|
Siyabendê Mûşî
Diyarî jibo gerîla Siyabend
Hoşeng Osê
Jibo Mûşê, ji dilê te, vaye çiyakî kesk şîn tê.
Li ser destên te, hemû rêyên bê dawî, xwe ji hev didizin, da
nehêlin daristanên xeman, li dora kenê te xwe bipêçn.
Pêlên Diclê dibêjin: xweziya em balgiya te bana.
Çûkên çiyayê sipî dibêjin: xweziya bi firehbûna dilê te.
Dilê çiyayê sipî ji bejna te re lêdide, û dilê te ji Xeceke
ku di nava dûmana şerê te de wenda bûye, lêdide.
* * *
Siyabendo...
Ev ne sîpanê xelatê ye...
Lê, li vira, bi hezaran Xecê hene...
Û ez mîna pezkoviyeke nexweş, pêrgî te hatime.
Şeveke havînê ye...
Û şev di hinavên min de disincire, û xwîna min jehrî kirye.
Bûme kaniya xwhdaneke sar û har, û gerdûnek ji westandinê.
Li dawiya karwanê xwe mam e, û ji bilî min te û şev û
bêdngiyê kesek nemaye.
Çiqas hîva wê şevê, dilê xwe dibijand bejna te ya zirav, ya
ku te bi çek û rextan bêçabû.
Nizanim, tifnga te û şevê çi ji hev re digotin...?!.
Nizanim, bê çawa te vîn û moral dida min, û hingî ji
westandinê, ez bibûm mîna mirovek li mirinê digere...?!.
Siyabeno...
Ava Diclê xwe ji te re mest kirbû, û tavheyvê bi gezn dihat
zndên te yen esmer.
Te bi milê min yê çepê gitibû, û yê rastê ji şevê re hiştibû,
û min xwe bi çelengiya gavên te yên wêrek gitibû.
Hingî ez westiya bûm, bi xwe re taxêvîm.
Hingî westiya bûm, min ji te re distra.
Hingî westiya bûm, min nizanîbû bê çawa ji te re bikinim.
Û hingî te dilê min xweşdikir, bêdengî, şev, ava mezin,
çevên xwe
berdabûn min.
* * *
Tu ji kurî heval...?
: Ji kuştareke wendayî di nav prtûkên xwedê de.
Ji kengî ve tu tevlî şoreşa baranê bûye...?
: Ji dema ku roja welatê rojê xistin nav çar dîwaran.
Ger tu Xecê bibînî, tê çi bikî...?
: Ez ê li Xeceke din bigerim.
Ji ber zeviyên titûna Mûşê, ber bi kolanên biyaniyê ve, tu
hatî başrûê stirana Xecê, ta kengî, dê ev tifing li milên te
be...?.
: Ta ku axa welêt bêriya min bike, dê hezkiryê çiyê bim, û
mina bê, ji rêwêtiyê û azadiyê têr nebim.
Dengê te yê qalind, dilên kevirên çiyayê sipî dibijînin
xwendina helbestan.
Bejna te ya zirav, dilên darên çiyayê sipî dibijînin dîlanê.
Zendên te yên esmer û badayî, dilên tifingan dibinin razanê.
De ka carekê ne fedyok be, û çîroka xwe ji min re bêje.
: Heval... bilezine, da em bighên hevalên xwe.
Nizanim bê tu hildikşî çiya, yan şev hildikşe bêngiya
te...?!
: Em gihîştin... de razê.
Şam 13/9/2007
|