|
12 Û 11
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Îlon dîsa hat; birînên
mirovahiyê dîsa der bûn. Ji xwe Îlon bi serê xwe meheke
ketina hizna payizê ye. Bi ser de kirinên di meha Îlonê de
ji bo gelên Kurdistanê û yên cîhanê rojên reş anîne. Yekê
Îlonê qaşo roja aştiya cîhanê bû! Ka kê di wê rojê de destê
aştiyê dirêjî hev kir? Rayedar û siyasetmedar derketin ser
dik û kursiyan, bang û qêr kirin, lê bi vala vala! Kê gavek
ber bi aştiyê de avêt, di vê rojê de? Kê got; ‘Wele ev xwîna
di nava gelê min de dirije rawestînim? Îsraîl ji milekî ve,
Tirk ji milekî ve, Îran ji milekî ve, Amerîka ji milekî ve,
hizbên xwedê ji milekî ve, wey li wî be bê, kî zêdetir
bikaribe kuştinê çêbike û xwînê birijîne!
Ew wiha çû, derbas bû;
aştiya qet pêk nehat, a di yekê Îlonê de hat bîra mirovahiyê,
hat jibîrkirin û çû. Niha 11ê Îlonê tê. Wê di serî de
dewletên desthilatdar û pey re hêz û rêxistinên desthilatdar
derkevin ser dik û kursiyan û biqêrin. Qaşo lanetê li
terorîzmê bînin, lê di heman demê de, ew bi xwe, wê leşkerên
xwe, tanq, top û firokeyên xwe rêbikin ser gelan û terorîzma
herî mezin bimeşînin. Êêê, ger dewlet bike ew maf e, ger
rêxistinek bike ew terorîzm e! Dê were ka ji ceh veqetîne!
Ger hinekan gotiba, ‘Bavo,
kî kujêriya ne rewa bike ew dibe terorîzm!’ bawer kin yek
dewleta desthilatdar a nedibû terorîst nedima. Lê mixabin ew
desthilatdar in, dikarin lîsteyên terorîzmê çêbikin û kî li
hesabê wana nehat navê wan bixinê û ragihînin cîhanê. Çawa
be sa goştê sayî naxwe. Dema yek singekî dikute, yên din jî
cuherekî pê vedike.
Kê bûyera 11ê Îlonê çêkir
hê jî ne diyar e! Ûsame Bîn Laden kî ye, ew jî ne diyar e.
Amerîka ew ji bo çi derxist holê, ji bo çi mezin kir û ji bo
çi wekî dijmin bi nav kir, bawerkin ew jî ne diyar e! Di 11ê
Îlonê de kê xisar dît, kî bi ser ket, ew jî ne diyar e! Dîsa
kê kêfa xwe anî, kî pê êşiya ew jî ne zelal e! W. Bush
çiqasî ev roj kiribe hincet û gotibe, ‘Yan hûn bi me re ne,
yan hûn li dijî me ne!’ û şer li tevahiya hêzên dijberî xwe
dabe destpêkirin jî, derket holê ku bi dijberê xwe yê doh
re, îroj hevdîtinan dike, hevpeymanan destxet dike. Ka şîna
11ê Îlonê? Ka te yê tola wan bistenda? Tu çima îroj bi Îranê
re li hev rûdinê? Dema tu bi Îranê re rûnişt çi wateya soz û
peyva te ya roja bûyera 11ê Îlonê qewimî dimîne? De ka werin
ji Amerîka bipirsin û bersiveke ku bi rastî çavê we dagre
bistînin!
Ew jî wê bi lez biçe û
were jibîrkirin. Ne kesek dibêje; ‘Heyra ka em vê rojê bikin
roja lihevhatinê’ û ne jî kesek dibêje; ‘Ka em ji kujêrên
11ê Îlonê hesap bipirsin’. Her hêz, kê ji bo berjewendiya
xwe bi kêrhatî bibîne, wê ji xwe re wê hêzê bike armanc û bi
pê re bimeşe; dixwaze 11ê Îlonê pêk anîbe, dixwaze neanîbe.
Gotineke kurdî heye dibêje,
Lawo ma bavê te siwariyan kuşt an peyayiyan kuşt?’ Yê din
bersivê dide, dibêje; ‘Kuşt! Êdî kê kuşt, kuşt!’ yanî lê
nepirse, piştî ku hatiye kuştin. Ev jî bûyera 11ê Îlonê ye,
kê kir, kir! Lê nepirse, ya grîng berjewendiya rojane ya
Amerîka ye. Sedam jî harbûyekî bi destê Amerîkayê bû. Bi
destê xwe har kirin û bi destê xwe haş kirin. Xweda ye;
dixuliqîne û dienciqîne! Diafirîne û dimirîne!
Berê gel dadiketin
kolanan, diqêriyan, digotin, ‘Kahrolsûn Amerîka!’ Niha
dibêjin, ‘Allah razi olsun bû Amerîkadan. Îyî kî Iraqi vurdu
bîze îş sahasi açildi. Yoksa fîrmalarimiz hep batardi walla.
Bû Amerîka Turk ekonomîsînî kurtardi!’
Hûn dixwazin bawerkin, hûn
dixwazin bawer nekin ew tirk ên di pirsgirêka kurd de
dibêjin ku Amerîka PKKyî desteklîyor, Amerîka turke
duşmandir! Di hundirê xwe de û di navbera xwe de wiha
dibêjin.
Ma OYAK li ser pişta
Başûrê Kurdistanê nebû milyoner? Lê artêşa tirk hê jî her
roj gef li hukûmeta Başûr dixwe. Dê were ji hev safî bike.
11ê Îlonê jî wiha derbas
bû; em hatin 12ê Îlonê. Qaşo Abdulah Gul bû serokomarê
Tirkiyê û wê were li Kurdistanê bigere. Hinek dibêjin ka bê
Abdulah Gul wê ji bo pirsgirêka kurdan çi bêje.
Em kurd bi rastî jî hingî
ewqasî dilpak in, êdî ev dilpakî ji me re dibe xeşîmtî.
Abdulah Gul serokomarê Komara Tirkiyê ye. Komara Tirkiyê bi
sazûmana 12ê Îlonê rê ve diçe. Hukmê 12ê Îlonê hê ji holê
ranebûye. Cûntaya Kenan Ewren hê şiyandar (îktîdar) e. Rûçik
û cil hatine guhertin, bes (bîrûbawerî) zîhniyet nehatiye
guhertin. Ma Abdulah Gul dikare çi bêje? Dikare wê sozê bide
ku xerabiyên cûntaya 12ê Îlonê derxîne ser ruyê avê? Bila
pirsgirêka kurd çareser neke bavo, me ji wî qebûl e; tenê
bila saziyeke dadmendiya rastiyan durust bike. Ev sazî bila
bê tirs bikaribe bûyerên 12ê Îlonê lêkolîn bike û bide
dadgeheke bê alî. Pişt re jî bila gel li gorî tawanên
derketine holê gunehbaran darezîne! Wê birêz Gul bikaribe vê
yekê bike? Tobe heram be! Ê yekî nikaribe vê bike wê çawa
destê xwe bixe bin sêla tije bizot!?
Li Tirkiyê ji bo tu
pirsgirêka kurd çareser bikî, divê destpêkê tu hukmê 12ê
Îlonê ji holê rabikî. Kî xwediyê wê hêzê be, wa ye aş, wa ye
qeraş, fermo zadê xwe lê bixin!
Wê 12ê Îlonê jî wiha
bibore; artêşa Tirk dîsa li Kurdistanê operasyonan lidar
bixe, daristanan bişewitîne, tozên jehrî birijîne ser
têkoşerên azadiyê, di odeyên lêpirsînan de cendekên mirovan
bêjîn bihêle, li kolanan mirovan birevîne û nebedîl bike; pê
re jî wê biqêre û bêje: ‘Bu awrûpa dewletlerî PKK
terorîzmîne destek veriyor!’ Ê Tirko wele terorîzma herî
mezin tu li ser serê gelan dimeşînî! Dê were vê yekê bi
desthilatdaran bide pejirandin!
Di meha Îlonê de baş e ku
rojeke ne reş a berxwedanê jî heye. Hûn dizanin Îlon rastî
şehadeta berxwedanvanên 14ê Tîrmehê yên zîndana Amedê tê. Di
roja 14ê Tîrmehê de bedenên xwe razandin ser mirinê û di
meha Îlonê de gihiştin şehadetê. Li ser bîranîna şehadeta
wan, piştî şehîdbûnê bi salekê li zîndana Amedê, di roja 5ê
Îlonê de erdhejeke bê hempa çêbû. Bi kurdî dibêjin ku xwê
şîn hat! Bi rastî rojeke wiha ecêb di 5ê Îlonê de li zîndana
Amedê hat jiyandin. Qasî çar hezar (dibe ku zêdetir jî be)
girtî yên di zîndana Amedê de, li hemberî hemû kirin û
îşkenceyên 12ê Îlonê serî hildan. Heta wê rojê jî berxwedan
hebûn, lê kito kito bûn, bes di 5ê Îlonê de tevahiya zîndanê
rabû ser pê. Bi yek dengî qêriyan, bi yek sozê li ber xwe
dan. ‘Bimre Îşkence! Rûmeta me ya Mirovî wê îşkenceyê têk
bibe!’
Bi sedan ketin rojiya
birçîbûnê, bi dehan agir berdan bedena xwe, lê ji ya xwe
daneketin û bi ser ketin. Ev jî rûxweşiya meha Îlonê ye!
12 û 11
ê Îlonê di dîroka mirovahiyê de wê hê gelekî were
gengeşekirin û nirxandin. Lê heta ku hukmê her du rojan
betal nebe, wê mirovahî bêhneke rehet nikaribe bistîne. Ew
jî tenê bi hêza gel a xwe zane kirye, xwe bi rêxistinkirye û
derbasî çalakiyê bûye dikare pêk were.
|