Li hember qameta te.. sofiyekê
sermest im.. dizanim dinavbera me de
asteng pirin û mehale destên min di
gerdena te werbin.. lê ez her yê di
xilwetgeh û çilxana ve û lêvên min
bo peristina te her di saxin û di
livlivin.. û li dûmahiyê.. giyanê
min dê her di giyanê te de heliyêt.
Dizanim to rastîyî û ez wehm..
dizanim to rastîyî û ez wênê te me
di xwedîkê re.. lê.. mezinatiya..
ciwaniya te û giyanê te yê mutleq to
jî ya kiriye wehm û cîhan bi tenê ya
bo min û te may.. dizanim divêt ber
bi canê te bihêm û hemî astenga
bikeme hijmartina tesabîha di destê
xwe de.
Ey cana canan..şaha şahan.. ey ew
telîsma ez mendehoş kirîm û ez
tênegehiştîm û tênegehim.. ey ew
meya ez kirîme serxweşekê ebedî..
dizanim beramber qameta te feqîrim..
kûleme.. hîçim.. lê.. bila
dilovaniya te dilovaniya Silêmanî
bît.. nerîna li halê feqîra
mezinahiyê biçûk nake.. nizanim..
nizanim ji îşqa te zêdetir min çi
vêye.. nê jibilî te çi keç bi çavan
na hêne dîtin.. bi dilê hest pê na
hête kirin.. bi tenê to resenatiya
minî.. penageha munacat û fîxanên
minî.. meyxaneya dil û hoşa minî.
Evca rêka gehiştinê bo canê te li
kûveye.. ne şarzanim.. sawîlkeme..
sofiyekê kûleme.. jibilî elîfbêtkên
îsqa te min çi nexwandiye.. îşqa min
jî pelatînkeke berzeye.. bê hizre..
bê mejiye.. bitenê li dûv ronahî û
germatiya te dihêt.. dizanim bi
gehiştina te dê sujim.. dê fena bim..
lê.. sotin û fenabûn di agirê îşqa
te de.. mezintirîn.. xweştirîn
xweşiye.. ey neşweya ava heyatê..
şirînê.. qendê.. nebatê.. çend xweşe
mirov di îşqa te de fena bibît..
tako xwe û çîrokên xwe bikete
dastanek û lêvên hemî murîd û sofî
helaca maçî biket.. çend xweşe ez
bibime to û.. êdî.. ber bi zelma û
tarîstana.. bê şop.. bê dews.. bê
şem' û şemal.. liser dengê maça û
mestiya gehiştinê bikeyne sema û
sofî sef bi sef bêne tewafê.. nê mey
di tariyê de xweşe.. nê maç di
tariyê de xweşe.. nê resentirîn
rêbera xweşiyê meye.. nê resentirîn
rêbera xweşiyê maçe.. ma 'emir çiye..!
bila bi cur'eyeka meya Camî Cem û dı
huzûra maça te de bi dawî bêt.. nê
bi mey û maçê mirov sermediye û
mirin di maça îşqê de nemiriye.
Evca.. va hatim û sofiyekê salikê
terîqeta îşqa te me.. va hatim û
dilê xwe yê jengî dê bi meya te şûm
û semaya xwe dê liber selîqa maçên
te kem..(Ela ya eyuhassaqî edir
ke'sen we nawîlha... kê êşq asan
nêmod evvel velê oftadê muşkîlha)*..
were deme û eve hatim.. va hatim ber
bi te û ber bi norhe û agirê te.. va
hatim.. da bi îşqa xwe ve di canê te
de fena bibim.. fena bibim.
* ev beyta helbestê Melayê Cizîrî ji
Hafizê Şîrazî wergirtiye.
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.