| |

Sedemên dirêjiya împaratoriyan
Rênas Jiyan
Her dewlet ji bo ku têrra xwe têr bike tiştekî dixwe. Di
hûrê her dewletê de, mirov bi rehetî dikare pêrgî bawerî,
serbestî, ziman û kulturên ku goştên wan hatine xwarin û
hestiyên wan ji ber mane were.
Dewleta herî demokratîk jî di asta dawîn de nikare xwe
ji daxwaza împaratoriyekê bişo; her çend her dewlet di
binhişîna xwe de daxwaza împaratoriyekê xwedî bike jî;
împaratorî li gora dewletan, musamahakartir in li hember
ziman û kulturên cihêwaz. Xetereyên weke parçebûnê û
fikara serhildana gelên heyî li aliyekî, împaratorî bi
zanebûnî jî derfet û jiyîna zimanên cuda dide gel û
miletên li nav xwe; ji ber ku bi tenê bi têgehên zimanê
împaratoriyê ne mimkûn e ku împaratoriya ecêb bê
birêvebirin. Her ku zimanê împaratoriyê di îderakirina
împaratoriyê de qels û nebes dimîne, împaratorî ji
zimanên heyî yên ku di bindestê xwe de sûdê werdigire.
Ango împaratoriyek weke dewletekê zimanên li nav xwe
basko û jê nake, ji ber ku dizane gava ku zimanê wê bi
xwe têrî birêvebirina wê neke wê zimanên bindestê wê di
gaziya wê de were.
Ji ber ku zimanên gelên xwe yên bindest jî bi ser zimanê
xwe ve dike her împaratorî “zimandirêj” e. Împaratoriyek,
ne ku liberketiya zimanên bindestên xwe ye wan ji holê
ranake, ji ber ku hukmê xwe yê “zimandirêjî”yê bi xêra
zimanên bindestên xwe dike wan ji holê ranake; heger ne
wiha bûya hemû împaratoriyan, deqeyekê jî zimanên
bindestên xwe di devên wan de nedihiştin, wê giş ji kokê
de rakirina.
Ma qey împaratoriyek nizane ku mayina zimanên bindestên
wê, dê rojekê bibe hevirtirşê parçebûn an jî belavbûna
wê? Belê dizane, lê ji ber ku împaratoriyê, zimanê xwe,
bi zimanên bindestê xwe dirêj kiriye û bi saya wî zimanê
dirêj hişekî bilind jî ji xwe re çêkiriye baş dizane ku
tu dewlet û împaratorî ji helikandina dîrokê nefilitîne
û baş dizane ku dîrok sergoyên dewletan e zêde dest nade
zimanên bindestê xwe.
Dewlet ji ber ku bi têrra zikê xwe dibilin zikê xwe bi
xwarina zimanan têr dikin; împaratorî jî ji ber ku bi
têrra mejiyê xwe dibilin zimanan naxwin, wan hiltînin û
gava ku hewce dike ji bo zimandirêjiya xwe wan bi ser
zimanên xwe ve dikin. Em bala xwe bidin dewlet û
împaratoriyên heyî, mijar wê zelaltir bibe. Dewleta
Fransî, zimanê Brotonî dixwe, lê Împaratoriya Fransî ya
dema Napoleon’î bi zimanên weke Îtalyanî, Spanyolî û hwd.
zimanê împaratoriya xwe dirêj kiriye; dewleta Tirkiyeyê
zimanê kurdî dixwe, lê împaratoriya Osmaniyan bi zimanên
weke kurdî, erebî û hwd. zimanê împaratoriya xwe
dirêjtir kiriye.
Wê çaxê ji bo selameta xwe ya pêşerojê û ji bo bûna xwe
ya împaratoriyê gava ku dewletek rabe bivir li zimanên
bindestê xwe bixe, di heman demê de radibe bivir li
çonga xwe jî dixe, û xwe ji pêşketinê kût û qop dike.
Her dewlet ji bo ku têrra xwe têr bike dikare tiştekî
bixwe, lê gava ku ev ziman be, ew dewlet xwe dixwe, xwe
bi xwe, lê hay ji xwe tune ye.
ji Azadiya Welat
101 Kewçêr 2006
www.welat.com
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|