|
Projeya
mirinekê
Sîrwan
Qiçço
Helbestekê hilbijêre….
Navekî pîroz li ser riya
Koçberiyê binivîse……
Xewneke nû di şeva Newrozê de
Biafirîne…!
Serhildaneke dî di adareke dî
De amade bike…..
Diranê xwe yê zêrîn cardî
Belû bike û dîsan ken
Vegerîne nav
Zeviyên bîranînên xwe…
Şûşa meya keziyên xwe
Bi ser lingên min de
Vala bike, da ku
Riya vegerê şaş bikin…
Sîrwan Qiçço
Beyrût
Piştî Şeva Dawî (2001- Weşanên
Avesta) û Destê Sibê(2004-Weşanên
Bajar) berhevoka sêyemîn a
helbestvana kurd jana Seyda bi navê
Ber Êvarî,
ji alî Weşanxaneya Avestayê ve
derket.
|
|
|
|
EMIN......YÊN
TÊNE KUŞTIN
Mizgîn Mehmûd
Na....
Me bêriya birîneke nuh nekiriye
Bi tenê biyanî
Wateya birîna li pişt sînorên asoyê
Dizanî.
Na...
Bi me pirr zore
Birîn li ser birînê
Daxwaza me
Ne ev e ji jînê
Ne ...emin yên dest bi kuştinê dikin
Bi tenê biyanî
Razên bîstikên bê bext
Dizanî.
|
|
ŞOPA
JÎNÊ
Dildar
ismail
Daye pey şopa te
Perda reşî tarî
Jiyan tû çidkê
Bextê dunyayê are
Erê dayîka dilovan
Limin bibhurîne
Erê îro tû bê dengî
Hêstiran bibarîne
Kela dil da ku bişke
Hêstirên min ne kela
Dilê min dişkîne..û…
|
|
DI
ZIMANÊ KURDÎ DE
VEGOTINA DEVKÎ
Gengeşî(gengeşe)
BEŞA ÇAREMÎN
HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
Di nava axaftina rojane de cihekî
taybetî yê gengeşiyê heye. Bi rêka
gengeşiyê mirov dixwaze nêrîn, raman
û bîr û baweriya kesê li hember xwe
biguherîne, yan jî bandûrê li ser
çêbike. Gengeşî ne lidijhevrabûn e.
Hinek kes hene ku di bin navê
gengeşiyê de, li dijî her tiştî
derdikevin. Ew ne rast e û nabe
gengeşî.
|
|
DİLO
Reyhan Sarhan
Hey dilooo
Ev çi qerîn û nalîne
Ev çi hetîketiyê evdalo!
Be ku tu heskirinên xwe bi nase
Ma çima tu di keve taya heskirin û
evînê?
Di be serxweşê wî / we
De besê dilo
*
Ev helwestên te ne tu helwestin
Tu çima bi taya evînen ne diyar
dikevê?
Di kevê pêy şop û rêçen bebersiv?…
Dilo
|
|
Gurên bersorî hûn çi dikin ?
"Riyên
gelê me bû ne bust û hûn nebû ne
dost"
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Dîrok dibêje; di jiyana civaka
mirovperweriyê de heyameke mîtolocî
he bû, di wê demê de zanîna mirovan
pir nizim û di serasera bû, her
êlekê yan komek ji mirovan di vê
civakê de bawer dikir ku bavpirê xwe
yê yekem lawirek ji lawiran bû, yan
jî hişaniyek taybetî bû. Evan mirov
û êlan xwe bi wan lawiran yan bi wan
hişaniyan diparaztin û ewanan ji xwe
re mîna xweda didîtin.
|
|
Dîroka
di devê masiyên mirî de
Kamran Simo Hedilî
raweste!
dîrok
raweste!
bê dîtina serkeftina kêrefata me
tu .............?
ev benderê tu nas dikî
ne ew benderê berê ye êdî
pêlên hestên serkeftinê
li binî didin
|
|
BI
PIRS Û BERSIVAN
DÎROKA KURD Û KURDISTAN
Pirtûka “Bi Pirs û Bersivan Dîroka
Kurd û Kurdistan” ji weşanên Pêrî
derket. Nivîskar Jîr Dilovan ji
gelek çavkaniyên biyanî û yên Kurdan
sûd girtiye û ev pirtûk amade kiriye.
Pirtûk ji 1218 pirs û bersivan
hatiye holê. Pirtûk bi awayek
pedagojîk û kronolojîk hatiye
nivîsandin. Armanca nivîskar zarok û
ciwanên Kurd in ku hînî dîroka xwe
bibin. Herwiha ev pirtûk ji bo
xwendekarên dibistanan, weke amûreke
alîkar a dîrokê jî hatiye hizirîn.
Pirtûk cildê yekem e û ji serdema
Neolotîkê heta bi 1975an digire nava
xwe.
Yekem car e ku pirtûkeke dîroka Kurd
bi vî rengî tê nivîsandin û weşandin.
Herwiha armanceke vi pirtûkê ev e ku
kêmasiyeke mezin ji holê rake û
zarok, ciwan û pîr û kalên Kurdan bi
dîroka wan a kevnare serwext bike.
Pirtûk ji A yê heta bi Z yê derbarê
Kurd û Kurdistanê de, zanînan digire
nava xwe.
|
|
Ji
taybetiyên zarava Kurdaxî
Cankurd
Di her zaravekê da, hinek taybetiyên
cihê hene, ku di zaravên dî yên zarê
me da nînin. Li ba Kurdaxiyan jî –rûniştvanên
navçeya Çiyayê Kurdan li rojavayê
Kurdistanê- hinek taybetiyên zimanî
hene ku ta roja îro zarnasan xwe pir
bi wan gêro ne irine… Paristina van
taybetiyan paristina zarê me yî
Kurdî ye, ji ber ku kesek -bo
nimûne- nikane bibêje:”zarava
Ostfriesen ne parek ji zarê almanî
ye, divê ew bite berşêkirin, an jî
bibêje zarava Hicazê tenha zimanê
Erebî ye, ya Yemenê tew ne giring
e…” |
|
|
|