| |

Welat Dilken
JI WE RE DIHÊLIM
Bes bila ji we re bimîne ev bajar û jînenok,
Min konê dilbirînên xwe rakir.
min
Sondxwar,
li tax û mêvanxaneyên we danînim
Êdî stûna dilê xemxwar.
Bes kenên lêvsor, şaneşînên bilind
Odeyên kerxanek
bila yên şevên we yên genî bin.
Bes neqeba bakurê min vekin,
bila bayên namûskar xwe bidin bin
barên min ên giran, hilkêşînin keviyên ken û derdên xwe.
Min destên xwe yên gemar bipaqijkirina we re şûştin,
Dirêjî min nekin, destmalên xwe yên bêguneh
Naxwazim de ne hewce ye…
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|