|
|
|
|
TÊKILÎ |
|
|
HELBESTA NÛJEN |
|
|
HELBESTA KLASÎK |
|
|
ÇÎROK |
|
|
REXNE |
|
|
HUNER |
|
|
PEXŞAN |
|
|
PIRTÛK |
|
|
NÛÇEYÊN ÇANDÎ |
|
|
WERGER |
|
|
ROMAN |
|
|
HEVPEYIVÎN |
|
|
SÎNEME |
|
|
BEŞÊ EREBÎ
|
|
|
|
|
|
| |
|
|
| |

Ji dûr
ve
Cihan Ismaîl
Dengê te ji dûr ve dihat
Dengê dilê min ê birîndar e!
Li van welatan stêrkên havîna te berhev dikim
Kêlên te bi navan dixemilînim
Û zordrstên te ji hişê xwe davêjim!
Sînoran li pey xwe dihêlim
Leşkerên nexweş
Singo û esmanê tirsê
Bi mayinan dihûnim…
Û bi navê te dest bi gavên revê dikim!
Xewnan di himbêza xwe de dilorînim!
Û te jî welato
Bi ava hêsirên xwe dinimînim..
Ne xatirxwestin bi lêv dibe
Ne destên oxirê dilivin
Bi tenê mirin li pey min û te ye..
Li ber dadgehên wan dagîrkerên hov
Min û te hev wenda kir,
min şehîdên te hev wenda kirin
bi tenê pêrgî êşa te dihatim
pêrgî bindestiya te
û pergî generalên kuştina te dihatim..
min li pey xwe dinêrî
qatilên te yên Bassî gavên min dihejmartin,
û goristanên xwe yên nijadperest
di laş û giyanê min de diçandin,
her ku dengê te ji dûr ve dihat
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|
| |
|
|
|
|
kurdi@tirej.net
|
|