| |

an
Projeya destûra herêma
kurdistanê
û mafê neteweyên din
Selah Bedredîn
Ji paradoksên watedar û kesnedîtî ku kurd ji dor
sedsalekê ve têdikoşin û li çareseriyeke şayiste ji bo
doza xwe ya neteweyî re digerin û li benda yên din yên
serdest û vîna navneteweyî –ya niyazbaş!-dimînin,bi
gotineke din li benda deselatên neteweyên serdest"ereb û
tirk û faris"ko gotina xwe bibêjin û nêrîna xwe derbarê
çarenûsa wan de eşkere bikin, em niha li herêma kurdist
a iraqê ya federe wan di cihê biryardan û
destnîşankirina çarenûsa miletên din de dibînin-ev tiştê
ku ciyê serbilindiyê ye-û barê çareserkirina erkên xwe
yên niştimanî û îdarî û aborî û çarenûsî û di nav de
danûsitandinkirin bi kitekitên pirsgirêkên neteweyên din
re hildigirin di riya pêşkêşkirina projeya destûra
herêma kurdistana iraqê ji bo guftûgokirinê,mîna
ezmûneke nû û bêhempa di dîroka tevgera neteweyî kurdî
de ya ku divê biserbikeve çiqasî ko kedên çandî û zagonî
û maddî û kargêrî di warê gotûbêj û danûsitandinê de pir
bin jî di çarçoveya objektîvî û vekirîbûn û tolerans û
perensîpên demokratîk de.Di vê gotara xwe de,ez dê tenê
derbarê mihwera neteweyên kurdistanê de biaxivim û alî û
mijarên din ji pisporan re bihêlim.
Di xwendina pêşî de,mirov neçare ku bawerî û geşbîniya
xwe derbarê başî û pendiyariya deselatên herêmê di warê
pêkanîna vî erkî bi şêwazeke bibalans û adilane de
derbibrre,ji ber çend sedeman weke:
Yekem:hebûna mîrateke kombûyî di dîroka rojeva neteweyî
rizgarîxwaz ya gelê kurdistana iraqê,û di pêşî de post û
rola barzan û barzaniyan di warê hevjiyan û dabeşkirina
rewşên jiyanê di demên dirêj de tevî pêkvejiyana olî û
mirovî û niştimanî û neteweyî bi neteweyên kurdistanî re
nemaze kildan û aşûriyan re di qonaxên şoreş û raperînan
de û bi taybetî şoreşa Îlona 1961-ê, tiştê ku min bi
herdû çavên xwe dît dema min seredana lîderê şoreşê
barzaniyê nemir kir,hêz û betaliyonên pêşmergeyan ji
endamên herdû milletan hebûn li dirêjahiya eniya şer a
ku ji sînorên sûriyê dirêj dikir heta devera
barzan,hindek ji wan şervanên pasevanên taybet bi serokê
şoreşê bûn jî .Herweha,min wê demê li devera Balik di
yekê ji baregehên serkirdayetiyê de hevdîtinek bi endamê
encûmena şoreşê petrîkê mezin bolis bêdarî,mezintirîn
olvanên kildanî re kir û duvre min pakrewanê hêja
firenso herîrî,têkoşerê aşûrî yê mêrxas û nêzîk ji
lîderê şoreşê barzaniyê nemir û hindek kesên din jî
dîtin.
Diwem:taybetmendiya rewşa kurdistana iraqê ya niha,
kurdistana ku li dirêjahiya dîroka iraqê ya nûjen de bû
wargehê opozisyona niştimaniya demoqrat û navendeke
bingehînî di warê rûxandina rêjîmên despotîk û
guherandina hikûmetên gendel de,û qezenckirina gelê wê
pisporiyeke mezin di mijarên peydekirina demokrasî û
mafên mirovî û rizgarbûna ji despotîsmê û misogerkirina
mafê çarenûsî û hestkirina bi tîmên serbestî û
serdestiya niştimanî, bi taybetî ji ber rizgarbûna
herêmê bi tavhî di despêka sedsala niha de li gel
azadkirina iraqê û têkçûna dîktatoriyetê û
lihemberderketina terora tunderew û geşepêdana proseya
guherîna demoqrata berfireh li dever û cîhanê,tiştê ku
hindek stûbariyên şaristanî nû û erkên dîtir li ser milê
deselatên herêma kurdistanê zêde dike,daku ew ji
hemwelatiyên xwe û ji iraqiyan û cîhanê re radeya
miqatebûna xwe li ser perensîpên ku miletê kurd her û
her ew hildane û ji yên din daxwazkiriye ku ew wan
bicîbînin,nexasime mafê milletan di destnîşankirina
çarenûsa xwe de,bide xuyakirin.Her weha,da ku tekez bike
ku ezmûna kurdistana iraqê wê bibe nimûneyeke baş û
adilane di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî di
hundirê herêm de û bibe nimûneyek ji dewletên cînar û
dewletên firenetewe li devera rojhilata navîn.
Sêyem:ji ber ku projeya destûr ji despêkê de zemîna
saxlem ji bo çareserkirina pirsgirêkê misoger kiriye,û
perensîpa bingehînî aniye ziman angu venasîndana bi
hebûna neteweyên kurdistanî ji tirkmen û kildan û aşûrî
û ermen û ereban di madeya şeşan de ya taybet bi
pênasekirina gelê kurdistanê,tiştê sereke û pêwîst di
warê danûsitandin kirina çarenûs û mafên gel û
neteweyan.her weha di heman madeyê de pijirandina
jimartina van neteweyan ji nişteciyên bingehînî li gor
yasa û rastiya heyî(dûr ji mûqayeseyên karîkatûrîk bi
rêjîmên despotîk re,ez li vir dibêjim:em kurdên sûriyê
hijmra a me dor 3 milyon kes e û em %15 ji tevahiya
xelkên sûriyê pêktînin û hêj me mafê venasîna destûrî bi
hebûna xwe wernegirtiye,jixwe dev ji mafên din
berde!),tiştê din jî ew bû venasîndana bi mafê neteweyên
kurdistanî di destnîşankirina çarenûsa xwe de di
çarçoveya giştî ji misogerkirina vî mafî ji tevahiya
pêkhateyên civaka kurdistanê re ya ku di madeya heştan
ji projeya destûrê herêm de hatiye.
Wisa, em xwe li hember rewşeka destûriya pêşkeftî ku tê
de perensîpên bingehînî û bingeha pêdar derbarê
rêzgirtina pirrengî û pijirandina neteweyên din û
bihêzkirina civaka sivîl û bicihanîna armancên hemî
neteweyên herêm ne tenê sebaretî dabînkirina mafên
çarenûsî lê her weha derbarê tevahiya aliyên zagonî û
îdarî û civakî û rewşenbîrî û azadiyên bingehînî û giştî
û mafên mirovî û mafê jinê û takekesan û baweriyan û
azadiya viberanînan û bazar û karûbarên aburî, dibînin.
Di vê rewşa navhatî de, pêwîst e ku nûnerên pêkhateyên
neteweyên kurdistanê-hem ev mafekî wan e-vîna piraniyê
di naverok û form û şêwaza xwestekên ku wan pêwîst
dibînin ji bo bicihanîna daxwzên neteweyên xwe
derbibirrin ji ber ku ev erk ji wan tête xwestin û divê
ku ew li benda yên din bi taybetî kurdan yên ku
destnîşankirina maf û xwestekên neteweyên kurdistanî ji
foniqsyona xwe nabîne û rola şîretkar û sazkerê çarenûsa
yên din bi hîç şêweyekî napijirîne, nemînin.
Çend pirsên pêwîst:
Bi boneya pêşkêşkirina projeya destûrê herêm bo
goftûgoyê,alavên ragihandinê hindek nêrîn û gotar û
daxuyanî ji layê rewşenbîrên kurd ve,belavkirin.Di heman
demê de,nivîs û nêrînên ronakbîrên neteweyên din pir kêm
bûn eger ku em nebêjin ew dudil û netebitî û nediyar
bûn,ji ber ku di piraniya wan de konseptên mîna"hîlala
mesîhî","milletê mesîhî","neteweya mesîhî","milletê
kildanî aşûrî seryanî ermenî","mafên êzîdiyan"mafên
fêliyan"..Htd,dihatine xuyakirin, tiştê ku pêwîst dike
em van têbîniyan bînin ziman:
Projeya destûrê herêm venasînê bi hebûna ol û mezheb û
baweriyan li Kurdistan û iraqê dide,lê di heman demê de
ew weke destûrê iraqa federe nêzîkî meseleya avakirina
kiyanên olî û mezhebî nabe. Bi gotineke din,pevçûna
lidar ji encama qeyrana kurdî ji dema damezirandina
dewleta iraqê ve bi hemî tundûtûjî û qirkirin û vêketina
şoreş û raperînan tev ji ber doza neteweyî û mafê
destnîşankirina çarenûsê rûdan,ne ji ber pirsgirêkên ol
û mezheban,jiber vê çendê çi hewildana berev guherandina
xuristiya pevçûnê ji neteweyiya vekirî berbi
berî-neteweyî ve weke rengên xeyal û çandiniya deryayê
dixuye,û qonaxa niha li kurdistanê bi çanda xwe ya
siyasî û konsept û destûr û yasayên ku sazî û dezgehên
kargêrî û zagonî û îdarî encam didin bi eşkerayî yek
navnîşanê hembêz dikin ewjî ev e ku şêwaza pêkanîna
erkên neteweyî tevî konseptên wan yên mirovî û
demoqrat.Ji aliyê din ve,diyar e ku ne ji erkê destûr e
ku "mafên neteweyî"yên tiwêjên kurdî ji peyrewên olên ji
bilî islamê û bi heman şêweyê"mafên neteweyî"yên girûpên
kurdî yên ji zaravên ji bilî soranî û kurmancî gotûbêj
bike,ji ber ku ew tevî ku zarav û bawerî û olên wan cida
ne jî kurd in,û çarenûsa wan bi ya tevahiya neteweya
kurd ve girêdayî ye.
Dema ku projeya destûrî kildan û aşûriyan bi nav dike,
armanc ne ew e ku ew dixwaze gelekî anjî kiyanekî parçe
bike biqasî ku ew dixwaze realita heyî diyar bike û rêzê
li vîna piraniya herî mezin ji herdû milletan
bigire.Herkes dizane ku goftûgoya-germ-di navbera elîtên
herdû milletan de lidare derbarê pirsên: gelo aşûriyên
niha neviyên yên kevin in? gelo kildan milletekî
serbixwe ye anjî erebên samî ne anjî kurdên file ne?
gelo seryan millet anjî ziman e,ereb in anjî kurdên file
ne ?gelo hersê komên navbirî bi hev re milletê aramî
pêktînin?gelo çi delîlên dîrokî û zanistî û rasteqîn ji
konsepta gelê mesîhî li kurdistanê re hene?eger ku ermen
milletekî serbixwe ye,naxwe çawa bi navê neteweyeke din
tê binav kirin?
Bê guman,fakterê cografîk piştî yê mirovî rola sereke di
ast û xwezaya mafên çi neteweyeka kurdistanî de dilîze,
her weha,dabeşbûna berfireh ya neteweyên kurdistanê di
tavilê parêzgeh û deveran de fakterekî sereke ye derbarê
hevjana aştiyane û hezkirina duqolî û hemahengiyê, û
pêwîste bi lêgerîna micid û objektîv li formeke şayiste
di warên îdareya xwebixwe de, çi li ser
bingeha"yekîtiyên neteweyî"anjî"dayîreyên neteweyî"
xwediyên tavilê deselatên herêmî û zagonî û kargêrî ku
xwestekên tevahiya pêkhateyên neteweyî wek ku di destûr
de hatine pêkbîne mîna nimûneyeke zindî û pêşkeftî ji
coreyên mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe
de ya ku di dawî de ji aliyê neteweyên behskirî ve li
gor vîna wan ya zazd tê destnîşan kirin.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|