Mihemmedo Lawo!
(oxirbe bira Mihemmed Uzûn….)
Besam Mistefa
Ji vê qerebalix û xirecirê,
ji van gotin û derew û
zariyan,
Tu xilas bûyî!
Ji cadûgeran, xwefiroşan,
sêrûyan û sexteçiyan!
Ji siyasetmedaran, fêlbazan,
têkçûyan, qehpik û
dolarvanan,
Tu xilas bûyî.
Ji jimêryaran: emê çiqas
pereyan sibe bidin hev?
Çend nêçîran nêçîr bikin?
Ji penaberiyê, sar û seqema
wê.
Ji rojnama, kovar, xerîbiyan,
bajar, welatan.
Ji şîretên şîretkaran.
Lêbelê, te nikaribû Ameda
xwe bi xwe re bibe…
Destên te bê hêz bûn û Ameda
te a dûrî nêzîk
Ji nav tiliyên te diherikî….
Dicle diherikî……hawar dikir:
ax lo Mihemmedo lawo!
Firat diherikî…..
Amed ey Amed,
Îşev tê bê Mihemmedê xwe
raze!
Mihemmedo Lawo!
Îşev tê bê Ameda xwe raze!
Mihemmdo!
Ziravo!
Dev li keno!
Teniko!
Ey Mihemmedo!
De raze bira!
Sibê tê zû rabe
Rûpel li benda te ne
Defter û pênûs bang li te
dikin
Hêviyên jar û belengazan
Amed bê çavên te kor dibe:
Kê wê hûnik hûnik, hêdî hêdî
di pencera
Zivistanê de lê binere?
Kê wê partiyên wê di landikê
de bihejîne?
Kê wê bi dizî bigirî, da tu
bikene?
…………….
………………
Tu dikene,
Aniha,
Tu dikene:
Şofêrên Hewlêrê delodînin
Te dibin Amedê eger tu
bixwazî!
Û welatê min û te di nav
pêlên evîn û tozê de pêçayî
ye.
Çend şehîd li vir ketin
Çend Evdal bi pey Zeyinkên
xwe ketin
Çend hêvî berbi jorve ketin
Çend stêrk wekû te ji ezmanê
welatê min ketin!
…….
Tu dikene
Aniha,
Tu dikene.
Te mala xwe dît,
Xewek bê veqetîn.
Li ber dergehên Mêrdînê,
Li ber lingên Toros, tu
tevlû vê ax û van çiyayan
bûyî!
……….
Ax!
Me ev ax li xwe mehir
bikirana
Me têr têr ew biramûsana
Em têr ser sing û berên wê
bigeriyana
Li çiyayên wê, gir û bajar
robar û deşt û kaniyên wê!
Me çavên zarokên wê geş
bikira
Paş evînek û şehîdekî,
Em bimirana!
Erê…
Ez li ser kê bigirîm niha
Ser te
Anjî ser Ameda te ya şewitî?
|
|
|
| |
|