|

Dest ji min berdin!
Ehmedê Huseynî
Bo Mizgînê Gemo, bêrya te dikim!
bo
Ekremê Gemo, ew çi girî bû?
|
ka em dest bi seferê bikin Mizgîn?
ka em ji tembînameyên dayikên xwe
dest bi serdana bajarên mirinê bikin?
ka em destên xwe bikujin û navên
goristanan ji bîr bikin û kêlên
dilên xwe bi bendemanê bixemilînin?
ji wexta ku diya min di himbêza min
de mir, ji wexta ku min du rondikên
germ ji ser hinarkên wê bi mirina
xwe paqij kirin, ji wê wextê û wir
de, nema, nema dizanim ne
mirin çi ye, ne jiyan çi ye û ne jî
çima ji te hez dikim çi ye?
Berê xwe bide navnîşana seravê,
rewrewkê ji min birevîne û wê
çolistana kerr, gêj, lal, di min de,
wek payîzeke derengmayî, daçikîne.
Xwîna min a ku aniha li ber destê te
direqise, sêwî, sergerdan, xwîna
tanhatiyê û bêrîkirina seferê ye!
Min destên xwe li Amûda şewatê
hiştin û min ji te re jî sirûda tozê
û xatirxwestina welatan şirove dikir.
welatên me, ji destên qederê
direviyan û em bi tenê li ber
dergehên nemanê dihiştin.
Berbi te ve dihatim, min mirina xwe
diyarî rexên helbestê dikir û di
çavên te de hînî xweragirtina
rondikan dibûm.
De ka destê xwe da em dest ji
govendê berdin!
De ka dilê xwe da em dest ji
dilbijîn û paytextan û berjewendiyan
û derewan û serçavkan û xapandinan û
tolaziyan û sextekarî û canbaziyan
berdin!
Min di nîvê mirinê de bêriya te
dikir!
min bêriya Ekremê dilê xwe û Mûsayê
hişê xwe û Araratê dûmana peyvên xwe
dikir, lêê?
Dest ji min û mirinê berde, were em
sefera xwe berbi xewnê ve berdewan
bikin.
kurdi@tirej.net |