2009-09-23 kurdi@tirej.net

 

 Spasîname 

Mizgînê Gemo


Ez bi navê xwe û bi navê binemala Gemo, çi yên li welêt û çi jî yên li derveyî welêt, spasiyên xwe yên ji dil û can pêşkêşî dost û heval û hemî kes û saziyên ku bi me re êşa mirina birayê min Ararat hevpar kirin, dikim.
Ez di wê baweriyê de me ku helwesta dost û heval û merivên min, hezkirina û dilsojiya wan a bêsînor, hevparkirina wê êşê, ji boyî min, alîkariyeke mezin û nirxdar bû.
Ez dîsa jî spasiyên xwe bo telefonên we, peyam û emailên we, amadebûn û beşdarbûna we dûbare dikim.
Hêviya min ew e ku derd û êşa ti kesî ji we nebînim.
Bila hûn û gelê Kurd sax bin!

Mizgînê Gemo

 

Dost û hevriyê hêja Mizgîn Gemo
bi bihistina nûçeya wefata Ararat Gemo em gelek êşiyan û xemgîn bûn .. bela serê we sax be û cihê wî bihuş
t be ..
Hozan Emîn

Editorê Malpera SemaKurd .
Kurdistan

 

Ez ê çawan çîrokê ji te re bibêjim. û zimanê xwe di axê de hînî xatirxwestina ciwanan bikim. serê xwe deyne ser çoga bêdengiyê û li çavên me yên westyayî binêre!
Yeko yeko, me û rastiya mirinê, bi hev re nasbike!
va ye çîrokê, bi zimanê mirinê, ji xwe re dibêjim
ji Mizgînê dilê te re dibêjim.

ji welatan re û ji goristanan re dibêjim. xwezka hûn vê xewê bawer nekin ku mirin e. xwezka hûn ji vî sipiyê zelal bawer nekin ku kefen e. Dilê min dibije firînê. dest ji barana xewnê berdin, bila kevok û dengê diya min bibarin.ji min re behsa mirinê nekin daku ji we gişan xweşiktir bim. ji min re behsa jiyanê nekin daku nema bimirim..
çîrokê bi xwe re bibin û bişirîna keça min li ser kêlê daliqînin.çîrokê bi min re veşêrin û bêrîkirinên xwe bi baskên min ve girê bidin. çîrokê bi ser axê de biguvêşin û gulên min pêşkêşî evîna xwe bikin!

E.Huseynî

 

SERSAXÎ

Bi bihîstistina saloxa dilsojî ya Araratê Gemo ku di demeke ne wexta wê de, çû ser dilovaniya xwe em tev xemgînî bûn. Bi vê sedemê ji tevahiya malbata Gemo re, ji dost û merivên wan re sersaxiyê dixwazim.

Li gel silav û rêzên dostane.

Hesen Huseyîn Deniz

 

Mizgînê Gemo, hevalê hêja!

Çendîn ne bi qasî  te be jî, lê em jî têra xwe li ber mirina Ararat dikevin.

Bila serê me û we gişan sax be. Bila mirina Ararat dawiya keser û xemgîniyên gelê Kurd be.

tîrêja kurdî

 

 

 

 

 

LAWİJA LALEŞ

Hasan Kaya

 

 

Ji tarîka şevreş hatin:

Av bi agir kuştin

Dar bi agir kuştin

Lawij bi agir kuştin

Wijdan bi agir kuştin

 

Ji terîqa ebleh hatin:

Agir bi agir xistin

Agir bi dil xistin

Laleş bi agir şûştin

Şengal ji qerem xistin

 

Ji dûr hatin

Ji nêzîk hatin

Yek yek hatin

Ref ref hatin

Tawis kuştin

Melek kuştin

Ne keç hiştin

Ne kur hiştin

Ne bax hiştin

Ne dax hiştin

Ne ol hiştin

Ne tor hiştin

Di qebrê de Zerdeşt kuştin

Alan kuştin

Berfîn kuştin

Li Şingalê Yezdan kuştin...!

 

19.08.2007-Amed

 

Rojên Êtûn(Roman)

Kovan Sindî

 

Berhemek nû li wêje û litteraturê Kurdî zêde bu. Ev berhem romaneke bi navê ”Rojên Êtûn”, ji nivîsîna Kovan Sindî bi pîtên latîn hatiye nivîsîn û li sala 2007 li çapxana Zana li Duhok hatiye çapkirin. Pertûk ji 250 laperran û heft beşan pêk dihêt. Niha li pirraniya pertûkxaneyên Duhok û Zaxo peyda dibe. Herweha li pertûkxaneyên giştî li parêzgehên Kurdistanê hatiye belavkirin.
 

NIJADQIRIYA LI SER KURDAN Hesen Huseyîn Denîz

 

Di vê hefteyê de, li Iraqê qirkirina li ser gelê kurd, bi destê hin beşên ereban pêk hat, lîsk û xetereyeke mezin a li hemberî biratî, aştî û pêkrebûna gelan e. Gelê kurd û ereb wekî gelên din ên herêmê bi sedsalan e bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Her çiqasî di vê jiyanê de, herdem ji aliyê sazûmanên serdar ve, zulm û zordarî, çavtengî û çavsorî li ser gelê kurd hatibe meşandin jî, di navbera gelê kurd û gelên din de dijminatiyeke yek bi yek nehatiye dîtin û gel tev bi hev re xwestine bê alozî bijîn.

 

Wî şepalê ku...lingê xwe xwar!

Besam Mistefa

Ji ber bindestiya me ya dirêj-ya neteweyî û civakî û aborî û çandî....htd-tiştek pêwîst bû ku azadiya windayî bîne bîra me! Mixabin, ku nexewşiya me kurdan ya here dijwar Jibîrkirine!.Em zû tiştan jibîr dikin:yên baş û yên xirab! Wisa dixuye ku, divê hercarê tiştek anjî bûyerek biqewime, rûdanek rû bide daku tiştê hatiye jibîrkirin, bibîra me bîne.

 

Daxuyanî

Derwêş M. ERHO

Serokê Enstituya Kurdî Ya Brukselê

Kuştina bi sedan Kurdên Êzîdî karekî hovane ye !

Ev bû du sal in ku Kurdên Êzîdî bûne hedefeke teybetî yên hêzên îslamî û xwefiroşên navçê. Heşkere xuya ye ku ev hêz ji aliyê dewletên dijminên Kurdan alîkariyeke mezin distinin. Amanc ew e ku  ji du aliyan derbê li Kurdan bixin : Hikûmeta Herêma Kurdistan bêzar bikin û navçeyên Kurdên Êzîdî bi rêya tirs, talan û kuştinê bidin vala kirin. Sedema ku di van demên dawî de tewanbariyên terorîstî di navçeyên Kerkûkê, Musulê, Diyala û Şengalê de dibin ev e. 

 

Kurd napijirînin ku Beşar Esed li Dêrikê were bidarvekirin
Xalid Elî


Wekû bersivekê li ser mentalîteya terror û sitemkariya ku çeteyên rêjîmê li Sûriyayê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bikartînin, kurdan biryar girtin ku nepijirînin ku tawanbarê ku ji bavê xwe hemî dirindî û zordarî girtiye, li Dêrikê bidarve bikin daku em kok û rehên tolsitandin û nijadperestiyê ji vê xakê hilkişînin: Em mafê xwe dixwazin…ne kêm û nejî zêde!

HUSEYîN DENîZ

1956 – 10/Tebax/1992

Hesen Huseyîn Denîz

Nivîskar, rojnameger, mamoste û endamê PEN a navnetewî Huseyîn Denîz, di sala 1956an de li gundê Sitilîlê girêdayî Nisêbînê ji dayik dibê. Dibistana seretayî û Navîn li Serêkaniyê ya Ruhayê dixwîne. Lîseya Mamostetiyê li Akşehîr a Konya diqedîne û li Sêwerekê dest bi mamostetiyê dike. Pişt re berya salên 1980yî, derbasî gundê Xerêbbaba ya Omeriyan dibe û mamostehiya seretayî, li wê derê didomîne.

 

Ey Azadî 

Siyamed Sîpan Uğurlu

Tu nizanî
Bê ev çend şevreşa
Li benda te mam

Di şevên reş û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu werî li deriyê min bixî
Ey Azadî


 

Çirûsk

kamran Simo Hedilî


Werin, werin ji bo yadî nû û bîranînên min ên raberdû,
strana şoreşê, strana rizgariyê û strana azadiyê bistrênin.
Bi dengê bilindtir bi hestên germtir bistrênin û zûtir stranê bidine bihîstin.
Strana serhildanê dixwazim ez. Peyvên wê mîna artêşa azadiyê di dilê mirov re derbas dibin.
Tîpên wê di hevokan de pergala şer digirin. Di xewnên şevê de dizê kuştina jînê digire. Bêhna kulîlkên serkeftinê pêşkêş dike.

 

Xewn

Nergiz Ismayil

Xewnên gelek bîstikan…
Dengvedana zarokatiyê,
Tirsa meznahiyê,
Revandina wêneyên min in.
Hîna bi tirs im…
Navan li wê xewnê bikim.
Da rê bêdawî bimîne.
Hijmarên stêrkan nebe…
dema navan dijmêrim, dil
dimire,
û dilopên xwehdanê digirîn.
 

Bes e tundûtûjiya li dijî Rojnemevanan..!

Rojnemevanî dezgeheke di xizmeta mirovahiyê de ye, di riya nameya wê de veguhastina nûçe û bûyer û wêneyan de ji seranserê cîhanê, ev hemû bi mebesta xistina ronahiyê ser êş û jana mirovane û herwiha danîna civaka navneteweyî beramber stûbariyên wê û zûlivîna wê bi armanca peydakirina çareseriyên pêwîst.

 

HESABÊ ŞAŞ WÊ JI BEXDAYÊ VEGERE!

Hesen Huseyîn Denîz

Di van rojên dawî de, di çapemeniyê de senaryo li ser senaryoyê tên sazkirin. Hinek dibêjin; ‘Wê Amerîka û Tirkiye bi hev re operasyonekê li ser Qendîlê lidar bixin!’. Hinek dibêjin; ‘Wê Amerîka rêvebirên PKKê bigre û bide dest Tirkan!’. Hinek dibêjin; ‘Wê Tirkiye bikeve Başûrê Kurdistanê û pêşî li referandûma li Kerkûkê pêk were bigre!’. Welhasil her yek tiştekî dibêje.

 

WELATÊ ROJÊ

Dildar ismail


Ez ê li te vegerim
Ey welatê rojê
Bila……
Roja min tarî bikin
Roja min winda bikin
Roja min sar û tar bikin
Roja min beravêtî bikin
Bi diranên jehra mirina ser
Ez ê li te vegerim …..
Ey welatê rojê

 

   

ARŞÎIVA 2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007. Arşîva meha 6ê 2007. ARŞIVA MEHA 7.sala 2007. ARSHIVA MEHA 8.sala 2007

 

Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.

A  R  S  I  V.