|
Mirina Jiyaneke Rind
Ebdilqadir
Egîd
Di şkeftên giyana xwe de , mîna
feriştekî nermî zelal, ku ji esmanê
bajarekî bi mij dakeve, şerma min li
rewana te rast hat.
Ne biyan bû..! Xweş tê bîra min, li
ser kenarê Dicleyê, di demeke nêzik
de, di çîrokeke dirêj de, li gel
Biroyê dengbêj û stranin dîrokî de
em li hev rûniştibûn. Biroyê dengbêj,
tu bû, ez bûm, kurdekî serxetî bû;
binxetî bû; pêşmergeyek, gerîleyek
wek te bû… Bi dengê xwe şer dikir,
li ber xwe de dida.
Eger em bipirsin : ‘Çima gola
mijûliya dilê me di ser re çûye û
êşa te xwe li hestiyan pêçaye?’ Bê
Guman, giyanên me bersiva ku di vê
pîvana biçuk de pêk nayê û kin jî
nabe, zanin.
Ji ber ku tu razî nebû ku elfebeya
romana tenê, ji miletê xwe yê di
derya tor û hunerê de dest dipeland,
diyar bike, elfebeya jiyanê jî.
Te em fêr kirin ku wêjeya kurdî
xezneyeke hêjaye ger û lêkolînê û
çiqas em bi ser lîre û pûlikên wê
vebin, em wilo bi ser duruvê
kesatiya xwe vedibin!
Lê îro… bejna tîpên te qurmiçî ne,
bê deng in, dîmenên wan li ser
rûpelên ku reş bûne, diperpitin, bê
rengin. Rêsiyê hevokên teyî hûnandî,
xav bûne, li hev geriyayîne, li
xewleyî pertûkan bêçare mane.
Ziyana wêjeyê girane, pir giran e,
mezin e; ji gotinan, helbestan,
pesindariyê mestir e.
Birîna wêjeya kurdî – tevî bêdengiya
wê – kûr e. Kulîlk, çivîk, çiya,
heval şagirtê dibistanan û hemû
bêjeyan xwe reş girêdane, bi çol û
deviyan ketine.
Erê, ey stûna perwerdeyê, bingeha
tîpên şermok, cihoka peyvên şêrîn..!?
Her hevok di her romanê de bi şîn e,
laşê xwe li ser te dicû.
Her zikak, kolan, çem, newal, çiya,
dengbêj di wan romanan de, pirsa
hilm û bêhna pêçeyên te dikin.
Zengilê dibistana mamoste Sefo piştî
te, li ser masê bê deng ma ye.
Zarokên ku li qorzîkan , xwe li
hêviya te dane hev, navê te li ser
dîwaran dinivîsînin, bi kurtepistin
dîl.
Çivîkên ku her sibeh li ser milê
Dîcleyê vediniştin, baskên wan li
asîmana ji çûnûhatinê, û gerîna li
te qerimîne, qet nikarin li ser
milên tu çeman deynin.
Dicleya te di dêra mişextiyê de
dinale, dimale, dilê wê bêyî dilê
xwe lêdixe, dimiçiqe, dike hawaaaar;
lê dengê wê li hev vedigere,wenda
dibe, mîna hilma te...!?
Çiqas gurzên tîpan li ser rewanê te
bêne belavkirin, civandin,
daleqandin, şewitandin, heyv ji
perestgeha şîna xwe qet dernayê.
Welatekî bê bend, tifing, leşker, û
bombe ava nabe; herweha av di çemê
Dicleyê û giyana te de careke din
naherike.
Êşeke nû.. rundikin nû..wateyin nû...
û matbûneke nû...!!!??
.
|