga rizgarkirina Êraqê re
hatibû danîn bi mebesta sazkirina
rêjîmên navçeyê li gor sîstemên
navdewletî yên mafên mirov, gelan,
parastina azadiyên giştî,
sekinandina gendeliyan, azadkirina
afretan û beşdariya wan di jiyana
siyasî de, geşkirina partiyên siyasî,
rêxistinên sivîl, rêzgirtina raman û
rojnamevaniyê û serbixweyiya
dadmendiyê.
Rêjîmên despotîk yên rojhilata
naverast û bi taybetî Sûriyê û Êran
û Tirkiyê û rêxistinên bi wan ve
girêdayî li Filistîn û Lubnan û
Êraqê de eniyekin li pêşberê Projeya
Rojhilata Navîn ya mezin ku dixwazin
Êraqê bikin meydana cengekî ji
nakokiyên xwe re û proseya
guhertinên demokrasî di navçeyê de,
rawestînin.
Ev rewş rojane tê diyar kirin, li
ser televîzyonan ji kuştin û
wêrankirinê û destdirêjiyên berçav
ji dewletên dewrûberên Êraqê û
geşkirina şerê navxweyî. Her wiha,
rêxistinên bi van welatan ve
girêdayî şerek derxistine ji dêvla
wan welatan û kar dikin ku Êraqê
berev şerekî navxweyî giştî ve
biajon û dorpêçkirina Projeya
Rojhilata Navîn ya mezin û rûxandina
prosêsa siyasî di Êraqê de ji xwe re
kirine armanc!.
Tê diyarkirin ku gelê Kurd yê
serperiştiya guhertinê di rojhilata
navîn de bi alîkariya hêzên azad û
demokirat (neteweyên bindest û
rêxistinên sivîl) dike.
Kurdistan wekû welatekî parçekirî û
xwedî têkoşîneke dûr û dirêj ji bo
azadî û serxwebûnê hişt helwesta van
dewletan gelek zelal bê anku
dijminatiya wan ya tund, dijî
guhertinên demokratik û azadiya
gelan.
Dîsa hate xuya kirin, helwestên wan
beramber federaliyê û bicîhkirina
xala 140 ê, ku ji destûra Êraqê, ya
bi hilbijartin û razîbûna tevahiya
gelên Êraqê hatiye danîn. ji bo
çareserkirina kêşe û giriftan û bi
taybet xaka Kurdistanê yên ji
derveyî desthilata herêma Kurdistanê
mayî û bi taybet bajarê Kerkûk ya ku
dewlemendê neftê.
Tevî hemû hewldanên wan, rêjîmên
dagîrkerên Kurdistanê ku bi
serneketin, federalîzmê li başûrê
Kurdistanê beravêtî bikin. Lê belê
dîsa bi çavên tirs û gumanê li
ezmûna kurdên başûr dinêrin û kar
dikin, ji bo bi dawî anîna giyanê
Kurdî û peydakirina asteng û
problêman di pêşiya serkeftin û
seqamgîriya wê de!
Tirkiyê gefa dixwe ku tevlî leşker û
artêşa xwe derbasî nav xaka herêma
Kurdistanê bibe eger hat û Kerkûk
tevlî herêmê bibe - ev weke
derbaskirina ewlekariya netewî a
Tirkî tê hijmartinê li gor Tirkiyê -
bi hinceta parastina Tirkmanan (dema
desthilata Sedamî de, ev rûmeta
toranî li ku bû gelo? Yan jî pirs ne
ev e?)
Sûriyê vê yekê weke veqetana Êraqê
ji rêza Erebî û gaveke dawî di
proseya dabeşkirina Êraqê berbi
kantonên siyasî ve dibîne, her weha
ew federalîzma Kurdistanê weke
Îsraila duyemîn li qelem dide û ji
bîr dike yan jî xwe dide jibîrkirinê
ku Kurd ne Ereb in dev jê berde ku
ala Îsrailê û stêrka Dawûd li
asîmanê mezintirîn dewletên Ereb li
ber ba dibe…!
Êran ji aliyê xwe de, stratîjiyeke
taybet dide meşandinê. Ew Êraqê
gorepana herî mûnasîb dibîne ku
Emerîkayê mecbûr bike ku venasînê bi
rola navendî ya Komara Îslamî a
Êranê di rojhilata navîn de bide.
Her weha, da ku projeya xwe ya
vejena atomî birêve bibe û daxwaz
dike ku benda 140ê were bipaşxistin
bi hinceta ku bicîhanîna wê dê bibe
sedemê pêkhatina şerê navxwe li
Êraqê!.
Nêrînên van dewletan derbarê
bicîhanîna benda 140ê û sedemên vê
nêrîna dijber ji yasaya ku tevahiya
hêzên siyasî yên Êraqê li serê li
hevkirine û piraniya dengê xelkê
Êraqê bidest xist di hilbijartinên
giştî de li dijî êrîşên terorîstan û
kuştina rojane û komkujiyên terorîst
û çeteyên rêjîma ji nav çûyî û
bermayên wê bi mebesta beravêtina
proseya siyasî.
Ev nêrîn û helwestane ne girêdayî
rewşa Êraqê ya navxweyî ne bi qasî
ku girêdayî rewşa herêmê û pêşbîniya
rojhilata navîn û rola gelê kurd,
tevlî bandora avabûna Êraqeke
pirreng û dêmokratîk ser dewletên
herêmê û şiyarkirina bizava
rizgarîxwaziya Kurdistanê di
parçeyên dinê de û serkeftina hêzên
azadî û dêmokrasiyê ser rêjîmên
totalîter di Rojhilata Navîn de.
Ev hersê dewlet (Tirkiyê-Sûriyê û
Êran) û dewletên Ereb yên din ji dû
binemayên bingehînî destpê dikin:
1- Rûxandina serkeftina dîrokî a
milletê Kurd li Êraqê bi mebesta
pêşî li pêşkeftina tevgera
rizgarîxwaziya Kurdistanê girtin li
parçeyên dinê. Tevlî serneketina
îdeolojiyayên serdest bi zihniyeta
xwe ya şovînî û faşîst di dîtina
çareseriyeke demokratîk ji bo doza
kurdî û avakirina dewleta
niştimaniya demokrata nûjen.
2-Tênegihiştina rêjîmên navçeyê ji
veguherînên demokratîk re weke
hilweşandina dîwarê Berlînê û
hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiya berê,
ev veguherînên ku di riya şerê
kendavê yê duyemîn û sêyemîn
gihîştine navçê, tiştê ku dê bi
rûxandin û ketina van rêjîmane
bidawî bibe ji ber ku bunyadgeriya
wan li dijî guherîn û çaksaziyê ye.
Tevlî hemû pirsgirêk û nakokiyên
wan, van dewletan lihevkirin di
hevbendiyeke stratejîk de li dijî
azadiya Kurdistanê û projeya guherîn
û demokrasiyê di navçê de. Ev yeka
di rûniştinên sê aliyen û berdewam
yên van dewletan de dixuye -dema
pirs tê ser kurdan ew hemû nakokiyan
ji bîr dikin!?- bi mebesta
rawestandina "Tsonamî" ya guherînê
di navçê de ku hebûna wan bi xwe
dixe metirsiyanê de.
Komkirina leşkeran ser sînorên
Kurdistanê ji aliyê Êran û Tirkiyê
de û zêdebûna hijmara terorîstên ku
ji alê Sûriyeyê ve têne û
pêşkêşkirina piştgirtina lojîstîk a
bê sînor ji rêxistinên terorîst û
bermayên rêjîma ji navçûyî re, tevlî
gurbûna kiryarên terorîstî dijî
milletê kurd nemaze li deverên
derveyî sînorê herêma Kurdistanê
(Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û
Mexmûr…htd) bi destê terorist û
kirêgirtiyan di bin çavdêrî û planên
asayişê rêjîmên herêmê de, têne
encamdan.
Ew li vî şerî weke şerê man û nemanê
dinêrin, û hemû şêweyan têde
bikartînin wek êrîşên hovane li
Şengal û Kerkûkê tevlî fînansekirina
çeteyên kuştin û terorkirinê di şerê
xwe yên kirêt de bi mebesta
tirsandina kurdan û koçberkirina wan
ji deverên wan ji bo bicîhneanîna
benda 140ê…. Belê! Enfaleke nû ye
derheqê milletê kurd li ser destê
rêjîmên ku beşdarî di parçekirin û
dagîrkirina Kurdistanê de kirine û
siyasetên Tirkkirin û Erebkirin û
Fariskirinê bikaranîne, va îro bi
yek deng û helwestî li dijî
pêşveçûna dîrokî ya milletê kurd
radiwestin, ev tiştê ku
tênegihîştina wan ji guherîna di
termên navneteweyî re îzbat dike
weke azadî û yeksanî û beşdarîkirina
milletan di avakirina paşeroja xwe
de.
Serkirdayetiya Kurdistanê karibû
nakokiyê birêve bibe û xwe li ber vê
êrîşa hovane bigire, û mafê xwe yê
rewa di destnîşankirina çarenûsa xwe
de li gor yasa û peymanên navnetewî
bike. Her weha, serokatiya
Kurdistanê rêbaza demokratîk û
rêzgirtina li gelên navçeyê û
derxistina nimûneyekê di hevjiyana
aştiyane û bivîn li başûrê
Kurdistanê di navbera tevahiya
netewe û ol û mezheban de pêk bîne.
Ev hemî ji encama serhev de kombûna
siyasetên despotîk û komkujiyan li
dijî gelê kurd û baweriya kurdan a
tund û bihêz bi têrmên dadmendî û
yeksaniyê û mafê neteweyan di
destnîşankirina çarenûsa xwe de
tevlî prensîpa beşdariyê di jiyana
siyasî de.
Tevlî birînên kûr yên ku vê cenga
kirêt li paş xwe hiştin ku hovîtiya
dijminan destnîşan dike. Lê belê
berdewamiya berxwedan û pêşketinê
pêdiviye bi avakirina stratejiyeke
berevaniyê sipartî tevahiya gelê
kurd li her çar parçeyan û
diasporayê ku hêdî hêdî bibe
stratejiyeke êrîşkar. Pêwîstiya me
bi van xalên jêr heye:
- Danîna siyaseteke çandinî û
pîşesaziyê bi mebesta dabînkirina
pêwîstiyên rojane yên welatiyên
kurd, nemaze berhemên çandiniyê
hinde ku xaka çandiniyê heye tevlî
peydabûna karker, pîsporan, av û
pîşesaziyên giring ji bo bicîhanîna
ewlekariya xwarinê li Kurdistanê.
- Fêrkirina kurdan li bajar û gundan
nexasime di nav gencan de û
parastina wan ji propogandaya
dijbera ku hewl dide baweriya wan bi
wan nehêle û wêneyekî xirap ji gelê
kurd derxe holê, ew jî gotina ku
kurd nikarin dewleta xwe ava bikin û
birêve bibin.
- Ji nûve avakirina partiyên
Kurdistanî li parçeyên dinê û
xilaskirina wan ji parçebûnê û
yekkirina rêzên wan û ajotina wan ya
ku ber bi geşkirina çalakiyan dijî
rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê. Her
wiha rizgarkirina gelê Kurdistanê li
her çar parçeyan di riya avakirina
koalisyonekê ji partî û rêxistinên
sîvîl û mafperwer û ronakbîr û
kesayetiyên niştîmanperwer li ser
bingeha peymaneke niştimanî ku
hêviyên milletê kurd pêkbîne li her
parçeyekê (ji ber nazikî û giringiya
mijarê em dê nêzîk lê vegerin).
- Danûstandin bi kurdên diyasporayê
ji bo avakirina lobiyek kurdî ku
bikaribe li berjewendiyên kurdan li
welatên pêşkeftî xwedî derkeve.
Nemaze li Emerîkaya bakûr û Ewropa û
Rûsyayê û...hwd.
-Avakirina encûmena-Ewlekariya
Neteweyî ya Kurdistanê ku endaman ji
koalisyonên heyî li her parçeyekê
vehewîne tevlî nûnerên lobiya
Kurdistanî li diasporayê û nûnerên
başûrê Kurdistanê. Ev encûmen dikare
stratejiyeke giştî ji bo kar li hemû
parçeyan dane û ji bingeheke serekî
destbi karê xwe bike: Parastina
başûrê Kurdistanê û berevaniya wê
kirin bi hemî şêweyan û beşdarîkirin
di pêşvexistina wê de û hejmartina
wê wekî bingeha serekî ji bo
rizgarkirina tevahiya parçeyên
Kurdistanê.
-Avakirina peywendiyên stratejîk bi
hêzên demokratîk di rojhilata navîn
de û hejmartina wan wekî hevpişkên
stratejîk di proseya rizgarkirin û
belavkirina demokrasiyê.
- Girêdana encûmenê yekser bi
serokatiya Kurdistanê re û
hejmartina biryar û planên wê weke
biryarên îcbarî ji tevahiya partî û
rêxistin û dezgehên girêdayî wê re.
Em dikarin bibêjin ku em kurd di
pêvajoya herî nazik û girîng ji
dîroka me ya hevçerx de derbas
dibin. Divê ku em li gor
berpirsiyarî û erkên me yên li her
çar parçeyên Kurdistanê bin. ji ber
ku serkeftina me pêwîstî bi gelek
canfidayî û qurbaniyên bê hejmar
heye.
khaldall @ yahoo.com
|