|
Spasname
Mihsin Seyda
û malbata Seydayê Şêx Salih li Sûriyê, Tirkiyê, li
Kurdistanê, li Siûdiya Erebî û li Ewropayê, spasiya wan
kesên dilovan dikin, yên ku ji bo sersaxiya gorbuhuşt Mele
Masûmê Seyda, email, telefon û serdana malbata wî kirin.
Her weha spasîyek e taybet ji malperên ku sersaxiya wan
kirine jî dikin.
Hêvîya me ew e
ku şînî û xem dûrî we û malbatên we bin.
Bi navê
malbata Seyda
Mihsin Seyda
SERSAXÎ
doh, 25ê sibatê, li bajarê Kobanê, dilê
seydayê hêja Masûmê Seyda, (Bavê
nivîskarê kurd Muhsin Seyda)ji nişkê ve
rawestiya.
komîteya birêvebir û komîteya rawêj yên
malpera Tîrêjê, bi xemgînî, sersaxiyên
xwe yên dilsojane pêşkêşî nivîskar û
lêkolînerê kurd Muhsin Seyda, xwişk û
birayên wî û binemala Seyda gişan dikin.
Bila serê we sax be!
Malpera Tîeêj
ji boyî têkiliya bi nivîskar û
lêkolînerê kurd Muhsin Seyda re, em li
vir email û telefona wî datînin
mihsinseyda@hotmail.com
00 90 537 214 70 52
|

EREBKIRIN
Û KIRÎNA ERDAN
|

|
kurdi@tirej.net |
-
Nameyên
du pismaman û Semaya Efrînê.
Dr.
Ebdilmecîd Şêxo
-
Bîranîna Zanyarê kurd ê mezin, mamosteyê
min Şakiroyê Xudoyî. Dr. Ibrahîm ê Mehmûd
-
Sûnd.
Rênas
Jiyan
-
Hayko bi kurdî.
Taha
XELÎL
-
Hezkirina Azadiyê
.
Ahîn Zozanî
-
Çend Dîmen
. Mizgîn
Mehmûd
-
Tu û Ew û Ez. Jana
Seyda
-
Çîroka Ehmed Axayê
Milî, Hesen Huseyin
Denîz
-
Di xewna
tavsorkê de. Yasîn
Hisên=
-
Avûbayên te.
Jana Seyd
-
Komara Beravêtî. Elwan Şivan
-
Kurdzanîn
zirereke mezin ket.(bi mûnasebeta wefatkirina Şekroyê Mihoyî)
Wezîrê Eşo
-
WINDA.
Kovan
Sindî
-
ŞÛNA DERÛN.
Bêkes Reşîd
-
Dema
helbest têne jehirkirin.
Bedel Revo
-
Mahşûqê Kurdistanê, Kilê çavên Kurdan.
Rodî Yezîdî
-
AWAZÊN
NALÎNA DIL.
Ahîn Zozan
-
WEKÎ DUH ÎRO JÎ
ÇIYA WÊ BIBIN QIBLEGHA ME...
-
REYHAN
SARHAN
-
XEWNÊN ŞILFÎTAZÎ.
HESEN BERZENCÎ
-
Rexne(
peyv û têgeh),Rexneyek biçûk li nivîskar Heyder Omer.
Jan Dost
-
SITÊR. Bavê Tosin
-
HEY WELATÊ EVÎNA MIN. Emîn Osman
-
ELİYÊ
MEMED Û SEYRAN XATÛN, Hesen
Huseyîn Denîz
-
FIRMÊSKÊN ZIHA, Elwan
Şivan
-
NAVÊ TE LI SER
ZIMANÊ MIN ŞERBET E
,
Kovan
Sindî
-
ÇÎROKA ZEBEŞO,
HESEN HUSEYÎN
DENÎZ
-
Filmê
şewatê ,
Nîşan
Bamernî
-
Ji
ferhenga pêxembera derkefe,
Selwa
Gulî
-
Hesen
Berzencî
,
TERMÊ
BÎRANÎNA
-
Hin sedemên nebûna nasnameya kurdî
li sûriyê . Mustefa Îsmaîl
|
|
ji
te dûr im.
Êrîş
Amûdî
Îro ez ji
te dûr im yar
ne min dost û ne min war
gerdûn tev li min bûye ar
bexçê gulan bûye beyar
Ez dûr im ji te yara min
rondik kor dikin çavê min
hey felek çi hat serê min
bûne sal roj û şevê min
Min gelekî bêriya te kiriye
bêrîya bav û dayikê kiriye
min bêriya ramûsanekê
ji axa te ya sar kiriye
Ax Amûda min |
|
|
|
|

Mizgîn Mehmûd
Xelîl, rengên çalak û jinên şikestî.
ji
bo hunermendê şêwekar Xelîl Ebdulqadir
Rengên
te di tabloyê de ....berfereh dibin û sînorê Dîmenê
dibezînin.
rengên te li der dora asoyê dijîn .rengên te ji rengê keskesorê zengîntir dibin, û di heman
çarçewê de
distirînin.
di heman
demê de...pêrgî umîdê dibin.
rengên te....tevlî hev sipî dibin.
û gava ji hev vedqetin reş dibin.
rengên tu bika tînî....di rastiya xwe de pêlek ji derya
jiyan û mirina te
ne, ango
dîloka jiyanê bi darvedikin û çîroka mirinê bi niqtepirsê bi
dawî tînin.
di kakilkê her rengekî de, sed rengên çalak-qeşeng û bedew
têne afirandin.
di tevlî heva rengên her tabloyekê de û bi awayekî berfereh....
jiyan...êş...kovan....mirin
jiyan...şad...xweşî...jidaykbûn
têne diyarkirin.
ji sebeta tabloyên piçûk ber bi dergehên jiyan û mirina
gewre ve em tên.
ji rengên te, û bitaybetî rengê şîn...(şînê te ) ê sar û
qeşa girtî ,bîna rewrewk û xewnan tê
ji rengê te yê şîn, em rasta şînê helbesta MEHA BEKIR tên,
belko ...evî şînî hûn gihandin hev...?
*
JI nerînên melûl (ên jinên di tabloyên te de) bîna şikestinê
difûre.
Gelo li rojhilata navîn ...çendîn jin têne xapandin....?
çendîn perwanên şox û şeng têne
perçiqandin...?.
çendîn kulîlkên nuh bişkivî têne
qurmiçandin....?
çendîn xewn têne serjêkirin....?
çavên jinên di tabloyên te de, timî şil in
piştî tu Tabloyê bi dawî tînî ew hîn digirîn..ew hîn
fermêskan dibarînin
lê girî ..qet xweşewîstê wan venagerîne
qet derdê dilan kêm nake.
lê ew ji neçarî her sirûda giriyê xwe berdewam dikin ta ku
çavên me jî bi
girî vedibe.
ji tevgera ewan jinan
dengê bêrîvanan
sirûdên palevanan
sitranê li ber Destarî
dîlokên xêl û berbûlî
û şeva hinê ........qet nayê
tenê sitranên şînê , di guhê me
de vedijin...ta radeya ku ew jin xelatên girî
û şînê werbigrin.
bê guman ji erxewanên hinarkên ewan jinan berî mirina rojane
bîna Anahîtayê dihat.
MIZGÎN MEHMÛD
24.02.2007
|

DOSYA XELÎL EBDULQADIR BI EREBÎ
Rûyê ku ji ber şîn maye, yê Xelîl e
Ehmedê Huseynî

Romana Jan Dost a bi navê ( 3 gav û
3darek ) derket

Selîm
Berekat
Mehabad
ber bi
Olimpiyada
xwedê
de
Wergerandin
ji erebî: Jan Dost
Bîranînên kerekî
Bidarvekirina pênc stêrik
Jan Dost
Pêşbazîya xaltîka Xecê
Jan
Dost
Metelokên Keran
Jan Dost |