|
NIJADQIRIYA LI SER KURDAN
Hesen Huseyîn
Denîz
Di vê hefteyê de, li Iraqê qirkirina li
ser gelê kurd, bi destê hin beşên ereban pêk hat, lîsk û
xetereyeke mezin a li hemberî biratî, aştî û pêkrebûna gelan
e. Gelê kurd û ereb wekî gelên din ên herêmê bi sedsalan e
bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Her çiqasî di vê jiyanê
de, herdem ji aliyê sazûmanên serdar ve, zulm û zordarî,
çavtengî û çavsorî li ser gelê kurd hatibe meşandin jî, di
navbera gelê kurd û gelên din de dijminatiyeke yek bi yek
nehatiye dîtin û gel tev bi hev re xwestine bê alozî bijîn.
Niha bi êrîşên nijadqirî yên li ser
kurdên Şengalê di vê hefteyê de hatin meşandin, hêzên ev
terorîzm li dijî gelê kurd pêkanîne, dixwazin tovên
dijminatiyê di navbera gelan de biçînin. Çalakiya li hemberî
gel kirine, bi her awahî nîşaneya vê ye. Ger armanca wana
tenê dengderxistin an propaganda baya, wê ne çar trempêl,
yek trempêl biteqandana. Çima li hemberî gelê sîvîl, ê bê
çek û bê guneh çar erebeyan pêk re diteqînin? Ji bo hestên
netewî, nijadî werin hilkirin û tovên kîn û nefretê di
navbera gelan de werin çandin; Iraq bi ber şerekî navxweyî
ve biçe ku kerr li korên wana rawestin.
Armanca terorîstan a sereke ev e.
Armanceke din a terorîstan, xalîkirina
xaka Mûsilê, ji kurdan e. Li gorî mejiyê sazûmana Baas
divîbû xaka Mûsilê bihata erebkirin. Bi vê sedemê bi hezaran
malbatên kurd bi darê zorê jê anîn der û malbatên ereb lê bi
cih kirin. Bi salan ev domandin û niha wiha lê hatiye ku
Hukûmeta Herêmê nikare bêje, ‘Mûsil xaka kurdan e!’ Mûsil bi
ereban hatiye tijekirin û zêdetir jî erebên Baasî, ji bo ku
Mûsil nekeve destê kurdan wê çi ji dest wana were bikin.
Gelê Mûslewî (yên ji berê ve li Mûsilê dijîn) ne ewqasî
dij-kurd in, lê erebên bi destê sazûmana Baas di wir de
hatine bicihkirin, naxwazin yek malbata kurd li ser xaka
Mûsilê bimîne. Li gorî mejiyê wan ê nijadî, çawa be Sadam (sazûmana
Baas) ew ji çol û cebelan anîn û li ber keviya Dîcleya bi
xêr û bêr bi cih kirin! Divê li vî mîratê desthilatiya xwe
xwedî derkevin! Ji bo vê jî divê qira kurdan bînin! Bi vê
sedemê alavên teqemeniyê tije trempêlan dikin û ne yeko yeko,
çar bi çar tînin di nava kurdan de diteqînin. Yanê çiqasî
hijmareke zêde kurd bimrin ewqasî wê xaka Mûsilê ji wana re
bimîne. Hesap ev e; ewqasî qirêjî, nijadperestî û xwînxwarî
ye! Dixwazin kurdan ber bi hundirê Başûr ve bidahfînin û
xakê li xwe fireh bikin.
Berya vê jî li Şengalê li ser kurdan
nijadqiriya komikî pêk anîbûn, lê ne bi vê ecêbê. Diyar e ji
çalakiyên destpêkê wêr girtin. Nêrîn ku çiqasî ji kurdan
dikujin, kesek ne qalê dike, ne bi ser de tê, ne jî tola
wana hiltîne. Ew jî wiha dihizirin ku kurd bêxwedî ne û
çiqasî bikujin wê ji wana re kar bimîne.
Ji aliyekî ve pratîka kurdên yezîdî yên
Şengalê û hêzên ji parastina wana berpirsyar wiha ye ku rê
dide terorîstan. Kêmasî bi du aliyan e. Yek ji aliyê
niştecihên Şengalê tê, yek jî ji aliyê rêvebiriyên kurd tê.
Li Başûrê Kurdistanê ev çend sal in
Hukûmeta Herêma Kurdistanê li ser darê ye û gel rê ve dibe.
Beşek gel ji vê serdariyê razî be yan ne razî be, divê jê re
rêzdar be û xwe tev li vê serdariyê bike ku ji nîmetên wê
sûd bigre. Kêmasî û nakokiyên di demên derbasbûyî de çi
dibin bila bibin, di vê pêngava dîrokê de, hukûmetek li ser
navê kurdan hatiye damezirandin û divê mirov ne ji bo
lawazxistina wê, ji bo jiyandina wê têbikoşe. Ger mirov xwe
jê bixeyidîne, nas neke, xwe nêz neke, ev nabe helwesteke
hemwelatîbûnê.
Ji aliyê din ve rayedarên hukûmetê jî
divê bi hişmendî û berpirsyarî tevbigerin. Ew ne rayedar û
hukûmeta beşekî yan eşîreteke ji gel in; berûvajî, divê xwe
wekî hukûmet û rayedarên tevahiya gelên li Başûr dijîn
bibînin û bi vê berpirsyariyê nêzî gel û pirsgirêkan bibin.
Ger di navbera wan û beşek ji gel de hinek sarbûna ji demên
borî tên hebe jî, divê vê yekê dernexin pêş û qasî guh didin
xwe, guhdariyê li vî beşî jî bikin. Ji ber ku neynûka serê
tiliya laşê mirov jî be, dema li kevir bikeve êş û jan li
cihê xwe namîne, heta dil û mejî hildikşe.
Bi vê sedemê, bi salan e her kes dizane
ku li aliyê Şengalê valatiya ewlekariya gel heye. Rêberê
KCKê Abdulah Ocalan ji Girava Îmralî, di navbera çar dîwaran
de ev valatî dît û got ku divê ewlekariya gelê Şengalê were
sitendin. Lê partiyên vê herêmê rê ve dibin guh nedan vê
hişyariyê. Ne PKKê, ne PDKê, ne YNKê, ne hêzeke din û ne jî
Şengalî bi xwe ji bo ewlekarî û parastina kurdên yezîdî
gavek tenê jî neavêtin. Niha ku pênc sed mirovên kurd ên
sivîl û bêguneh hatin qirkirin şûn re, hêzên ewlekariya
herêmê dibêjin, wê ewê parastina gelê Şengalê bigrin ser
xwe. Di rastiyê de vê qirkirinê ji dûr ve bang dikir û
digot, ‘Ez hatim, hatim!’ Lê herkesî çav lê girt. Tevî
hişyariyan, kesekî tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê negirtin.
Di vê mijarê de divê hêz û partiyên gel rê ve dibin
rexnedayîneke xurt bidin. Ger birêz Ocalan ji nava çar
dîwaran hişyarî nekiribaya û bal nekişandiba ser vê xala
lawaz, mirov dikarîbû li hêzên ji ewlekariya gelê kurd
berpirsyar biboriya. Lê niha rêka lêborînê nemaye; tenê
rexnedayîneke ku di pratîkê de ewlekariya gel bi cih bîne,
dikare wana bi ruyekî spî derxîne pêşberî gel.
Ji bo ewlekariya gelê yezîdî yê li
Şengalê û ewlekariya kurdên din ên nêzî herêmên ereban dijîn
û xetariya êrîşên terorîstan li ser wana hene, divê tedbîrên
ewlekariyê werin girtin. Hêz û partiyên Kurdistanî divê di
vî warî de hevkariyê bikin. Ger pêwîst bike, divê gel bi çek
bikin û her kes ewlekariya xwe bi destê xwe bigre. Lê ti
caran divê mirov beşekî gel di nava destê terorîstan de, li
hêviya bextê wana nehêle; ji ber ku bextê terorîzmê nîne.
Hele ew hêzên ku desthilatdarî li ser kurdan meşandine û
kurdan wekî mirov nahesibînin, qet bextê wana nîne.
Bi vê sedemê divê rêvebir û berpirsyarên
gelê kurd careke din destûrê nedin qirkirineke bi vî awahî
pêk were. Tevî van tecrube û hişyariyan ger dîsa jî
qirkirina nijada kurd bidome, wê demê wê gel û dîrok ne tenê
terorîstan, bi wana re rêvebirên xwe jî berpirsyar bigre û
dema roja wê hat wê hesab bipirse.
Îroj ji her demê zêdetir pêwîstî bi
yekgirtina netewî, bilindkirina giyana netewî û şanîdana
helwestên netewî heye. Divê neyê jibîrkirin; dema neynûka
ser tiliya laşê mirov jî were jêkirin, dîsa êş û jan heta
dil, kezeb û mejiyê mirov hildikşe. Ji bo rehetiya dil,
kezeb û mejî be jî divê, laş (gowde) heta neynûka ser tiliya
xwe dahî ji qede û beleyan biparêze.
|