TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
 
  Taha Xelîl

Çend sal

Gelek sal derbas nebûne...
tenê bîst sal...
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew dêlî pê ve hildikişe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye...
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!

Çend sal 1

Gelek sal derbas nebûne..
tenê bîst sal..
Pencere ew pencere ye..
lê nema tu tê de yî..
ne jî rojê sed carî ..
tê vekirin û girtin..
ez jî nema di wê zikakê re derbas dibim..
gelek sal derbas nebûne..
de bera pencere bigrî..
ma bîst sal çi ne..?!!

Dar


Dara ku xwe avêtiye erdê..
du evîndar veşartine...
hinarî hev dibin

Şop

Berf dibare
hûn dizanin ?
wa ye hîm û kenaran vedişêre...
hûn dizanin ?
ji dûr ve dengê lingan tête min..
hûn dizanin ?
berf e û evîndar in
hin di bin de ne
hin jî şer ji evînê re dikin..
hin jî tiliyên lingên wan weşiyane..
hûn dizanin ?
va ez jî li bin berfê digrîm
li dilê kurdistanê digerim ..!

Gotinên wê


Gotinên wê ..!

Damarên daran in
di kulîlkên êşê de..
Sikakên zîv in
Li ezmanan diçirisin..

Zingilê wê


erê...
min ji te hez kir..
ez ê xuliya heft gundan
bi serê xwe dakim..

Dîtin


Kêr di pişta min de ye
her kes min dinase..
Kêr di pişta min de ye
û ez nabînim..!!

Mase

Gul li ser masê bû
berî ku ez rûnim jî.
Gul li ser masê bû

Hêsir


Te dilê min dît...¬?
Te dît çawa dil dişikin..




 

 

 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 

 

tîrêja kurdî

 

kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006