| |

KURTASIYA
JIHEVXISTINÊ
Émile Michel Cioran
Wergerandina Ehmedê Huseynî
Di her mirovekî de pêxemberek radize, dema ku hişyar
dibe, li cîhanê ziyandarî hinekî geştir dibe.
Rizgarî dawiya hertiştî û dawiya me jî tîne.
Kêmasiya her rêbazeke rizgariyê ew e ku helbestê bin pê
dike, ger helbestvan rizgariyê bixwaze dikare nokeriya
xwe bike:
Rizgarî mirina sirûdê ye, binpêkirina hunerê û giyan e.
Mirovek nîne ko mirina mirovekî din nepesinandiye - bi
kêmasî binhizra me- her yek goristaneke dost û dijminan
li pey xwe dikişîne.
Ne pir giring e ku ew goristan ber bi zinarên dil ve
sernişîv bûbe yan jî bi ser banê arezûyan ve ketibe.
Azadî boçûneke sincî ye, ji cewherekî iblîsane ye. Tiştê
dihêle ez bibêjim helbestvanê rastîn kî ye ev yek e:
dema ez wî dixwînim û demeke dirêj bi berhemên wî re
dijîm, tiştek di hinavên min de têt guhertin.
Jiyan diyarî ye, ew kesên ku evîndarên mirinê ne ew
pêşkêşî zindiyan kirine
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|