|
WELATÊ ROJÊ
Dildar ismail
Ez ê li te vegerim
Ey welatê rojê
Bila……
Roja min tarî bikin
Roja min winda bikin
Roja min sar û tar bikin
Roja min beravêtî bikin
Bi diranên jehra mirina ser
Ez ê li te vegerim …..
Ey welatê rojê
Bila ……
Bidizin xewnên şevan
Bikşînin xwîna temarên laş
Min bikin şivan
Min bikin gavan
Min bikin qeraş
Xew in namînin şaş
Ez ê li te vegerim
Ey welatê rojê
Bila ……
Min bi çiya ve hilkişînin
Di çemande av û av
Min li rêla bigerînin
Di newalan de dav û dav
Zivistanê bikin havîn
Payîzê bikin buhar
Ez ê li te vegerim
Ey welatê rojê
Bila ……
Rojê bikin mih
Salê bikin dih
Azmanê şîn sor bikin
Latên çiya hûr bikin
Mêjiyê mirovan bela bikin
Her dem kîn û şîn
Ez ê li te vegerim
Ey welatê rojê
20.07.2007
dildarismail@hotmail.com
|