| |

Pamuk an Kemal ?
Taha Xelîl
Her sal nivîskar û dezgehên wêjeyî dikevin nav raman û
gumanan, wê xelata Nobelê bidine kê her sal jî lîstek ji
navên wêjekaran
derdikeve ku dibêjin heye ku yek ji van navan xelatê
bistîne. Lê Akademiya Nobelê
bêhtirê caran ne li gorî wan gumanan xelata xwe dide, di
çend salên dawî de
gelek navan ev xelat girt û ji aliyê xwendevanan qet
nedihatin. Wekî Darîo Fu
yan ji ew ê ku sala çûyî stand û gelek ji hilgirtiyê
Nobelê jî di salên xwe yên
dawî de bûn dema xelat digirtin.
Îsal her tişt hate guhartin, bi destê Orhan Pamuk,
yekemîn
tişt ji welatekî misilmanê (berî wî Necîb Mahfuzê misrî
bû) duyemîn hê jî bi
temenê xwe ciwan (54 sal) sêyemîn negelekî cihê
hezkirinê ye ji aliyê rejîma
xwe ya polîtîkî, ev her sê sedem bûbûn cihê kêfxweşiyekê
li gelek aliyên
cîhanê.
Pirsek tê bîra mirovan: Çima Orhan Pamuk û ne Yaşar
Kemal bû
xwedî xelatê? Lewre navê Yaşar Kemal ji zû ve tê nasîn.
Di nêrîna min de di vê hilbijartinê de tu neheqî li
birêz
Yaşar Kemal nehatiye. Çima? Yaşar Kemal mirovekî kurd e,
di hin roman û nivîsên
xwe de gelek ji jiyana kurdan biriye lê bi nav nake û
wisa kesên biyanî nizanin
ew behsa çi miletî dike, bûyerên wî di romanê de dimînin.
Di bin mijeke giran
de û germahiya realîte yan jiyanê têde tê kuştin, jiyana
kurdan an bûyerên wan
bi rengekî fediyok têne ziman, lewre piştî xwendevan
romanên wî temam dike
nikare bibêje: Kurd ev in! Çîrok û mitolocîkên wan ev
in, ziman û dîroka wan ev
e, tirs, hezkirin, xewn, daxwaz, bîranîn, xak, çiya, av
û çemên wan ev in.
Helbestkarekî kurd hebû li Efrînê (Sûrya) bi zimanê
erebî
dinîvisand. Navê wî Hamid Bedirxan bû. Behsa hemû
dinyayê dikir di helbestên
xwe de tenê behsa kurdan nedikir. Rojekê me jê pirsî:
Mamoste çima tu behsa
kurdan jî nakî, mane tu kurdî? Ji me re got: "Di
helbestek xwe de ez
dibêjim: Ez ji Nikaragua ji Bolîvya ji Moskova, ji Şamê,
ji Havana, ji Çînê hez
dikim û ji Gundê xwe jî... Ma gundê min ne gundê kurdan
e?" Ev jî çîroka Yaşar
Kemalê min û we ye. Lê birêz Pamuk jiyana tirkan a kevin
û nû dide ber çav,
jiyana Stenbol û Qersê, û bêtirs rastiya tirkan dide
berçavên wan. Rastiya
kevin û nû çi Osmanî be çi demên kemaliyê û piştre be.
Di van bîst salên dawî de, gelek guhartin, li Kurdistanê
bûne,
ma gelo kanîn nivîskar û wêjekarên me ku bînin ziman. Ma
ev ne berpirsyariyek
moraliye ku yekî kurd weke Yaşar Kemal pênûsa xwe ji
qalikê wê bikişîne û
romana xwe ya kurdî binîvisîne (lewre bi zimanê tirkî be
jî)? Ma wî jî bawer
kiriye ku ev çend navên ku xwe dane pêş li nav kurdan bi
rastî nivîskar in? An
ev çend kesên ku ji bêkarî li Ewropayê xwe kirin romanûs
û çend çîrok û
serpêhatî ji vir û wir anîn û xistin nava du qapan û
wêneyên xwe li qapê dawî
çap kirine tu dibêjî qey Gabriêl Markîz in! Û her roj
nûçeyekê didin ku xwedê
giravî "wê kar bikin ji bo aştiyê" yê nizanibe dibêje ku
cîhan tev li
hêviya gotinên wan e. Halbukî derewek in wek gilokeke
berf, çi diçe mezin dibe,
ta ku carekê roj li wan derê û bihelin.
Orhan Pamuk: Ez Nobela te pîroz dikim ji dil, û ji dûûûr
ve, û bila dadgehan her roj ji te re li dar xin.
ji Azadiya Welat
19 Kewçêr 2006
www.welat.com
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|