|
Kongireya sêyemîn a
H.R.K.R.D

Dengê Welat
dest
bi weşanê kir
Piştî rojnameya tekane ya bi kurdî
Azadiya Welat ku di sala 1994'an wekî heftane dest bi weşanê
kir û ji 15'ê Tebaxa sala 2006'an û vir ve jî wekî rojane
weşane xwe didomand hate girtin, rojnameyek nû dest bi
weşanê dike. Li ser daxwaza gel a ji bo rojnameyek kurdî, bi
navê Dengê Welat rojnameyek nû sibê dest bi weşanê dike.
16 rûpel
derdikeve
Rojnameya bi ebada tabloîd derdikeve
ji 16 rûpelan pêk tê. Di rojnameyê de dê nûçe û şîroveyên
têkildarî mijarên wekî çand, wêje, jin, nûçe, polîtîka,
aborî, jiyan û civak cih bigirin. Rojname her wiha dê cih
bide dîroka rojnameyên kurdî yên beriya niha hatine weşandin.
Rojname ragihandin, parastin û pêşvebirina çand û zimanê
kurdî wekî polîtîka weşanê dide pêşiya xwe û wê xwerû bi
kurdî be.
Şirketa belavkirinê belav nake
Rojnameya Dengê Welat, ji aliyê
şîrketa belavkirinê nayê belavkirin. Lewre jî, dê rojname ji
aliyê xebatkaran ve bê belavkirin. Her wiha dê hemû saziyên
kurd jî, bi armanca xwedîlêderketinê rojnameyê belav bikin.
|