2009-09-23

         

kurdi@tirej.net

 

 

 

Cankurd

 

 

 

 

 

 

 القسم العربي  

 

 

Ji taybetiyên zarava Kurdaxî
Cankurd

 


01.11.2007

 


Di her zaravekê da, hinek taybetiyên cihê hene, ku di zaravên dî yên zarê me da nînin. Li ba Kurdaxiyan jî –rûniştvanên navçeya Çiyayê Kurdan li rojavayê Kurdistanê- hinek taybetiyên zimanî hene ku ta roja îro zarnasan xwe pir bi wan gêro ne irine… Paristina van taybetiyan paristina zarê me yî Kurdî ye, ji ber ku kesek -bo nimûne- nikane bibêje:”zarava Ostfriesen ne parek ji zarê almanî ye, divê ew bite berşêkirin, an jî bibêje zarava Hicazê tenha zimanê Erebî ye, ya Yemenê tew ne giring e…”

Lew re hîviya min ewe, ku zarnasên me yên kurdaxî piçekî zorê bidine xwe, bo paristina vê zaravê û taybetiyên wê, bi nivîsîna xwe li ser Çiyayê Kurdan, zarava wê, bi civandina stran, dûrik, çêrok û efsaneyên herêmê û bi rawestana li ser teviya ferhenga kurdaxî ya gelek kevin û maldar e…

Li ba Kurdaxiyan, gava yek zimandirêjiyê bike û tiştek jê neyê, dibêjine wî: DEVO.
Nimûne:”Devo, te digot: Ezê wî bixum, va ew hat û te newêrî bû tiştek bigotayê.”

Gava yek ji derveyê Kurdaxê wilo bibihîse, dibe ku bi asanî têbigihe mebest ji “Devo” di vir da çî ye, lê hinek peyv û bêje li ba Kurdaxiyan hene, bi zûkî guhdarên navçeyên dî yên Kurmancan bi ber nakevin ka ewana çi dibêjin.
Bo nimûne:

- Kêşka:
Yek dibêje: “Ezê rabim yekê li ser çavêd te bidim.”
Yê dî bersivê didêyê: “Kêşka!”
Mebesta yê pêşîn eve: Ezê rabim sîleyekê li ser rûyê te xînim. Lê ewê dî dibêje: Xwezî, te li min bida. Min dizanî çi dikim.

- Bêrde:
Mêr bo jina xwe dibêje:“ Te bêrde xoyê xistiyî nav gêrmiyê.“ Bêrde di vir da ciyê peyva Erebî „Cidden“ digire, bi wateya pir û pir, an gellek…

Ji…e:

Wekî : Ji min e, ji te ye, ji wî ye, ji wan e, ji Salar e, ji Fatê ye…

Yek dibêje:“Ji te ye, ez nezanim.“ Mebesta wî wilo ye: „Tu guman dikî ez nezanim.“

- Zar:
Zar di Kurdî da ziman e, ne zimanê ku di devê mirov da, lê belê dîlê wî yê ku dipeyive. Zarî û zarok jî li ba Kurmancan tên nasîn, di zaravên wan da hene. Zar li ba Kurdaxiyan bi wateya „Şans“ jî tê, lê carina ewan pevekê wilo dest pêdikin:
„- Zar, min nanê pêş te xwariye?“

Mebest ji vê wilo ye: „Qey, min nanê pêş te xwariye?”

Gava em têbigihin van bikaranînên kurdaxiyan, emê bi asanî têbigihin ewana çi dibêjin, lê bi rast di nav wan da gelek taybetiyên zimanî hene, ku ji ber wan pir caran mirov dide ser hev lê baş tênagihe xelkê Kurdaxê çi dibêje. Lew re ji me Kurdaxiyan tê xwestin ku em zarava xwe bi Kurdistaniyên xwe yên hêja bidine nasîn. Malperên Intêrnêtê delîveyek baş li ber me vedikin.
 



 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA 2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007. Arshîva meha 6ê 2007

Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.