TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
 
 

 

 

 

 

Rêvingî, Bîranîn û Mirin

Younis Alhakîm


Dayika ko di rêvingiyekê de gazî min kir,
Bi keziyan û bi hinê xemilandî bû, dayik!!
Wexta ko min biryara hevdîtina di sîbera goreke
nêzîk de, wergirt,
ko min biryara xwe da,
li ser keviya şevekê bûm.
Û min mirineke rewan vexwend
dako xatir ji evîndaran bixwazim
Evîndarên ko min razên xwe
bê şerm
li nik wan hiştine.
Lê,tenê,
dilê ko bi ser zemînê de çemiybû
Ew dil, ey hawar!! Diya min bû.
Ew rêving jî, pêdivî bayekî ye
Bayekî ko ne di çeşnê wî de be.
Pêdivî pencereyekê ye,
pencereyeke fireh mîna rojê.
Pêdivî pûngeke şikestî ye.
û piştî mirinekê,
pêdivî, da ko bibîne, pangaveke teng e.
Ew koçber
Ew mişext
Bêrîkirinê bi kartîne.

2.11.1996


II

Ji sala bûrî pêtir ji te hez dikim
û aniha hewcedarî te me.
Da bi hev re li bexçan bigerin
Li ser evîna xwe ji te re bipeyivim
û tu jî li ser evîna xwe..
û mîna ko çawan me hevûdû dît
Em dîsa di xirecirê de winda bibin
Mîna ko em ji ti kesî reli ser evîna xwe nepeyivîne
Mîna ko em ji dayik bûbûn
Mîna ko aniha dimirim.
اendîn ji te re gotibin jî lê
pêtir ji te hez dikim.
Û hewcedarî te me
Mîna ko hergav li bexçeyanbi tenha xwe digerim

10.3.1997


III

Dema tu hatî min tu dinasî
Û aniha jî mîna destê xwe te nas dikim
Porê te sor e
Û rûyê te cejn e
Navê te belgeya evînê ye.
Min aniha te naskiribû!!!!
Dema tu ji îstgeha nêzî min
xatir dixwazî
Û wexta ko di îstgeha pêş de tu
nema vedigerî dîsa te nas dikim!!
Tu li pêşberî min û
ez jî di bagerê de rûdinêm.
Xwelîdankek û nîv pişk bo evînê
me bi hev re dicivînin.
Reng e, li esmanekî
Yan li odeyeke teng
gumlekê xwe bi xatirxwestin li ba bikim
Xatirxwestineke kevnare
Ko dê ti carî li îstgeheke ji bagerê neqewime.
 

 

wergerandina ji erebî: Ehmedê Huseynî

 



 

 

 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 

 

tîrêja kurdî

 

kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006