| |

Neolîtîka
antîk
Serkeft Botan
Di heyama hovîtiyê de, kerta jorîn di qonaxa sisiyan de
hatibû destnîşankirin ku aboriya têkil ya bihevdan û
nêçîrvaniyê wê ji hev cuda bibin. Ji niha û pê ve wê
heyameke nû ku ji du qonaxan pêk tê dest pê bike.
Neolîtîka antîk (paleolitik) û Neolîtîka fenotîk (tîpsazî
an neolotika (şarezanî) Neolotîka antîk bi dawîbûna
şaristaniya keviran re, B.Zê di navbera pênc û diwazdeh
hezar salî de ye û ya fenotik B.Zê ji pênc hezar salî pê
de ye.
Bermahiyên xirbên çanda kevirî B.Z. bi diwazdeh hezar
salî, li qontarên çiyayên zagrosan bi navê Nermik,
Magzeliyê û Kermezê hatine dîtin. Di van xirban de zadê
suriştî di cirnan (conî) de hatine kutan û bi keviran
hatiye hûrkirin û nanê tepikî hatiye patin. Bi tomarî (komî)
hestiyên ajalan hatine dîtin. Hestiyên zarokan di den (kuzê
mezin) de ji dêvla tirban ve hatiye bikaranîn. Ji ber
sedemên hişkesayî yê dûdirêj û germahiyê mirovî mecbûr
maye ku cih û warên xwe terk bike û xwe bera panav, rast,
derdawên çiya û cihên bi avî bide û wargehên jiyaneke nû
damezirînin.
Despêka gundîvanî û şaristaniyê ye. Bermahiyên vê çanda
gundîvaniyê xirbên wan li jora Mezrabotan, bakura
Kurdistanê hatine dîtin. Newala Çolî, Berçemê (çay önü)
Çemê Helanê û Girên Gobekliyê ne (Gobekli Tepe) û hîna
jî gelek girên ku nehatine vedan li Kurdistanê hene.
Nûçeyek di Azadiya Welat de wiha derbas dibû. Di nabera
navçeya Qoser û Derika Çiyayên Mazî de ku bi ser bajarê
Mêrdînê ne, di dema xefriyata firehkirina riya hevrîşim
de bi awayekî lêrasthatî (tesadufî) bermahiyek hatiye
kişifkirin. Zanistiya arkeolojiyê bi awayekî zanistî der
heqê wê bermahiyê de hîna tu rapor belav nekiriye. An ku
hatibe belavkirin jî ez jê ne hayedarim.
Dema ku mirov li çanda mirovahiyê ya prehîstorya (berî
tarîxê) yê mêze bike di hewldanên hilberîna mirovî de ev
tişt tên ber çavên mirov. Alavên ji keviran, aboriya
têkil ya nêçîrvanî û bihevdanê, bi hev re parkirina
jiyanê weke xêzik filîm dibuhure. Mirovahiyê bi heman
mantalîte û termonolojiya çandî ya prehîstoryayê, bîr û
baweriyên xwe, xweda û xwedawendên xwe û cureyên xwarin
û vexwarinên xwe, ziman û tegehên xwe serguherî hev
kirine û dirûvguhartin (başkalaşim) di wan de çêkiriye.
Di afirîneriya wan objeyên jiyanwerî de bi hizîriya
hezaran mêjiyê kesî û keda bi hezaran dest û piyên kesî
tê de heye.
Teknolojiya debarê û termonolojiya çandî ya Heyama
Neolotîkê li gorî psîşika (ruh halî) civakên bi
rêxistinî li ser du stûnan hatiye avakirin. Civakên
cotkar û civakên koçer. Her du civakên rêxistinên sosyal
li gorî derûnî û pişîşikiyên xwe, kompleksên çandî di
poteya (zemîna ku tişt tê de tên helandin) xwe de
helandine û ji nûv ve şikil daye wan.
Teknolojiya Koçertî û Cotkariyê bi nûneriya du civakan
derketiye. Nûneriya nêçîrvaniyê wê koçer bikin û ya
bihevdanê wê cotkar bikin. Bi nûvedana haletî re civakên
cotkariyê xwe ji çiya bera cihê rast û avî dane.
Wargehên xwe li derdawên çiyan li ber kanî û rûbaran
damezirandine. Bi kedîkirina ajalan re koçer bûne
xwediyê keriyên mezin û holikên xwe yên demborî geh li
vir û geh li wir çêkirine. Civakên niştecih û cotkar bi
nûvedana sifir (bakır) re çandeke nû ya Khalkolitîkê (çanda
sifir-kevir) ceribandine.
Bi teknolojiya aboriya neolotikê ve girêdayî, çanda
cotkarî û koçeriyê bi xwe re pîşetî (meslek-hostetî)
welidandiye. Pîşezaniya navgînên necartiyê mîna halet û
çanda gerdelvaniyê (objeyên bi teker ku bi wejîna ajalan
têne kişandin ( okuz arabası)) çawcî, çaroxker,
kurtanker, tevnvanî, livaker, dezgahên jenandina pembo û
hiriyê, hostetiya lêkirina dîwarî, çanda bizmarê û
disiplînkirina dar û ber û teamandina wan, şivantî û
gavantî di nava civakê de tev bûne deriyên debarê.
Berjewediyên civakan ketine nava hev û hizirîna
bazirganiya navxweyî û bi komên derdora xwe re, ketine
nava keft û lefta serbiseriyê (mal bi mal dan)
Bazirganiyê tegehên xwe ava kirine û bi vî awayî çanda
wezin û pîvanê dest pê kiriye.
ji Azadiya Welat
18 Kewçêr 2006
www.welat.com
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|