|

Bi
hozan comert re li Kurdistanê hevpeyvîn
Hûn bi xêrê hatin Kurdistanê. Gelo hûn dikarin di derbarê
hatina xwe ya welêt de û armanca hatina xwe de hinek agahî
bidin?
Hozan Comert: Ez berya du
salan dîsa hatibûm welêt. Niha jî ji bo pîrozkirina Pêngava
15ê Tebaxê hatim ku bi gelê me yê penaber ê li Mexmûrê dijîn
re parve bikim. Ji wir jî ez derbasî Herêma Medya bûm û bi
gelê me yê li vê herêmê dijî û yê ji gelek cih û warên Başûr
hatine re me pîrozbahî di 17ê mehê de lidar xist. Piştî
pîrozbahiyan min saziyên me yên li vê derê ziyaret kirin.
Goristanên şehîdan li vê qadê hene. Ez çûm serdana wan. Min
dixwest zêdetir li vê derê bimînim û tev li jiyana gerîlan
bibim, bi wana re hinek xebatên çandî û hunerî bimeşînim; lê
ji sedema êrîşên li ser Qendîlê, topbarînên artêşa Îranê di
van rojan de bê navber dike, ezê derbasî Mexmûrê û bajarên
Başûrê Kurdistanê bibim û serdan û xebatên xwe li wan deran
bidomînim.
Destpêkê Hûn hatin Mexmûrê; we li wê derê rewşa gel ji
her alî ve çawa dît. Hûn dikarin dîmenekî
gelê Mexmûr ji me re raxînin ber çavan?
Hozan Comert: Belê. Min
got ku ez berya du salan jî hatibûm. Min îsal dît ku di
navbera hatina min a yekemîn û îroj de guhertineke gelekî
mezin di her alî de heye. Mirov dikare bêje ku gelê Mexmûr
pêngaveke mezin pêş de avêtiye. Di warî siyasî, çandî,
perwerdehî, civakî û her wiha aborî de pêşketinên berbiçav
hene. Mînak di aliyê pêşwazîkirina hunermendekî de jî
pêşketin heye. Bêtir bi sazûman, nîzam û rêz ez hatim
pêşwazîkirin û gelekî kêfxweş bûm.
Bi taybetî li Mexmûrê
pêşketina bi ciwanan re çêbûye bala mirov dikişîne. Tev
dixwînin. Ji xwe li wargehê heta lîseyê heye. Yên Lîseyê
derbas dikin, li bajêr diçin unîwersîteyê û li wê derê bi
ciwanên me yên ji Bakur hatine re peywendiyên xweş danîne û
bi ciwanên Başûr re jî germ in. Yekîtiyeke netewî ya navbera
parçeyan saz kirine. Di girseya hatibû pîrozbahiyê de min ev
yek dît. Gelek xwendevanên zanko yên ji Bakur hatibûn, yên
ji Başûr hatibûn û yên Mexmûrî mil bi mil rûniştibûn, bi yek
hest, raman û coşê li awaza min temaşe û guhdarî dikirin. Ez
bi vê yekê serbilind bûm.
Ji bo Çand û Huner li Mexmûrê pêş ve biçe, ti amadekarî
an planên we hene?
Hozan Comert: Wekî li wir
heye, pirsgirêkên me yên çandî-hunerî li her alî hene. Di
van rojên borîn de konferansa TEV-ÇANDê çêbû. Ez bawer im di
wê konferansê de, di vî warî de, hin biryarên grîng hatine
sitendin. Li ser çand û hunera kurdî û bi taybetî li ser
nirxên şoreşê qedexekirin, astengkirin û dizîneke dijmin
heye. Vê yekê him bi derfetên xwe dike, him bi destê hinek
hunermendên li kurdiniya xwe xwedî dernakevin dike. Ev yek
xetereyeke mezin e û emê hewil bidin ku pêşî li vê yekê
bigrin; li çand û hunera xwe û li nirxên xwe yên şoreşa kurd
ku li her çar aliyê welêt bi xwîna şehîdan hatiye afirandin
xwedî derkevin. Ji vê konferansê şûn re emê li her çar
parçeyên Kurdistanê ku Mexmûr jî wekî nûnertiya parçeyekî
dike, li vir jî xebatên çandî-hunerî pêş ve bibin. Li vê
derê ji bo vê xebatê bingeheke mezin heye. Bi taybetî di
aliyê şanogerî, mûzîk û dengbêjî de çavkaniyeke xwezayî ye.
Hûn ji Mexmûrê derbasî çiyê bûn. Dema we astenga
Sîngesorê derbas kir û gav avêt xaka Medya we çi hîs kir? Ji
me re dîmenekî hest, raman û hîsên xwe dikarin binexşînin?
Hozan Comert:
Jiyaneke nû, warekî azad; wêr dide dilê mirov. Her çiqasî em
di sitran û gotinên xwe de jiyana gerîlan tînin ser ziman
jî, gotin û dîtin nabe yek. Dema mirov tê çiyê, mirov dikeve
cîhaneke nû. Jiyan ji her alî ve cuda ye. Li vir ronesansek
ji her alî ve hatiye çêkirin û di destpêkê de mirov giraniya
vê hîs dike. Ji her parçeyê Kurdistanê û ji her alî bi keç û
xortên Kurdistanê re mirov rû bi rû tê. Tev bi awirên azad
li te dinêrin. Tu jiyana wan a felsefeyeke nû, ya bi hev re
avakirina demokrasî û azadiyê dibînî. Çawa ku di destpêka
dîrokê de şaristanî li ser xaka Medya hatiye afirandin, îroj
jî mirov dibîne ku keç û xortên kurdan li navsera çiyê dest
dane hev û jiyaneke nû ji bo kurdan, ji bo gelên Rojhilata
Navîn û ji bo tevahiya mirovahiyê diafirînin.
Dema mirov ji
der ve lê dinêre, çiqasî zahmet were jî, lê dema mirov tê û
bi çavan dibîne di cih de dixwaze bibe parçeyek ji vê jiyanê
û xwe tev lê bike, bi hev re parve bike. Di navbera keç û
xortan de jî hezkirineke wiha heye ku tê de ne berjewendî,
ne xerabî, ne tiştekî din nîne; bi tevahî ji bo azadî,
wekhevî û mirovbûnê hatine cem hev. Jiyana wan tevahî li ser
fedekariyê ye. Ne ku muhatacê hinek tiştan in û hatine, na;
hinek ji wan xwendekarên zankoyê ne, hinek xwedî mal û milk
in, hinek li bajaran-hinek li gundan mezin bûne. Lê tev ji
bo armancekê dev ji van tiştên xwe berdane û hatine
gihiştine hev. Ev vîneke mezin e. Tê de zanistî heye,
berjewendiya giştiya gelan heye, pêşketin heye.
Ji bo xwezaya
Kurdistanê jî bêjim ku bi salan e mirovahiyê dijminatî bi
xwezayê re kir. Xweza tar û mar kir. Lê li warê gerîlan
dostaniyek bi xwezayê re hatiye avakirin. Gundî dibêjin ku,
‘Hevalan birîna daran û kuştina ajalan li me qedexe kirine!’
Bê guman baş kirine. Cihên gerîlan lê dijîn dar jî, ajal jî
azad dijîn. Li her aliyên din xweza li mirovahiyê hatiye
xezebe, tola xwe hildide; lê li vê derê bi gerîlan re di
nava dostaniyê de dijîn. Mirov peywendiya gerîlan bi
sivoriyekî re, bi pisîkekê re dibîne û jê dilxweş dibe. Dîsa
li navsera van çiyan bistan danîne, dar çandine. Gundî jî ji
wana fêr dibin. Bi salan gundî li van deran mane şitlek
neçandine, lê dema dibînin ku gerîlan diçînin, hezkirina wan
jî ji şînatiyê re zêde dibe û ew jî dest bi çandiniyê dikin.
We bi giştî Başûr çawa dît. Piştî
ketina sazûmana Sadam hûûn rewşa li Başûr çawa dinirxînin?
Hozan Comert:
Kurdistan bi her çar parçeyên xwe di destê cinawirekî de bû.
Cinawirekî bi çar lingan! Bi destê Amerîkayê be jî ketina
Sadam wekî şikandina lingekî wî cinawirî ye. Hê bandora
dîktatoriyê bi tevahî ranebûye, lê di warê siyasî, çandî,
civakî û aborî de îroj ji doh baştir e. Bi şikandina lingê
cinawir gelê me yê li Başûr hilmek sitend, bêhna gel derket.
Niha bi avakirina Kurdistanê wê ber bi azadiyê ve bimeşe. Ji
xwe li Rojhilata Navîn her dem dewlet bi destê hêzên biyanî
hatine avakirin. Berê Îngiliz bûn niha Amerîkî ne. Di dîroka
Rojhilata Navîn de gelek rêber û pêximber derketine û gelek
ji vana ji Kurdistanê bûn; lê di dîrokê de cara yekem e
derfeteke wiha bi dest kurdan dikeve. Li Başûr niha derfet
heye û pêşketin berbiçav in; zanîngeh tên avakirin, teknîka
pêşketî diherike vir, xwendin û xebat heye. Bê guman ev di
hundirê xwe de xetariyeke mezin jî dihewîne. Bi taybetî di
warê çand, mûzîk û hunerê de, Tirk û dewletên din bi rêka
televizyon, radyo û weşangeriyê dest diavêjin vê derê.
Dixwazin çanda xwe li vir serdest bikin. Ev xetereyeke mezin
e. Hinek hunermend jî ji van polîtîkayan re dibin navgîn û
di hilandinê de rol dileyizin. Divê mirov pêşî li vê yekê
bigre.
Di warê aborî
de hê ew sazûmana dadmendî nehatiye rûniştin. Hê tebeqeya
dewlemend û ya feqîr heye. Divê di vî warî de jî gav were
avêtin.
Di gelek
aliyan de gavavêtin heye.
Ev hêvî dide mirov. Bi
taybetî di warê dostaniya di navbera kurdan de pêşketin heye.
Êdî wekî berê bi kişkirina hêzên biyanî bi ser hev de naçin
û dijminatiya hev nakin. Ev yek, mirov ji dahatuyê hêvîdar
dike. Kurdên Başûr jî bi sedhezaran şehîd dane, heta hatine
vê rojê. Her çiqasî dijmin li ser leyist û niha jî dixwaze
bileyize, lê ji dema borî ders derxistine, êdî nayên lîstika
dijmin û dijberiya hev nakin. Di navbera Başûr û Bakur de jî,
di gelek aliyan de min nêzîkatiyeke ji dil dît û ez pê
kêfxweş û serbilind bûm. Serokatiyê digot ku li Rojhilata
Navîn her kes gur e, divê hûn vê bidin ber çav û wiha
siyasetê bikin ku nekevin ser sifreya guran. Divê dîroka
xiyanetê li Kurdistanê careke din qet dubare neke, li cihê
vê yekîtiya parçeyan saz bibe, dostanî û hevkarî xurtir bibe.
Şoreşa ku têkoşerên azadiyê çêkirine di hundirê xwe de sed
şoreşên bi her awahî –civakî, çandî, hunerî, exlaqî, ramanî,
hesteyarî, zîhnî û hwd.- didebirîne. Ev ji bo gelê kurd
ronesansek e. Divê ji vê ronesansê tevahiya parçeyan sûd
bigrin.
Ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê hûn dixwazin çi bêjin?
Hozan Comert: Niha
pêşeroja gelê kurd bi vê felsefeyê ava dibe. Qasî şerê
çekdarî divê şerê çandî, hunerî, wêjeyî were dayîn. Em li
dîrokê binêrin, ji hatina îslamiyetê heta roja me li
Kurdistanê xwîn dirije. Di nabera kurdan de nakokiyên hene
yên çêkar in. Bi destê neyaran hatine çêkirin. Pêwîstî bi
dostanî, hevkarî û yekîtiya kurdan heye. Ev jî, bi vê
felsefeyê çêdibe. Heta yekîtiya çand û hunerê jî bi vê
felsefê çêdibe. Huner teşeyê(şikil) dide civakê. Divê huner,
çand li ser nirxên şoreşê bin, li ser felsefeya azadiyê bin.
Ev ji bo Başûr jî, ji bo Bakur jî, ji bo parçeyên din jî
wiha ye.
Em hinekî jî qala we bikin. Hozan
Comert kî ye? Zarokekî çawa bû, ji malbateke çawa derket û
çawa bû hunermend?
Hozan Comert:
Ez ji Dêrsimê, ji eşîra Bextiyaran im. Dayika min zaza ye.
Malbata dayika min ji eşîra Abasiyan e.
Di qirkirina
Dêrsimê ya bi destê tirkan de, dê û bavê dayika min û sê
birayên wê jî di nava kesên hatibûn qirkirin de bûn.
Leşkerên tirk qasî sê çar hezar kurdî kom dikin û dikujin.
Wê demê dayika min hê zarokek heft salî ye. Ew û xwişka wê
ya sêzdeh salî di bin cendekan de dimînin û sax difilitin.
Çend rojan wiha di nava cendekan de dimînin û pişt re jî wêr
nakin biçin gund an bajarekî; xwe didin çiyê. Bi mirovên din
ên filitîne re qasî sê salan li çiyê dimînin.
Dîsa di wê
demê de ji eşîra bavê min jî çar sed mirov hatine qirkirin.
Dayika min di
hivdeh saliya xwe de tê gundê Bextiyaran. Bextiyarî bi
kurmancî diaxivin. Di sala 1941ê de cara yekem ji gundê me
bavê min diçe leşkeriyê. Wê demê bi dayika min re nû
zewiciye. Ez di sala 1950 yî de têm dinyê. Malbata me li
Qereqoçanê bi cih dibe û hinekî hal û wextê wana xweş dibe.
Li wê derê ji ber ku bavê min alewî ye, ji bo bikaribe ji
aliyê civakê ve were pejirandin, dibe mûrîdê şêxekî. Dema
dibe mûrîd, min jî rêdike medreseyê ku fêrî quranê bibim.
Li Bîngol-Kanîreşê di sala
58-59an de seydayek bi navê Husên Kamil Efendî hebû. Ez çûm
ber destê wî, medreseyê. Li gundê Qayika Jêr ez çar salan
fêrî nivîsandina kevin bûm.
Di xwendina li medreseyê
de ez fêrî meqam, beyt û nimêjê bûm. Li wê derê me îlahî û
mewlîd dixwendin. Awaza min ewqasî xweş bû ku kesên guhdarî
dikirin, digotin, ‘ger ev zarok mezin bibe wê bifire!’
Di bingehê sitranên îroj
ez çê dikim de şopa wê demê heye; rengekî mewlewî tê de
heye. Di vê navberê de, min dibistana tirkî jî dixwend. Pişt
re em careke din vegeriyan Dêrsimê.
Baş e, serboriya we ya hozanî çawa li pêş ket? Di wê demê
de li Tirkiyê gelek tevgerên şoreşgerî hebûn û karê hozanî
kêm bû; we ev pêvajo çawa derbas kir?
Hozan Comert: Di sala
1968an de em vegeriyan Dêrsimê. Em li Mezra Sor bi cih bûn.
Apekî min hebû di sazkirina TÎP (Partiya Karkerên Tirkiyê)
yê de cih girtibû. Bi Kemal Bûrkay wan re kar dikir. Wê demê
ez jî di Baskê Ciwanan ê vê partiyê de dixebitîm. Ji xwe
Behîce Boran serokê wê bû. Piştî 12ê Adarê ya sala 1971ê ev
partî qedexe kirin. Bi gelek kesan re ez jî hatim girtin. Wê
demê kî bihata girtin ji madeya ‘propagandaya komunîzmê’ ya
141-142 ew didarezandin. -Hûn dizanin zagona Bingehîn ya
Tirkiyê ev made ji zagona bingehîn a Îtalya ya di dema
Mûsolînî de hatibû çêkirin sitendibû-. Ez jî ji wê madeyê
hatim darezandin. Lê ez li der ve bûm, ne girtî bûm. Çar sal
siza dan min. Di vê naberê de ez zewicî bûm, zarokekî min
hebû û ez çûbûm leşkertiyê. Di 74an de dema efûya Ecewît
derket, min jî jê sûd girt û neketim zîndanê.
Pişt re bi tevgera Dev
Genç re peywendiyên min çêbûn.
Wê demê
tevgerên TIKKO, THKPC, DEV_SOL û wekî din hebûn. Serokên van
hebûn. Sînan Cemgîl, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm
Kaypakkaya… Bandûra
wan li ser min hebû. Min navê kurekî xwe kir Sînan Cemgîl.
Lê ji aliyekî ve bandûra olê jî li ser min hebû û min navê
kurekî xwe jî kir Bîlal ku ev jî ji navê Bîlalê Hebeş dihat.
Dema ez bi van rêxistin û
partiyan re bûm dîsa zêdetir min karê hunerî-hozanî dikir.
Me sirûdên şoreşgerî, welatparêzî digotin. Me perçeyên Rûhî
Sû dixwendin, helbestên Ehmed arif digotin. Lê bê guman wê
demê awaza me bi tirkî bû, me bi tirkî digot. Dîsa bandûra
felsefeya alevîtî li ser min hebû. Ji Nesîmî, Fûzûlî, pîr
Sûltan bi bandûr dibûm.
Bi hatina 12ê Îlonê re, di
nava hefteyekê de bi lêdan, kuştin û girtinê ev tevger tev
hilandin.
Her roj bi
xwînê derbas dibû. Heq-hiqûqa 12ê îlonê tinebû. Gelek
tevgerên kurdî hebûn. Pirahî çûn derveyî welêt. Gelek ji
wana neman. Di wê demê de jî ez hatim girtin lê ji ber ku
karê min ne siyasî bû, tenê çandî û hunerî bû ez zû berdam.
Qasî şeş mehan di
hundir de mam. Ha, di ber re min şofortî jî dikir. Ez rêkên
dûr diçûm. Min TIR diajot.
Dema li welêt şerê çekdarî
di sala 1984an de destpê kir, ez li Xerpûtê bûm. Jê bi tesîr
bûm. Pişt re damezirandina Hunerkomê çêbû; min li kasetên
wan guhdarî kir. Pê re stranên gerîlan derketin û em nêzî
xwe kirin.
Hûn çawa derketin derveyî welêt û we çawa di nava
Hunerkomê de cih girt?
Hozan Comert: Ez bi rêka
DEV-YOLê derketim derveyî welat. Nêzî du salan me bi hev re
kar kir. Lê ne profesyonel bû. Cara yekem ez li Awûstûryayê
derketim ser dikê pêşberî girseyeke mezin. Bi germahiya
têkoşîna li welêt ez hatibûm coşê û xwîna min dikeliya.
Sala
87an bû û navbera wan û PKKê ne baş bû. Lê bi wê germahî û
coşê derketim pêşberî gel û min got: ‘Min ji we re ji welêt,
ji navsera çiyan, ji gerîlan silav anîne!’ Gel wiha coşiya
ku salon hejiya. Piştî wê ji min re gotin; ‘Mirov nizane tu
ji kîjan alî ye!’ Min nêrî ku nabe. Min ji wana re got:
‘Xwedê rêka we ava bike, ezê ji vê saetê şûn re rêka xwe bi
ya wan re bikim yek’ û ez ji wana veqetiyam, hatim cem
hevalan.
Min di
Hunerkomê de û di Akademiya Çand û Hunerê de cihê xwe girt û
ew roj û ev roj e em bi hev re ne û îroj jî em li gel we ne,
li qadên azad, li navsera çiyayên Kurdistanê vê hevpeyvînê
bi hev re dikin. Ma ji vê xweştir tiştek heye?
Baş e, ji bo pêşvebirina huner û çanda
Kurdistanê hûn xwediyê çi amadekariyan in? Hêviya we di vî
warî de heye?
Hozan Comert:
Li ser çanda me taxrîbateke mezin a dijmin heye. Ez
difikirim bê çawa vê yekê di rêka hunerê re bînim ser ziman.
Bi rastî di vî warî de min rêk nedidît û xitimandinekê
dijiyam. Lê bi hatina min a Kurdistanê, bi serdana li Mexmûr,
li wargehê gerîlan, bi dîtina jiyana nû, felsefeya nû,
hevaltî û nirxên bi rûmet, ronesansa di nava têkoşerên
azadiyê de pêk hatiye, azadiya raman û jinê ya ji her çar
parçeyî mirovan dest dane hev û saz kirine û bi dîtina bêhna
azadiyê ya li Başûr, wêr û hêviyeke wiha mezin bi min re
çêbûye, ez dibêjim, ez di gelek aliyan de gihiştim
zelalbûnekê, safîbûnekê ku ezê di vî karî de bikaribim
biserkevim. Projeyên xwenûkirinê di serê min de hene. Dibe
ku ez demekê li Başûr û van deran bimînim û bingehê van
projeyên xwe xurtirîn rêve bibim. Ew îstîsmar, sekinandin û
tahrîbatên li ser çanda me çêdibe, bi derketineke nû
bikaribim bi avêtina pêngaveke hûnerî bibersivînim û ez bi
vê hatina xwe re, vê hêzê di xwe de dibînim.
***
|